1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gever roja 15'emîn a berxwedanê bi tîlîliyan pêşwazî dike
Gever roja 15'emîn a berxwedanê bi tîlîliyan pêşwazî dike,gever,roja,15,emîn,a,berxwedanê,bi,tîlîliyan,pêşwazî,dike

Gever roja 15'emîn a berxwedanê bi tîlîliyan pêşwazî dike

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê berxwedana xwerêveberiyê di roja 15'emîn de bi pêşengiya YPS û YPS-JIN'ê de berdewam dike. Li taxên ku dengê tîlîliyan bilind dibe hêzên dewletê nikarin berxwedanê bişikênin.

Li navçeay Geverê ya Colemêrgê berxwedana bi pêşengiya hêzên YPS û YPS-JIN'ê di roja 15'emîn de ye. Hêzên şerê taybet ên AKP'ê roja ku li navçeyê qedexe hate îlankirin 4 sivîlên ku di nav de nûçegihana JINHA'yê Gulfîdan Ataman jî hebû birîndar kirin. Di heman saetê de di têketina navçeyê yên ji aliyê Oremar, Şemzîan, Bajirgehê temamî hate qedexekirin, li girên dora navçeyê leşker bi cih bûn û mewzî hatin kolandin. Li tabura Efeler û Fermandariya Alayê ya Navçeyê tark hatin bicihkirin.

Li navçeya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û dibistan kirine biryargeh, hêzên dewletê li noqteyên bi cih bûne bi barîkatan rê li trafîkê re girtine. Bi qedexeyê re taxên Gungor, Cumhuriyet, Orman, Mezarlik, Eskî Kişla, Yeşîldere û Dize bi tankên ji Tabura Efeler û Fermandariya Tumenê ya navçeyê hatine bicihkirin ve bi tank û topan tên gulebarankirin. Li navçeyê Mala Gel bi bombebaranê ve hatine xirakirin, hêzên dewletê yên ku nikarin berxwedanê bişikênin vê carê jî malan dişewitînin.

Di têketina taxan de anonsên "teslîm bibin" tên kirin, hêzên YPS û YPS-JIN bi berxwedanê bersivê didin. Li navçeyê di 17'ê Adarê de li gundê Dilezi welatiyê bi navê Dervîş Polat ê 70 salî krîza dil derbas kir ji ber ku ambulans ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin astengkirin jiyana xwe ji dest da.

Berxwedêrên YPS-JIN Newroz bi tîlîliyan ve pêşwazî kirin

Di Newrozê de li pişt barîkatan û gundan ligel qedexeyê agirê Newrozê hatin pêxistin, bi dirûşman ve berxwedana hêzên paraztina cewherî hatin silavkirin. Hêzên YPS-JIN'ê jî bi tîlîliyan ve Newroz pêşwazî kir. Heman şevê ji aliyê YPS û YPS-JIN'ê ve li dijî Midûriyeta Polîsan a Geverê bi roketan ve çalakî pêk hat.

YPS daxuyand 30 tîmên taybet hatine kuştin

Ji roja yekem ve li qadên ku pevçûn diqewimin tevgera ambulansan gelek bal dikişîne, têkîldarî windayan di daxuyaniya fermî de hate gotin ku di 22'yê adarê de 3 tîmên taybet mirine. Di rojên din de jî hate gotin ku 2 tîmên taybet mirine. Lê herçiqas ve daxuyanî bê dayîn jî li gorî çavkaniyên herêmî windakî tên veşartin. Li taxên ku berdewam dike Kordînasyona Giştî ya YPS'ê daxuyand ku di 18 de 2, di 19'ê adarê de 5, di 22'yê adarê de 16, di 25'ê adarê de 7 tîmên taybet mirin.

Wan û Colemêrg ji bo Geverê meşiyan

Di roja 11'emîn a dorpêçê, ji Wan, Elbak, Colemêrg, Çelê, Şemzînanê û gundan ji bo şikandina dopêça li Geverê welatî hemû astengî derbaskirin û heta noteya Yenîkopruyê ya Cendirmeyan hatin. Leşkeran li vir gel astengkirin. Hêzên taybet ên AKP'ê bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin û nehiştin gel bikevin navçeyê.

Welatiyên ku bi zorê hatin derxistinv egeriyan taxan

Heman şevê hêzên dewletê êrîşên xwe Zêdetir kirin û li hemberî taxa Cumhuriyetê êrîş pêk anîn. Li vir welatî bi zorê ji malên xwe hatin derxistin û birin Navenda ÇAndê ya Selahattîn Eyyubî ya ku veguherandina "kampa temerkuzê." Welatiyên ku nexwestin navçeyê biterikînin serê sibehê careke din vegeriyan taxa Yenîmahalleyê.

Ji taxan dengê tîlîliyan bilind dibe

Hêzên dewletê yên ku nikarin berxwedanê bişikênen ji 25'ê darê vir ve navçeyê xira dikin. Di encama bombebaranê de gelek mal hatin xirakirin. Ji ber bombebaranê gelek mal hilweşiyane. Hêzên dewletê hewl didin bi dizî sikevin taxan. Hêzên YPS û YPS-JIN'ê li taxên ku dengê tîlîliyan bilind dibe berxwedanê didomînin.

(sa)