1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Geverî: Em destûr nadin hûn bikevin axa me
Geverî: Em destûr nadin hûn bikevin axa me,geverî,em,destûr,nadin,hûn,bikevin,axa,me

Geverî: Em destûr nadin hûn bikevin axa me

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Welatiyên Geverê ku di demên dawî de ji aliyê çapemeniya AKP'ê ve hedef tên nîşandan diyar kirin ku li hemberî êrîşên hêzên dewletê dê tu caran ji dîroka berxwedan û serkeftinê tawîz nedin û destûrê nedin ku hêzên êrîşkar bikevin axa wan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bênavber sewqiyata leşkerî tê kirin ji aliyê çapemeniya AKP'ê ve wekî hedef tên nîşan dan. Bi nûçeyên wekî "Gelo dora Geverê ye" "Piştî Cizîrê niha dora Geverê ye" ve tê armanckirin ku gel navçeyê biterikînin li aliyê din jî daxwazên rewa yên gel hedef tên nîşan dan. Welatiyên Geverê li hemberî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û li ser îhtîmala êrîşan diyar kirin ku ew ê li ber xwe bidin.

'Ez 69 salî me, 59 neviyên min hene ez ê axa xwe neterikînim'

Welatiyê bi navê Ahmet Akiçel ê 69 salî diyar kir ku ew ê bi tu awayî mala xwe neterikîne û peyama "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin" da. Açikel anî ziman ku ew ê desturê nedin ku hêzên dewletê mal û axa wan dagir bike û bi gotina "Bila tu kes nebêje ku em ê bêdeng bimînin" nêzîkatayi xwe nîşan da û wiha berdewam kir: "Kurê min li ser vî axê şehîd ket. Ev hikûmet dixwaze çi bike? Ma qey dibêje dê bi şer re ev tişt bi dawî bibe? Qey dibêje bi tirsandinê em ê axa xwe biterikînin? Em ê vî axê neterikînin. Ez 69 salî me û 59 neviyên min hene. Ji mu tu kes dê axa xwe neterikîne. Me hezar caran bikujin dê deh hezaran bên. Em ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Em ê tu caran destur nedin ku bikevin axa me, me qetil bikin, malên me bişewitînin. Em ê mil bi mil li ber xwe bidin. Bila bizanibin ku bi kuştinê dê me xilas nekin."

'Em ne alîgirên şer in lê...'

Ciwanê bi navê Alî Kormkaz jî diyar kir ku dema êrîş çêbibe ew ê li ber xwe bidin û wiha axivî: "Em wekî ciwanên geverî her tim li ber xwe da. Tu kesan axa xwe neterikandin û dê neterikînin jî. Gelê me aştiyê dixwaze lê heke ew êrîş bikin em ê jî parastina xwe ya cewherî pêk bînin. Gelê Geverê heta niha axa xwe neterikandine. Em wekî ciwan di vî pêvajoyê de çi bikeve li ser milê me em ê bikin."

Mustafa Aydın jî anî ziman ki şer tiştekî ne baş e lê heke li hemberî wan êrîş pêk bê ew ê jî xwe biparêzin, li hemberî êrîşan li ber xwe bidin.

Jinên Geverî dê di refên pêş ê berxwedanê de bin

Jina bi navê Serpîl Aydin jî anî ziman ku jinên kurd ji destpêkê heta niha di refên pêş ê berxwedanê de û hete êrîşek pêk bê ew ê bi berxwedanê êrîşan pûç bikin. Aydin wiha axivî: "Heke heta niha gelê Geverê axa xwe neterikandiye dê niha şunde jî neterikînin. Bila hemû kes vê bizanibe." Gurbet Kaya ya ku îfadeyên "Em ji bo parastina cewherî amade ne" bi kar anî jî wiha got: "Heke li dijî gel êrîş hebe em ê xwe biparîzin û li ber xwe bidin. Dê gelê Geverê bêdeng nemîne."

Sedat Korkmaz ê ku 22 sal in astengdarê fîzîkî ye jî bi gotinên xwe ve wekî ruhê Geverê vegot. Korkmaz ê got "dîroka Geverê tijî berxwedan e" anî ziman ku rewşa wî ya fîzîkî ji bo berxwedanê asteng nîne, Geverê gelek bedal daye û tu caran ji berxwedanê tawîz nedaye. Kormaz wiha got: "Dixwazin gelê me bidin koçberkirin. Dewlet stratejiyekî wisa dimeşîne lê hemû vala ye."

(sa)