1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Geylanî: Ev Çalakiyeke Kontrayî ye
Geylanî: Ev Çalakiyeke Kontrayî ye,geylanî,ev,çalakiyeke,kontrayî,ye

Geylanî: Ev Çalakiyeke Kontrayî ye

A+ A-

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, têkildarî bûyeran bombeyî ya duh li navçeya Gevera Colemêrgê pêk hat, diyar kir ku ev çalakî li ser navê kê hatibe kirin ne girîng e, lê ev çalakiyek kontraya û bi piştgiriya dewletê hatiye kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Husnu Bulgan jî diyar kir ku berpirsiyarê hemû kaosan Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e.

Li Geverê, di 19'ê sibatê de koma bi navê "MEZÎT" belavokên gefên "Em dê komkujiyê bikin" belav kiribûn. Piştî gefan duh li Geverê hewildana çalakiya bi "bombeyî" pêk bînin. Bi vê yekê gumana "provokosyanan" zêdebû. Parlementerê BDP'ê Hamît Geylanî, têkildarî mijarê, anî ziman ku çalakî bi piştigiriya dewletê û çalakiyeke kontra ye. Geylanî, da zanîn ku bûyer li ser navê kê dibe bila bibe, bi piştgiriya dewletê û kontra pêk hatiye û wiha got: "Ji ber ku di belavokên belavkirin de gotibûn ew dê di roja duşemiyên de 'Em dê cinayeta bikin. Xwînê birêjin' Li gel van gotina û belavokan polîs tu tedbîrên ewlehiyê nagire. Polîs dizane bi ser malan de bigire û gelek ciwanan binçav bike. Lê nagihije wan kesên ev balavok belavkirin. Tu kes ji vê yekê bawer nake. Li pey vê planê pêkutiyên taybet ên li dijî Geverê hene. Ji ber ku navçe û navenda Colemêrgê ji bo aştiyê û demokrasiyê dixebite. Ev proje ya dewleta kur e. Bila tu kes kesê nexapîne, bombekar û komkuj ji derve nayên. Ji ber ku gelê Geverê gelek bi rêxistinî ye. Ji derve tu kes nikare wisa bê li vir vê yekê bike. Incax JÎTEM, dewlet kûr û hêzên kontra yên li navçeyê van çalakiyan dikin. Lê divê neyên provakasyonê û lê dê gelê Geverê bersiva vê yekê bi hêz bide."

'Li ser Geverê listîk tên lîstin'

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Husun Bulgan jî hewildan wekî "senaryoya komkujiyê" nirxand û wiha got: "Berpirsiyarê kaosê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e. Her tim gelê Geverê bi pêkutiyên taybet hedef tê nîşandan û binçavkirin û girtinana provaya komkujiyan dikin. Çend roj berê li Geverê hêzên tarî belavok belavkiribûn. Gelek heqaretên giran li gelê me kiribûn. Îro xwestin bi bombeyan êrîşê li esnafeke me bikin. Lê esnafê me li gel birîndarbûnê ev yekê asteng kir. Rêxistinbûna gelê me dê planên hêzên tarî valbike. Em ji hikûmet, muxalefet û hêzên din re dibêjin. Gever li ser piyane dê li ser piyan jî be."

DÎHA (ft/mae)