1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Giliyên malbatan berdewam dike
Giliyên malbatan berdewam dike,giliyên,malbatan,berdewam,dike

Giliyên malbatan berdewam dike

A+ A-

Malbatên endamên HPG'ê yên ku di operasyonên leşkerî de tên îdîakirin ku bi çekên kimyevî jiyana xwe ji dest dane, der barê kesên ku di operasyonan de çekên kîmyevî bikar anîne de piştî serî li dozgeriyê dan niha jî serî li ÎHD'ê didin.

Çend roj berê hin malbatên ku zarokên wan yên HGP'î di pevçûn û operasyonên leşkerî de jiyana xwe ji dest dabûn bi sedema ku zarokên wan bi çekên kîmyevî jiyana xwe ji dest dane, serî li dozgeriyê û ÎHD'ê dan. Piştî serlêdana malbatan çend malbatên din jî ku zarokên wan di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn bi heman hincetê serî li dozgeriyê û ÎHD'ê dan. Piştî serlêdana hin malbatan, malbatên endamên HPG'ê Ridvan Aktaş (Demhat Koçer) û Omer Ekîncî yên di 18'ê gulanê de li navçeya tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabûn, bi îdîaya bi çeka kîmyevî jiyana xwe ji dest dane, serî li ÎHD'a Amedê dan. Dayika endamê HPG'ê Aktaş Feyim Aktaş, diyar kir ku kurê wê di 18'ê gulanê de jiyana xwe ji dest da, lê li ser bedena wî tu şopa guleyan tune bû û bawer dike ku kurê wê bi çeka kîmyevî hatiye kuştin.

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, jî diyar kir ku gelek malbatan serî li wan daye û ew dê di serê hefteyê de serlêdanên hemû malbatên endamên HPG'ê kom bikin û serê hefteyî bi komî serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.

Di 26'ê nîsanê de li navçeya Pilumoriya ya Dêrsimê 7 endamên HPG'ê, Ugur Utanç (Zerdeşt Çelenk), Şehmuz Alak (Rizgar Amed), di 28'ê adara 2006'an de û Bulent Tensik (Eriş Amed) û Muzaffer Pehlivan (Zafer) ve Fatih Çetin (Xemgin Amed) serê li ÎHD'ê dabûn û serlêdana sûc kirin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî