1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiya nexweş Celaliyan dibe ku çavên xwe winda bike!
Girtiya nexweş Celaliyan dibe ku çavên xwe winda bike!,girtiya,nexweş,celaliyan,dibe,ku,çavên,xwe,winda,bike

Girtiya nexweş Celaliyan dibe ku çavên xwe winda bike!

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Seroka ÎHD a Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku girtiya nexweş Zeynep Celaliyan a ku ji cîgera xwe nexweş e û xetereya herdu çavên xwe jî winda bike heye û ji ber vê yekê divê biryareke başbûnê bê dayîn. Boztoprak bang li hemû saziyên demokratîk kir xwes ji bo Celaliyan têbikoşin.

Girtiya bi navê Zeynep Celaliyan a ji bajaroka Mako ya rojhilatê Kurdistanê ye û di 2007'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin bi îdiaya "li dijî xwedê derketiye" "endama rêxistina dixwaze Îranê parçe bike ye" cezaya darvekirinê lê hatibû birîn. Celaliyan a ku 8 sal in di girtigehê de ye û niha jî di Girtîgeya Xoyê dimîne ligel ku nexweşiya cîgerê heye û xetereya herdu çavên xwe jî winda bike heye nayê berdan. Celaliyan a ku heke neyê dermankirin xetereya çavên xwe winda bike heye bi aweyeke nehiqûqî hevdîtina wê ya bi malbatê re jî tê astengkirin.

Seroka ÎHD a Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak a bal kişand li ser rewşa Celaliyan nirxandin kir anî ziman ku li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê kîjan rejîm be bila be taybetiyên wan ên hevpar nahêlin kurd bêhnê bigirin. Boztoprak destnîşan kir ku Celaliyan weke jineke têkoşer bi salan li Îranê Tê darizandin û rastî binpêkirinên magan tê û wiha axivî: "Yek ji binpêkirinên herî girîng ew e ku ligel ku rewşa wê ne baş e jî hê jî der barê wê de biryareke ku rewşa wê baş bike nehatiye dayîn."

'Em piştgiriyê didin têkoşîna Celaliyan'

Boztoprak da zanîn ku Celaliyan hem ji têkoşîna jinan hem ji têkoşîna Kurdistanê tê û li dijî rejîmên wekî ya Îranê li ber xwe dide û ew weke parazvanên mafên mirovan piştgiriyê didin têkoşîna Celaliyan, divê hemû parazvanên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin vê yekê. Boztoprak got ku li girtîgehên Tirkiyeyê jî rewş cuda nîne û girtiyeke nexweş ji ber çi girtî be bila be mafê wan ên jiyanê nikare bê binpêkirin. Boztoprak xwest ku hemû saziyên ku têkoşîna demokrasiyê didin ji bo ku rewşa Celaliyan bêbaşkirin têbikoşin.

(sa)