1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyan dest bi greve birçîbûnê kirin
Girtiyan dest bi greve birçîbûnê kirin,girtiyan,dest,bi,greve,birçîbûnê,kirin

Girtiyan dest bi greve birçîbûnê kirin

A+ A-

Li Sûriyeyê piştî ku çalakiyên li dijî binpêkirin û nelirêtiyan dest pê kir rejîma Beşşar Esad efûya giştî îlan kir lê li gel vê yekê jî li Girtîgeha Mislimiyeyê ku girtiyên kurd nehatin berdan. 200 girtiyên siyasî yên kurd dest greva birçîbûnê kirin.

Der barê mijarê de endama Însiyatîfa Malbatên Girtiyan Mehmet Osman daxuyanî da û got ku li Girtîgeha Misilmiyeyê 200 girtiyên kurd ên ku nahetine berdan di 15'ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Osman da zanîn ku dema hevdîtinê de girtiyan ev agahî dana wan û wiha berdewam kir: "Girtiyan got ku îdareya girtîgehê ji wan re gotiye efûya ki hatiye îlankirin ji bo wan e jî. Lê li gel ku 3 meh derbas bûye jî nehatine berdan. Berovajî vê li girtîgehê muameleyên xirab didomin û li gel ku girtiyên nexweş hene jî nayên dermankirin. Ji ber vê yekê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine."

Girtî dê heta rewş bê başkirin dê çalakiya xwe bidomînin û dixwazin biryara efûya giştî bê bicihanîn.

Li Sûriyeyê piştî ku çalakiyên gel dest pê kir di 15'ê Adarê şunde du caran efûya gişti hate îlankirin. Efûyên ku di 31'ê Gulanê û 21'ê Hezîranê de ji aliyê Beşşar Esad ve hatin îlankirin di pratîkê de nayê bicihanîn. DÎHA (sa)