Girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest da
Girtiyê Girtîgeha Tima M a Çewlîkê Mahmut Karataş ê 75 salî ku çave wî nedidît û nexweşê şekir bû, ji ber nehat dermankirin û serbest nehat berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê Girtîgeha Tima M a Çewlîkê Mahmut Karataş ê 75 salî ku çave wî nedidît û nexweşê şekir bû, ji ber nehat dermankirin û serbest nehat berdan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê yê 75 salî Mahmut Karataş ku demek dirêj e çavê wî nabîne û nexweşê şekir e, ji ber ku nehat berdan û nehat dermankirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karataş ku duh li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ji bo lêkolîna otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê jî ji ber mirina Karataş, meşa xwe ya Amarayê betal kir. Rêxistina BDP'ê ber bi meletiyê ve bi rê ket. Hate zanîn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê Karataş li Dêrsimê bê definkirin.
Hefteyek berê me nûçeya "Karataş di sînorê mirinê deye" çêkiribû
Di 18'ê sibata 2012'an de hevalên Karataş nameyek şandin û diyar kiribûn ku rewşa Karataş nebaş e û xwestibûn ku bi lezgîn Karataş serbest bê berdan. Karataş ji bo dermankirinê şandibûn girtîgeha Xerpêtê. Lê doktoran bi hinceta "Girtî dermankirin qebûl nekir" bi paşve vegerandibû. Karataş ji ber nexweşiya xwe hişê xwe winda kiribû. Girtiyan, anîbû ziman ku hevale wan 24 saetan di nava doşekê de ye û nikare pêdiviyên xwe bi xwe çareser bike.
(mae)
