1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtiyê nexweş ê 77 salî li dijî mirinê têdikoşe
Girtiyê nexweş ê 77 salî li dijî mirinê têdikoşe,girtiyê,nexweş,ê,77,salî,li,dijî,mirinê,têdikoşe

Girtiyê nexweş ê 77 salî li dijî mirinê têdikoşe

A+ A-

Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê girtiyê bi navê Alî Çelîk ê 77 salî li gel nexweşiya wî giran e nayê berdan û li dijî mirinê têkoşînek dijwar dide. Hevalê Çelîk Neşet Ilgaz, der barê rewşa Çelîk de nameyek şand û anî ziman ku Çelîk li ber mirinê ye.

Li girtîgehan her çend saziyên sivîl û parazvanên mafên mirovan balê dikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan jî disa girtiyên nexweş serbest nayên berdan. Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê girtiyê bi navê Alî Çelîk ê 77 salî li gel nexweşiya giran nayê berdan û tekoşinek dijwar didin. Li gel ku Çelîk temenê wî mezin e û nexweşiya wî giran e jî serbest nayê berdan û li benda alîkariyê ye. Hevalê Çelîk Neşet Ilgaz, bi boneya balê bikşîne ser tenduristiya hevalê xwe nameyek şand, Ilgaz, anî ziman ku ew û Çelîk di heman odeyê de dimînin û her ku diçe rewşa hevalê wî Çelîk giran dibe. Ilgaz, da zanîn ku ji ber cezayê Çelîk hatiye erêkirin hatiye girtin û wiha nivîsand: "Piştî Çelîk hate girtin nexweşiya wî li wî giran bû. Ji ber ku temenê wî mezin e û her ku diçe nexweşiya wî giran dibe, girtîgeh lê bûye zinadan. Dema hate girtin ew şandin Meletiyê û ji wir jî şandin Qeyseriyê û herî dawî jî şandin Kurkçulerê. Di gera li girtîgehan de îşkenceyek gelek mezin dît. Niha nikare êdî pêdiviyên xwe yên biloyojîk jî pêk bîne. Dema xwarin dixwe verdişe. Doxtor jî dibêjin pençeşêr li hemû bedena wî belav bûye û êdî tu fêdê nagire.

'Hem terorîst e û hem jî mafê tenduristiyê dixwaze'

Girtiyê bi navê Cezmî Aksû ku ji Girtîgeha Tîpa T a Oltuya Erziromê jî name şand bal kişand ser heman pirsgirêkan û da zanîn ku hevalê wî yê girtî Yaşar Alat, nayê dermankirin. Aksû, da zanîn ku Alat, dema diçe nexweşxaneyê, bi gotina "Hûn hem terorîst in û hem jî mafê tenduristiyê dixwazin" û rastî neheqiyê tên. Aksu, da zanîn ku ger Alat neyê dermankirin dê rewşa wî giran bibe. DÎHA (mae)