1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Girtî: Pêkanîn êdî nayên qebûlkirin
Girtî: Pêkanîn êdî nayên qebûlkirin,girtî,pêkanîn,êdî,nayên,qebûlkirin

Girtî: Pêkanîn êdî nayên qebûlkirin

Girtî: Pêkanînên li Şakranê êdî nayên qebûlkirin

A+ A-

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê bertek nîşanî pêkanînên li ser wan tên meşandin dan û diyar kirin ku êdî ev pêkanîn vegeriyaye îşkenceyê û nayê qebûlkirin. Girtiyan, diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê dixwaze wan ji nasnameya wan dûr bixe û ji niha û şûnde tiştekî xerap pêk bê Wezareta Dadê berpirsiyar e.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê diyar kirin ku li girtîgehê êdî pêkanînên nayên qebûlkirin tên meşandin. Girtiyê bi navê Seyfettin Yavuz, der barê pêkanînên li ser wan tên meşandin nameyek şand. Yavûz, anî ziman ku 6 meh berê li gel 80 hevalên xwe ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Şakranê hatin kirin. Yavuz, da zanîn ku bi hinceta tih tune ew sirgûnî vir kirin û bêyî ku malbatên wan agahdar bike ew şandin vir. Yavuz, diyar kir ku destê wan kelepçe kir û li rîngê suyar kirine û wiha got: "Niha ziyaretên malbat û parêzeran nayê kirin. Di darizandinê de parêzer nikare parastinê biken û ew nikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Yavuz, anî ziman ku dê yekem car piştî 16 mehan di roja 15'ê çile de derkevin pêşberî dadgehê.

'Malbatên me jî ceza dikin'

Yavuz, anî ziman ku ji roja hatine Şakranê heta niha bi rêk û pêk rastî îşkeneya fîzîkî û derûnî tên û hemû mafê wan ê civakî û çandî ji destê wan tê girtin. Yavuz, da zanîn ku di hêjmartin, revîr, telefon û hevdîtinên malbatan de her tim rastî neheqî û tundiya derûnî û fîzîkî tên. Yavuz, daxuyand ku girtiyên nexweş dereng tên sewqkirin û

Yavuz, da zanîn ku li girtîgeha zarok û ciwanan jî heman zext û zordari heye û mafê girtiyan tê binpêkirin û wiha got: "Hevalên me rastî 10 roj cezayê hucreyê hatin. Hevalên me yên çûn Amedê tev li dozê bûn, 2 rojan îşkenceya rê kişandin. Mafê xwan ê xwarin, xew û westînê hate binpêkirin. Em dixwazin raya giştî li hemberî vê yekê hişyar tev bigere. Em bang li saziyên wekî ÎHD, ÇHD û parazvanên mafên mirovan dikin ku vê yekê bipirsin û eleqeder bibin. Heta niha 108 girtiyên ku li vê girtîgehê dimîne bi rêya malbatên xwe daxuyaniyên binpêkirina mafan kirin. Ev pêkanîn êdî nayên qebûlkirin. Ger ku tiştekî neyînî pêk bê berpirsiyar Wezîrê Dadê ye.

30 girtî rastî 10 roj cezayê hucreyê hatin

Yavuz, binpêkirina mafan wiha rêz kir: Hevalên me yên sewqî vir tên rastî lêgerîna tazî tên. 30 hevalên me yên ji Mêrdînê hatin rastî 10 roj cezayê hucreyê hatin. Alavên ku malbat ji zarokên xwe re tînin nadin wan. Hevalên me her ku diçin hevditina malbat, parêzer û revîrê rastî lêgerînê tên. Me dernaxin ziyaretên hevpar. Em nikarin sûdê ji mafê xwe çandî û wersîjê bistînin. Mafê me yê sûdgirtina pirtûkxaneyê tên astengkirin. Rojên hevdîtinê li gori xwe plan dikin. Bêyî me tev li rûniştina dozê bikin ceza li me dibirin. Me ji bo rûniştina dozê 2-3 rojan bi rîngan dişînin dadgehê. Hevalên me bi kelepçeyan dibin dadgeh û nexweşxaneyan. Tundiya fîzîkî û derûnî tê kirin. Serlêdanên me li ber çavan nayên girtin. Li dijî hevalên me yên jin pêkanînên nayên qebûlkirin tên meşandin."

(mae)