1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Girê Spî ji bo înşaya Rojava destkeftinekî mezin e'
'Girê Spî ji bo înşaya Rojava destkeftinekî mezin e',girê,spî,ji,bo,înşaya,rojava,destkeftinekî,mezin,e

'Girê Spî ji bo înşaya Rojava destkeftinekî mezin e'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Rojnameger Celal Başlangiç diyar kir ku AKP heya niha ji çîrantiya DAIŞ'ê nerihet nebû lê piştî PYD û YPG bû cîran dest bi nerihetiybê û û wiha got: "Piştî Girê Spî bi Kobanê ve hat girêdan nêzîkahiyên sexte yên aştiyê yên Erdogan jî vala derketin." Rojnameger Fehîm Taştekîn jî diyar kir ku tetîna Girê Spî tê wateya DAIŞ dê berteraf bibe û wiha got: "Piştî kurd careke din hatin wêherêmê ji bo înşaya Rojava geşedanekî gelek girîng e."

Şervanên YPG/YPJ'ê û hêzên Burkan El-Fîrat di çarçoveya hamleya "Fermandar Rûbar Qamîşlo" de Girê Spî hate azadkirin. Rojnameger Celal Başlangiç û Fehmî Taştekîn têkildarî polîtîkayên Tirkiye û azadkirina Girê Spî ji DÎHA'yê re axivîn.

'Heke Efrîn û Kobanê jî bibe yêk kurd dê bibin cîranê Tirkiyeyê'

Rojnameger Celal Başlangiç diyar kir ku piştî azadkirina Girê Spî 3 katonên Rojava careke din pêvajoya destpêkê dijîn û ev azadkirin tê wateya texrîbata berî şer û piştî şer ji holê rabikin e. Başlangiç anî ziman ku piştî Kobanê Girê Spî jî azad bû qadekî tevgerê ya mezin çêbû tenê Efrîn maye û wiha got: "Heke 3 kanton bibin yêk sînorê 780'ê Tirkiyeyê û Suriyeyê dê kurd bibin cîranê Tirkiyeyê. Bi vê yêkê êdî li Suriyeyê hebûna kurdan nayê înkarkirin û dê pergala xwe pêk bînin. Em ev yêk bi Kobanê, Cîzîr û Efrînê dît lê dê bi vê yêkê şansê li Rojhilata Navîn terzekî nû afirînin bi dest bixin."

'Girê Spî bi Kobanê re bû yêkê geşedanekî nêzîkahiyên aştiyane yên sexte yên Erdogan jî vala derxistin'

Başlangiç balkişand ser serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê û azadkirina Girê Spî û got ku di hilbijartinan de berxwedana Kobanê bandorekî mezin pêk naî û wiha axivî: "Di pêvajoya Kobanê de hilbijarên AKP'ê yên kurd dîtin ku Erdogan aktorekî bi bawer nîn e. Li bajarên kurd lê dijîn AKP êdî tune dibe. Sedema vê yêkê kurd êdî bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê naynin û tenê di demên hilbijartinê de ji bo dengan bigirin wan weke amûr dibînîn dîtin. Dîsa pêvajoya Kpbanê rûyê AKP'ê û Erdogan derxist holê. Niha helwesta AKP'ê ya li hemberî Girê Spî û Kobanê jî li holê ye. Tirkiye heya niha ji cîrantiya DAIŞ'ê nerihet nebûn lê piştî kurd, PYD û YPG'ê bû ciran dest bi nerihetiyê kir. Vê yêkê bi cudahiya li hemberî tirkmen û ereban pêk tê tîne ziman. Lê heya 3-4 sal berê kurd ji ber cudahiyên nîjadî ji cihên xwe dihatin koçberkirin. Lê wan ev yêk nedît. Dîsa azadkirina Girê Spî di heman demê de geşedana nêzîkahiyên aştiyan ên sext yên Erdogan vala derxistinê ne."

‘Bi Girê Spî ve destkeftiyeke mezin bi dest xistin’

Rojnameger Fehîm Taştekîn diyar kir ku ketina Girê SPî Tê wateya ku tehdîda DAIŞ’ê di asteke girîng de hatiye berterefkirin û wiha berdewam kir: “DAIŞ a ku di navbera Girê Spî û Kobanê de bû û bi vî rengî hem rojhilat hem jî rojava tehdîd dikir bi hêza ji Raqqa yê digirt ve bênavber êrîş pêk dianî. Ev xetere ji holê hate rakirin. Bi vê re rewşeke ku berdewama cografyayê xira dikir hebû. Ango li Girê Spî di 2012’an de kurd hatibûn derxistin. Bi hatina kurda a vê derê re YPG’ê ji bo înşakirina Rojava destkeftiyeke mezin bi dest xist.” Taştekîn DAIŞ şiband heştpê û anî ziman ku ji ber lig elek deveran belav bûye jig elek cihan YPG’ê tehdîd dike ji ber vê yekê jî xetereya DAIŞ’ê ji holê ranebûye, Taştekîn da zanîn ku Raqqa demarê esasî yê ku DAIŞ’ê xwedî dike ye û heta ev hebe xetere jî bi dawî nabe, lê niha ketina DAIŞ’ê ya kantona din a Rojava Afrînê, YPG dikare wê derê biparêze.

‘Erdogan şerê kurd û ereban dikişkişîne’

Tekîn bal kişand li ser bandora ketina Girê Spî ya li ser Tirkiyeyê jî û got ku AKP’ê bi gotina “Kobanê ket, dê bikeve” ve hilbijêrên kurdan winda windakiriye û wiha berdewam kir: “AKP di nava xwe de nîqaş dike ku ev yek şaşîtiyeke pir mezin e lê ji bo serokomar Erodgan hê jî tiştek nehatiye guhertin. Ji ber ku nehatiye guhertin jî li dijî Girê Spî bertekeke manîpulatîf da. Hêj operasyonê dest pê nekiribû Erdogan, hêj Girê Spî neketibû, hêzên YPG û Burkan El Firatê neketibûn Silûkê gotina ‘ Li dijî tirkemn û ereban li wir paqijiya nijadî tê kirin û li şûna wan kurd tên bicihkirin’ bi kar anî. Ev gotina ji Kobanê xeteretir e. Dema ku gotina ‘Kobenê ket, dê bikeve’ bi kar anî kurd biçûk xist lê bi gotina ‘li dijî tirkmen û ereban paqijiya nijadî tê kirin’ ve şerê di navbera kurd û ereban dikişkişîne. Kesê ku di meqema serokomariyê de rûdinê mat iştekî wisa dike? Ev dê ji Tirkiye û AKP’ê bide windakirin.”

‘Erdogan dijminatiya xwe li Girê Spî jî didomîne’

Taştekîn helwesta Erdogan a katine Girê Spî, bi serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de bi dest xist ve girê dide û wiha axivî: “Erdogan ji bo 3-5 dengên neteweperest ev yek nekir, ez bi vê nebawer im. Li vir reklekseke din heye. Erdogan li ciheme ma û bi vî asêbûna xwe ve jî siyasetê dimeşîne. Ewil li Kobanê dest pê kir û piştre jî HDP wekî partî kete hilbijartinan û vê yekê psîkolojiya Erdogan xira kir. Sedema herî girîng a windakirinê HDP dibîne. Difikira ku hemû plan û xeyalên wî yên serokatiyê ji aliyê HDP’ê ve hate asêkirin û ji ber vê yekê jî dijminatiyê dike.Vê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê j îli Girê Spî û herêmên din dixwaze bidomîne.”

(bd/sa)