1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Gola Nemrudê bêxwedî hiştine
Gola Nemrudê bêxwedî hiştine,gola,nemrudê,bêxwedî,hiştine

Gola Nemrudê bêxwedî hiştine

A+ A-

SALÎH SERTKAL Gola Krater a Nemrudê ku gola herî mezin a kraterê ye li benda turîzmê ye. Gola ku bêxwedî maye ji bo ku ji vê rewşê bê rizgarkirin rayedaran tiştek nekir. Midûriyeka Daristan û Hawirdorê ya Bedlîsê weke navnîşan Lijneya Bilind a Abîdeyan nîşan da, lijneyê jî midûriyet nîşan da.

Gola Kratar a Nemrudê ku li Bedlîsê ye û navê xwe ji hikûndarê Babîlê Nemrut ê ku di salên Beriya Zayinê 2100'an de jiyaye girtiye terkî qedera xwe hate kirin. Gol li Tirkiyeyê gola herî mezin a kraterê ye li cîhanê ye gola duyemîn e. Weke xweşikbûneke xwezayî ya bêhempa ye. Ji ber ku danasîna wî nayê kirin ji bo turîzmê jî nayê vekirin. Li qada kraterê bi tevahî 5 gol hene. Cihê herî bilind 3050 metre ye. Germahiya golê li her derê golê cuda ye. Li hin cihên wî av germ e, li golên din av sar e.

Li golê 68 cihên volkanê hene, ji bilî golan paceyên hilmê, şikeftên hilmê, germavên ku ji bo romatîzmayê baş in hene. Di nava karterê de 2 şikeftên cemedê weke klîmayên xwezayî hene. Tê gotin ku ev paceyen hilmê ji bo nexweşiyên bêhntengiyê, bronşîtê baş e. Ji bilî vê li herêmê gelek sewalên kovî hene. Lê heke tedbîr neyên girtin dê tune bibin. Di nava kraterê de gelek kosî û hirç hene, disa gelek cureyên çûkan jî hene. Nebatên li herêmê jî kesên ku ji bo gerê diçin herêmê sermest dikin.

Midûriyeka Daristan û Hawirdorê xemsar e

Heke bê bikaranîn ev gol ji bo turîzmê çavkaniyeke girîng e, lê ji ber ku Midûriyeta Daristan û Hawirdorê ya Bedlîsê danasîna golê nake ev der nayê nirxandin û sûd jê naye wergirtin. Mirov dikare ji Tetwan û Xelatê ji du riyên xirab bûne biçe kraterê. Ji ber ku rê ne baş in û kendal pir zêde ye kesên ku diçin herêmê bi xetereye mezin re rû bi rû dimînin. Her wiha ji ber ku nîşaneyên rê nîn in jî kesên ku diçin nikarin bi reheti bigerin.

Der barê mijarê e Midûrê Daristan û Hawirdorê yê Bedlîsê Yusuf Kadi îdia kir ku pirsgirêkên ku diqewimin ji wan naqewimin. Kadi da zanîn ku ji ber ku gola Nemrutê "abîdeya xwezayê ye" girêdayî wan e lê riyên abîdeyên xwezayê ji aliyê Lijneya Bilind a Abîdeyan ve divê bên çêkirin û ji bo vê yekê jî divê Wezareta Turîzmê serlêdanê bike.

Rayedarên Lijneya Bilind a Abîdeyan ê Herêma Wanê jî îdia kirin ku berpirsyarî ne ya wan e û ya Midûriyeta Daristan û Hawirdorê ya Bedlîsê ye. DÎHA (sa)