1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Google Pêşvetir Diçe
Google Pêşvetir Diçe,google,pêşvetir,diçe

Google Pêşvetir Diçe

A+ A-

Dema mirov di Google li navê malperekê digere, Google bi wî navî çend malper hebe, an jî ew nav di çend malperan de derbas bûbe hemûyan rêz dike.

Lê êdî tiştekî çêtir şûna vê yekê digire. Di wêneyê jêrîn de hûn beşa Rojnameyên Kurdî dibînin. Di vir de ji bo her rojnameyekê kurtedanasînek jî hatiye nivîsandin. Li gor vê yekê dema kesek di Google li gotina "Awêne" bigere, Google malpera wê nîşan dike û wiha dibêje "Malpera Rojnameyeke Kurdî ya Herêma Kurdistana Başûr ku li ser kaxezê çap dibe."



Ev danasîn ji bo hemû malperên kurdî yek bi yek niha tê kirin. Malper wekî Nûçe, Kovar, Rojname, Herêmî, Bajar, Şaredarî û hin wekî din tên kategorîzekirin û yek bi yek danasîna wan a kurdî tê kirin.

Ev tişt ji bo zimanên din jixwe hebû. Ji bo kurdî jî hebû, lê ne zêde aktîf bû. Google'ê piştî ku DMOZ'ê jî xwe nû kir, ev xizmeta xwe jî derbasî asteke bilindtir kir.

Ji bo agahiyên bêhtir tu dikarî bi nivîskarê vê nûçeyê re têkevî têkiliyê.


Bêjeyên Miftehî