1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Google'ê sînorê Kurdistanê kişand
Google'ê sînorê Kurdistanê kişand,google,ê,sînorê,kurdistanê,kişand

Google'ê sînorê Kurdistanê kişand

A+ A-

HEWLÊR (ANF) - Google Maps’ê li gorî bicihbûna Kurdan a çandî (jeo-çandî) û dîrokî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn, xetên sînorê Kurdistanê kişand. Di pênaseya nexşeya Kurdistanê de tê gotin ku Kurd ji Rojhilatê Tirkiyeyê re Kurdistana Bakûr, ji Bakûrê Iraqê Kurdistana Başûr, ji Bakûrê Rojavayê Îranê re “Kurdistana Rojhilat” û ji Bakûrê Sûriyeyê re jî “Kurdistana Rojava” tê gotin.

Nexşeya Kurdistanê bi xetên sor li ser malpera Google Maps ya ku seranserê Cîhanê nîşan dide hat kişandin. Sînorê Kurdistanê li gor bicihbûna ziman, çand û dîroka Kurdan hatiye kişadin. Di pênaseya nexşeyê de tê gotin ku jimarek zêde ya şêniya Kurdan heye û Kurd xwedî nasnameyek netewî ya kervnar in.

KURD XWEDÎ NASNAMEYEK NETEWÎ YA DÎROKÎ NE

Nexşeya bal dikişîne li ser kevnariya nasnameya çandî, ziman û dîroka Kurdan û diyar dike Kurd xwedî nasnemeye netewî ya dîrokî ne. Li gor vê di pênaseya nexşeya Kurdistanê de tê gotin ku Kurd ji Rojhilatê Tirkiyeyê re Kurdistana Bakûr, ji Bakûrê Iraqê Kurdistana Başûr, ji Bakûrê Rojavayê Îranê re “Kurdistana Rojhilat” û ji Bakûrê Sûriyeyê re jî “Kurdistana Rojava” tê gotin.

Herwiha tê diyarkirin ku ev nexweşeya jeo-çandî (Geo-cultural) yak u li ser Google Mapsê hatine kişandin, xwedî dîrokek e û mînaka vê nexşeya Kurdistanê di gelek belgeyên agahiyên dîrokî yên li ser Kurdan de hene.

SÎNORÊ KURDISTANÊ

Li gor nexşeya Kurdistanê ya Google Maps bi xetên sor kişandî, xala herî dûr a Rojhilatê Kurdistanê ku wek Kurdistana Rojhilat hatiye binavkirin digihe bajarê Hemedanê ku di dîrokê bûye paytexta pêşiyên Kurdan, Medan. Dîsa xala herî dûr a Bakûr jî digehe Qers û Erdexanê, ya Başûr jî Kerkûk û Mûsil û Rojava jî digihe Sêwaz, Meletî û Dîlokê.

AMED MEZITIRÎN BAJARÊ KURDAN E

Di nexşeyê de Kerkûk û Mûsil jî dikevin nava xaka Kurdisatnê û diyar dike ku li her çar beşên Kurdistanê bajarek navendî heye. Li gorî vê Amed navenda Bakûr û di pênaseya nexşeyê de tê gotin ku Amed mezintirîn bajarê Kurdistanê ye. Herwiha Amed di jiyana polîtîk a Kurdên Tirkiyeyê de xwedî cihekî pir girîng e

Dîsa Sine jî wek navenda Rojhilat, Hewlêr jî wek navneda Başûrê Kurdistanê û paytexta Hikûmeta Herêma Kurdistanê pênase dike. Herwiha Qamîşlo jî wek mezintirîn û girîngtirîn bajarê Kurdan ê li Sûriyeyê nîşan dide.

Kesên kur dixwazin nexşeya Kurdistanê li ser Google Maps bibîne bila serdana lînka li jêr bike:

Ji bo Dîtinê Vir Bitikîne