1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Goran: Divê hikûmet ji nû ve bê avakirin
Goran: Divê hikûmet ji nû ve bê avakirin,goran,divê,hikûmet,ji,nû,ve,bê,avakirin

Goran: Divê hikûmet ji nû ve bê avakirin

A+ A-

Li Herêma Fedaral a Kurdistanê rêxistina Goran di malpera fermî ya înternetê “sbeıy.com” de daxuyanîyek da û daxwaza feskirina hikûmet û parlementoya herêma kurdistan kir.

Li Herêma Fedaral a Kurdistanê rêxistina Goran di malpera fermî ya înternetê “sbeıy.com” de daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de daxwaza îstîfaya hikûmetê û feskrina parlementoyê kir û xwest ji nûve hikûmet bê avakirin. Rêxistina goran di malperê de wiha got: "Em dixwazin hikûmeta YNK û PDK'ê îstîfa bike û parlementoya herêmêye ji nûve bê avakirin. Em dixwazin di nava 3 mehan de hikûmet îstifa bike û ji nûve hilbijardin pêk bê." Di berdewama daxuyaniyê de hati diyarkirin ku hikûmetê tirs xistiye dilê gel û wiha domand: "Di asta navneteweyî de hemû dewlet pêşwaziya guhertinên demoktasiyê dikin. Em li Kurdistan weke rêxistina Goran daxwaza demokrasiyê dikin. Her wiha hikûmetê ji bo daxwaz û xizmeta gel tu gavên erênî neavêtiye. Dîsa ji bo demokrasiyê jî tu gavên erênî neavêtiye. Bêdadî û tirs xistiye nava gel."

Goran, di daxuyaniyê de, daxwazên xwe wiha rêz kir:

"* Divê PDK û YNK, mudaxeleya hikûmet, parlamento, dadgeh, asayiş û hêzên pêşmerge nekin. * Divê Asayiş, Zanyarî, Parastin û Pêşmerge, mudaxeleya karên siyasî, çalakiyên cemawerî nekin. Berpirsên van dezgehan jî, bêalî bin. * Divê hikûmeta niha ya PDK û YNKê îstîfa bike û hikûmetek nû ya demî û bêalî bê avakirin. * Divê parlamento bê fesihkirin. * Birêveçûna hilbijartinek paqij ku ji 3 mehan zêdetir nebe. * Vegerandina mal û mulkên hikûmet û gel ji aliyê partiyan û karbidestan ve. * Reşkirina pêşnûmeya destûra herêmê û hemû ew yasayên ku pêwendî bi rêveberiyê ve hene."

Her wiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî bersiva daxuyanîyê da û wiha got: “Goran ne li gorî zagonan daxwaza gohertina perlemento û hikumetê kiriye. Divê guhertin bi hilbijartinê pêk bê.

Hisên, diyar kir ku ji ber daxuyaniya tevgera Goran, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê sibê ligel hemû partî û aliyên siyasî bicive.

DÎHA (at/mae)