1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Goran: Em ji bo nîqaşkirina daxwazên xwe amade ne
Goran: Em ji bo nîqaşkirina daxwazên xwe amade ne,goran,em,ji,bo,nîqaşkirina,daxwazên,xwe,amade,ne

Goran: Em ji bo nîqaşkirina daxwazên xwe amade ne

A+ A-

HEWLÊR - Piştî nîqaşên di navbera Tevgera Goran û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de, sazî û rêxistinên sivîl ji bo aramkirina rewşê ketin nava liv û tevgerê. Saziya bi rayedarên YNK û Goran re hevdîtin pêk anî. Berdevkê Tevgera Goran jî got: “Em amade ne derbarê daxwiyaniya xwe de gotûbêj bikin.”

Piştî rageşiya siyasî ya di navbera hêzên Başûrê Kurdistanê û nîqaşên di navbera aliyan de, rêxistinên civaka sivîl ketin navber û bi rayedarên PDK, YNK û Tevgera Goran re hevdîtin pêk anîn. Hersê aliyan bi awayek erênî nêzî hevdîtinê dibin.

Berdevkê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm ji malpera Xendan re wiha axifî:“Tevgera Goran ji bo civîn û rûniştinên li gel her alî û hêzekî siyasî, ji bo gotûbêjkirina derbarê siyaset û daxwazên wê tevgerê de amade ye.”

Serokê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa ji nûnerê civakên sivîl re diyar kir ku, derbarê daxwiyaniya xwe de amade ne li gel Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê gotûbêjan bikin bi mercê berpirsên PDK jî di civînê de amade bin.

Endamê Serokatiya YNKê Ferîd Eseserd jî dibêje: “YNK, PDK û Tevgera Goran civîneke sêqolî red nekirine bo nirxandina rewşa niha ya herêmê, gotûbêjkirina li ser daxwiyaniya Tevgera Goran û encamdana reforman. Lê ne diyar e wê ew civîn kengî bê lidarxistin û ji bo sazkirina wê civînê çend cidiyet heye.”

DUh derbarê heman mijarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih ji rojnamevanan re axivî û got; “Pêwîst e hemû alî bo aramkirina rewşa Herêma Kurdistanê hewl bidin û reform di çarçoveya yasayî de bên kirin.’’ Herwiha Cîgirê Yekem ê Serkreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ji nûnerê rêxistinên civaka sivîl re gotiye, “YNK ji bo nîqaşkirina daxwiyaniya vê dawiyê ya Tevgera Goran amade ye li gel Goran bicive.”

Berpirsê Ragehandina Serokatiya PDK’ê Arî Hersîn jî daxwiyand ku; “Polîtbûroya PDKê ji bo civînên sêqolî yên ji bo çareserkirina rewşa herêmê amade ye, lê dem û cihê civînê ne diyar e.”