1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gore jî bişibin hev 60 sal ceza!
Gore jî bişibin hev 60 sal ceza!,gore,jî,bişibin,hev,60,sal,ceza

Gore jî bişibin hev 60 sal ceza!

A+ A-

Dozgerê Komarê Recep Bakirci, der barê Endama Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (DYG) Ayten Tikit bi îdîaya di çalakiyên şermezarkirina biryara YSK'ê ya vetoyê de li Wanê beşdarî çalakiyê bûye û gora wê dişibe ya çalakvan 60 sal cezayê girtîgehê jê xwest.

Li Wanê piştî biryara YSK'ê ya 19'ê nîsanê ya vetoya namzetên Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê li Wanê jî çalakî hatin lidarxistin. Piştî çalakiyan polîsan bi ser Konê Çareseriya Demoratîk yê li Parka Ehmedê Xanî hatiye vedan de girt û li gel endama DYG'ê Ayten Tikit gelek kes binçavkiribûn. Piştî bûyerê der barê Tîkît de doz hate vekirin. Dozgeriyê îdîanameya der barê Tîkît de amade kir pêşkêşî 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê kir. Dadgehê îdîanameqebûl kir û dê danişîn di 30'ê hezîranê de bê dîtin. Dozgeriyê hemû îdîaname li ser delîl û daxuyaniyê polîsan amade kir û heta 60 salan cezayê girtîgehe dixwaze. Dozgeriyê li ser dîmenên polîsan diyar kir ku di çalakiya molotofkirina avahiya Turk Telekomê de gore û pêvala kesa molotof avêtiye avahiyê û ya Tîkîtê dişibin hev.

Tenê dîmenên polîsan delîl nîşan da

Dozgerê Komarê Recep Bakirci, di îdîanameyê de ter barê Tîkît de wiha îdîea kir: "Tîkît, li gorî peymana KCK'ê roja bûyerê li ser bana KCK-TM'ê beşdarî çalakiya bêdestûr bûye. Di çalakiyê de li komê, sloganên dijzagonî berz kiriye û molotof avêtiye avaihyên banka, telekom û avahiyên cemaweriyê. Dema kevir avêtiye hêzên ewlehiyê ji bo nayê naskirin rûyê xwe girtiye. Dema molotof avêtine avahiya telekomê jî agir bi dervê avahiyê ketiye." Dozger Bakirci, îdîa kir ku her çend serê wê girtî be jî di dîmenan de tê dîtin ku gore û pêlavên wan dişibin hev.

Dozger Bakirci, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye", "Li hemberî karên hêzên ewlehiyê bûye asteng", "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "Teqemenî vehewandiye" û "Ewlehiya tevahî xistiye talûkeyê" heta 60 salan cezayê girtîgehê dixwaze.

'Ji ber ku gore û pêlav dişibin hev ewqas ceza'

Parêzerê Tîkît Sabahattîn Kaya, diyar kir ku dema muvekîla wî hate binçavkirin rêxistinê tu bangê bi vî rengî nekiribûn û di heman rojê de di serdegirtina Konê Çasereseriya demokratîk de hatiye binçavkirin. Kaya, anî ziman ku nakokiyek mezin heye û hincetê jî "Pêlav û goreyê wan dişibin hev" wekî delîl dide nîşandan. Kaya, anî ziman ku ev îdîayên tên kirin li dijî rastiyê ye û tiştekî wisa tune ye. Kaya, anî ziman ku dê danişîn di 30'ê hezîranê de bê dîtin.

(mae)