1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gorek komî ya din jî derket
Gorek komî ya din jî derket,gorek,komî,ya,din,jî,derket

Gorek komî ya din jî derket

A+ A-

Derket holê ku 5 endamên PKK'ê yên di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest dane li Gundê Biloka ya Navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi komî hatine definkirin. Azîz Belekê ku dibêje birayê wî Huznu Belek (Serwebûn) jî di vê gora komî de hatiye definkirin ji bo alîkariya hiqûqî bigire serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê da.

Li heremê her diçe şopên şerê qirêj yek bi yek derdikevin holê. Şopên şerê qirêj yên herî zêde bandor li ser raya giştî dike jî van rojan gorên komîne. Piştî li gelek cihên heremê gorên komî derketin holê vê car jî li gundê Bilokanê ya Qoserê gorek komî derket holê. Li gorî agahiyên ku şahideke naxwaze navê xwe bide li vê derê 5 endamên PKK'ê yên yên di nav de Huznu Belek (Serwebûn) ku di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest dane li vê derê bi avayeke komî hatine definkirin. Şahidê ku naxwaze navê xwe bide, diyar kir ku wê demê li çoltera gundê Bilokanê di encama pevçûnê de 5 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabûn û bûyer wiha vegot: "Piştî ku van kesan jiyana xwe ji dest dan leşkeran xwest ku em wan bi komî defin bikin. Cenazeyên wan li ser pişta ker û hêstiran anîn nêzî gund. Piştre jî ji me xwestin ku em cenazeyan defin bikin. Li ser daxwaza wan me ji cenaze di nava beteniyan de pêçan û li cihê ku tê gotin 'Dara Xemlê' bi komî defin kir." Şahidê bûyerê, got ku wijdana wî ew gelek ew aciz kiriye û wiha biçe dê ji ber vê ezabê bimire. Şahid xwest ku dixwazin malbat bên xwedî li cenazeyan derkevin û ji bo wan goran çêkin.

'Bila dewlet cenazeyê me radestî me bike'

Li ser vê pêşveçûyînê, welatiyê bi navê Azîz Belek ku diyar kir ku birayê wî Huznu Belek (Serxwebûn) di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye li gundê Bilokê hatiye definkirin ji bo gora komî bê vekirin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê da. Belek, got ku dixwaze bila gorek birayê wî hebe û wiha pêde çû: "Li herema me şerek hate jiyîn. Ji her dû aliyan ji mirovan jiyana xwe ji dest da. Qet nebe bila gorek birayê min hebe. Bila dewlet cenazeyê me radestî me bike. Ev gorên komî şerma dewletê ye. Lazim e dewlet ji vê rûreşiyê xwe paqij bike."

DÎHA (lg/sa)


Bêjeyên Miftehî