1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gotinên serbazên li ser sînor cihê gumanê ne!
Gotinên serbazên li ser sînor cihê gumanê ne!,gotinên,serbazên,li,ser,sînor,cihê,gumanê,ne

Gotinên serbazên li ser sînor cihê gumanê ne!

A+ A-


EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser bûyera derbasbûna artêşa Tirk di axa Rojava de şandeyekê ji rûspiyên herêma Girkê Legê 3 caran bi serbazên artêşa Tirk re hevdîtin pêk anî û her carekê serbaz bi rengekî diaxivîn.

Di 23’yê Kanûna 2015’an de ango vê mehê hêzên artêşa Tirk derbasî gundê Banokiyê û Serimsaxê yên girêdayî herêma Girkê Legê bûn.DERBASBUNA-ARTESA-TIRK-LI-ROJAVA-5

Çavkaniyan ji gundên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînor diyar kirin ku beriya artêşa Tirk derbasî axa Rojava bibe, hin hêzên leşkerî yên cudayî artêşa Tirk bi serbazên artêşa Tirk re li ser sînor digeriyane.

Di heman rojê de artêşa Tirk tevî gelek alavên xwe 150 metreyan derbasî axa Rojava bû û amadekarî dikirin, da ku herêmê bixe bin serweriya xwe.

Piştî ku agahiya welatiyên herêmê ji vê yekê çêbû ji bo  ku li hemberî dewleta Tirk bisekinin, sedema derbasbûna hêzên leşkerî li ser axa Rojava bizanibin, berê xwe dan ser sînor û şandeyekê ji rûspiyên herêmê bi serbazên artêşa Tirk re hevdîtin pêk anîn.

Di dema pirsiyariyê de serbazên artêşa Tirk bersiv dan ku wê hêzên Tirk derbasî Rojav bibin û bigihêjin  gundê Mistefawiyê yê girêdayî Girkê Legê ku derdora 55 km dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê dikeve.DERBASBUNA-ARTESA-TIRK-LI-ROJAVA-3

Welatiyên Girkê Legê ji bo ku nehêlin artêşa Tirk derbasî axa Rojava bibe, wê rojê heta sibehê li ser sînor nobet girtin.

Di roja 2’emîn de ango 24’ê Kanûna 2015’an gelek welaityên herêmê berê xwe dan gundê Banokiyê û Sermesax ên li ser sînor û bi çalakiyan şermezar kirin. Artêşa Tirk gule li ser çalakvanan berdan.

Di roja 2’emîn de cardin rûspiyên herêmê bi beşdariya muxtarê gundê Til Hefrît ê Bakurê Kurdistanê û 2 wergervanan hevdîtin bi serbazên artêşa Tirk re pêk anîn. Vê carê jî serbazên artêşa Tirk diyar kirin ku ew der dikeve nava sînorê dewleta Tirk  û ew ê li wir dîwarekî ava bikin.

Di roja 3’emîn de jî bi sedan welatiyên Girkê Legê û Aliya yên Kurd û Ereb berê xwe dan sînor devera di navbera gundê Banokiyê û Serimsaxê û kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin. DERBASBUNA-ARTESA-TIRK-LI-ROJAVA-4

Artêşa Tirk di roja 3’yemîn de ango 25’ê kanunê de hêza xwe tevî tang û tirimpêlên zirxî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de zêde kir.

Rûspiyên herêmê di roja 3’emîn de jî bi serbazên artêşa Tirk re hevdîtin pêk anîn. Vê carê serbazên Tirk bersiv da ku ji wan re ferman hatiye ku ew derbasî herêmê bibin û herêmê di ser sînorê dewleta Tirk de berdin û gotin ev ferman jî bi erêkirina NATO’yê ye.

Di bersivdayîna serbazên artêşa Tirk ên hersê caran de jî nakokiyên zelal derdikevin û niyeta artêşa Trik di herêmê de  cihê gumanê ye û kiryarên wan nîşan dide.DERBASBUNA-ARTESA-TIRK-LI-ROJAVA-1

Derbarê mijarê de Serokê Meclîsa gundên herêma Aliya Mihemed Cemîl ku di nava şandeya ku bi serbazên Tirk re hevdîtin pêk anî de cih digirt ji ANHA’yê re axivî û got: “ Wê welatiyên herêmê bersiva hemû hewldanên derbas bûna axa Rojava nîşan bidin. Ger ku leşkerekî tirk derbasî herêmê bibe, ew sax ji herêmê dernakeve.Heta ku em saxin, em  nahêlin ku leşkerekî Tirk derbasî herêmê bibe.

Cavkaniyan ji gundên Sînor ên Bakurê Kurdistanê diyar kirin  beriya ku artêşa Tirk derbasî gundê Banokiyê û Sermesaxa yên girêdayî Girkê Legê bibe, wan hêzên leşkerî yên cudayî hêzên Tirk li herêmê dîtine û gotin cilên wan weke yên pêşmergeyan bûn.

(xê) 

ANHA