1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Gotûbêjek bi babê Zeyneb Celaliyan re
Gotûbêjek bi babê Zeyneb Celaliyan re,gotûbêjek,bi,babê,zeyneb,celaliyan,re

Gotûbêjek bi babê Zeyneb Celaliyan re

A+ A-

Gotûbêja rojnamegera Faris Şirîn Famîlî bi babê Zeyneb Celaliyan re.

Kî/ê bersiva wê ’’Jibo çi’’ yê dide?

Wergêrandin ji Farsî: Dêrsim Oremar
Email: [email protected]

’’Nêzî 10 roj beriya niha, min xeberek bihîst ku digot: jineke çalakvana siyasiya Kurd binavê ’’Zeyneb Celaliyan’’ bi îdamê mehkum bûye. Di xeberê de hatibû ku sûçê wê endamtî di partiyeke kurdistanî bûye û di mehkemeyeke çend deqeyî de weke ’’ Muharib/şerker’’ hatiye nas kirin.
Ligor zagunên komara İranê, yek ji sizayên ku jibo Muhariban tê cîbicî kirin, darde kirine û jibo Zeynebê jî ew girantirin cizaya dadgehê bû. Çima?
Gelek pirs di hizra min de derbaz bûn. Zeyneb endama kîjan rêxistina siyasî bûye? Gelo di dema binçav kirinê de sîleh pêre bûye? Malbata wê çi dibêjin? Parêzer heye? Û ji hemûyan girîngtir pirsa ku bi caran min dubare kiriye û bê bersiv maye ewe ku çima dadgeha kesên ku bi sûçên endamtî di rêxistinên siyasî de mehkeme dibin elenî niye? Ma dibe sizayê dardekirinê bidin kesekî/ê ku bi sûcê endamtî di rêxistineke qedexe de (ligor hikumetê) hatye binçav kirin. Û gelek pirsên din...
Min dizanî ku jibo gelek ji wan pirsan bersivek tuneye, lê bi kêmanî malbata ‘’ Zeyneb Celaliyanê’’ dikarin ji rewşa zaroka xwe hîn agahiyan bidin min. Bi her awayi min karî babê Zeynebê peyda bikim. Di gondekî li bajê Mako li Azerbayicana rojava.
Hejmara telefona ku dabûn min, ya cîranê malbata Celaliyan bû. Dema min telefon kir, gotin piştî 15 deqeyên din cardin telefonê bike, heya gazî babê Zeyenbê dikin.
Pêra axivîm, dema axivtinên wî bi dawî bûn min telefon di halekê li cîhê xwe danî ku dibin barana hêsirên min de ter bibû.
Min ji xwe pirsî ku ew çi hikayeteke ku xelkê welatê me rastî wê hatiye’’.

Silav, biburin min dixwest bi bab yan dayika xanima Celaliyanê re biaxivim.
Biburin xanim, min hûn nas nekirin. Li ku ne û ji ku telefonê dikin?

Ez ji derveyi welat telefonê dikim, rojnamevanim. Navê min Şirîn Famîlî ye.
Aha, belê ez babê wê me. Silamet bin. Sipas jibo we. Hûn başin? Malbata we çawane?

Elhemdullah hemû başin.
Gelek sipasiya we dikim, we zehmet kişand.
 
Ricayê dikim, rêzdar Celaliyan kiça we kengî girtine. Niha çiqase ku ew di girtigehê daye?
Nêzî salekê ye.

Saleke ku destesere? Hûn heya niha çûne dîtina wê? We ew dîtiye?
Mehê carekê diçim û wê dibînim.

Niha ew li kuye? Li kîjan girtîgehê ye?
Di girtîgeha ’’Kanuna Terbiyet’’ a Kirmanşanê ye.

Kiça we, Zeyneb çend saliye?
Navbera 26 û 27 Sali ye.

Li ku hate binçav kirin?
Li Kirmanşanê.

Di mal de bûye yan li derê? Çawa hate binçav kirin?
Di pasekê de ku ber bi Kirmanşanê diçû hatiye binçav kirin, ji wê nasname xwestine ku pêre nebûye. Piştre meseleya wê ji wizareta welat re gotine û ew radestî wizareta welat dane. Du mehan li wê bû û piştre radestî dadseraya giştî kirin. Daserayê jibo derbaz kirina sînor sizayê saleke girtîgehê danê. Piştre dêkumênnta wê radestî dadgeha Şoreşê kirine. Dadgeha şoreşê jî hukmê darde kirinê dane wê.

Gelo rayedarên Îranê ji were gotine ku çima ew hukim dane kiça we?
Willa ew du xûşikin ku 7 sal bû wibda bibûn, diyare ku di partiya kurdî ku dijberî Tirkiyê ye de bûne. Zeyneb li Kirmanşanê hate dîtin, ya din jî diyar nîne li kuye. Jiber wêye, dibêjin tu li ku bûy û ji ku hatî û te çi kiriye?

Gelo ji kiça were gotine ku te sileh hebûye? Çekdar bûyî? Çi jêre gotine?
Ne çekdar nebûye, tiştek di destê wê de negirtine. Karek nekiriye. Tenê ji İraqê hatibû İranê, ew di rê de girtine. Ji sînorê İraqê derbaz bibû û hatibû Kirmanşanê û dixwest ji wê bê Urmiyê. Li wê derê hate binçav kirin.

Hûn niha li Urmiyê dijîn?
Ne em li Makoyê dijîn, li gondekî Makoyê.

We wan heyaman kiça xwe dîtiye? Rewşa wê çawaye?
Rewşa wê başe lê di girtîgehê deye. Hukmê salekê jibo derbaz kirina sînore danê, ku ew hukim derbaz kiriye, piştre perwendeya wê dane dadgeha şoreşê. Dadgeha şoreşê jî hukmê darde krirnê daye wê. Perwendeya wê şandina dîwana alî, me jibo wê parêzer girtiye. Parêzer gotiye ezê hewil bidim, êdî nizanim çawa dibe.

Parêzerê wê kiye?
Perêzerê wê li Urmiyê ye. Ez navê wî nizanim çimkî min nepirsîye. Lê me pênc milîyon pere dane wî, lazime heft milîyonên din jî bidîn. Em liser 12 mîliyonan pêk hatine.

Kiça we derbarê hukmê darde kirinê çi dibêje?
ma çi bike? Telefona malê dike. Saetek beriya te, telefona malê kiribû. Roja ku hate mehkeme kirin ez licem kiça xwe bûm. Layihe xwendin û ew mehkumî îdamê bû. Me cardin parêzer girt. Yek ji wan ji aliyê hikumetê hatibû dityar kirin û yek ji ku me girtibû. Niha perwende şandine dîwana aliya welat li Tehranê. Hêj diyar nîneka çawa dibe.
Wan soz daye min ku hukmê darde kirinê bişkînin.
kiça min di dadgehê de got: raste ku ez bi P.K.K re bûme lê niha wegeriyame. Ez û xûşka xwe çûyin. Xûşkamin ne diyare li kuye.

Kiça we dixebitî? Karê wê çi bû? Ders dixwend?
Dema ku ji wir çû?

Belê
Nexwêndewar bû, tenê karê malê dikir.
 
Dayika wê çi dibêje? Raya wê çiye?
Wila diya wê nexweşe, di nexweşxanê deye û gelek nerehete. Rewşa wê pir xirabe. Kurê minê biçûk di nexweşxaneyê de û licem wêye û evro jibo wergirtina diravêrazandina nexweşxanê hatibû. Kes û karekî me tuneye. Tenê ez dayika wê û kurekin. –Ji were gotine kengî mesela wê bidawî dibe? Wila çi bêjim, hêj diyar nîne. Her dema diyar bibe parêzer telefona me dike.

Daxawaza we bi xwe ji rayedarên hikumetê çiye?
Ez dibêjim ew bê gunehe û karek nekiriye. Min çend caran rapor berz kiriye û doz vekiriye. Gesek guhdar nake. Ez çi bikim? Çi ji destê min tê? Temenê min 60 sale û nikarim biçime her derê, ez bi xwe jî nexweşim, ducaran hatime emeliyat kirin, rewşa min jî xirabe.

Karê we çiye, hûn çi karekî dikin?
Em seval û çêleka xwedan dikin, heya niha min 50-60 ser pez firotine da diravê parêzer bidim. Niha êdî tiştek nemaye.
 
Başe gelek sipas jibo we, işella kiça we serbest dibe.
Silamet bin, we zehmet kişand. Gelek sipas.

Rica dikim, bi xatira we.