'Govend zanîsteke ku bi gel tê naskirin'
OMER ÎKE
AMED (DÎHA) - Mamosteyê Govendê yê Akademiya Çanda Ciwanan a Cigerxwîn Îsmîl Altûg diyar kir ku eger mirov wate û rola folklorê û govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera kurd de rol bigire û bide fêmkirin.
Mamosteyê Govendê yê Akademiya Çanda Ciwanan a Cigerxwîn Îsmaîl Altûg bersiv da pirsên Ajansa me DÎHA'yê yên der barê govendê û çanda kurdî de. Altûg diyar kir ku dema mirov wate û rola govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera kurd de rol bigire û bide fêmkirin û wiha got: "Govend zanîsteke ku bi gel tê naskirin. Gelên ku di welatê xwe de dijî berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman lêkolîn dikin. Her wiha hemû pirsgirêkên di nava xwe de di aliyê çandê lêkolin û çareser dike."
'Bi MKM'ê re dest bi xebatên govendê kir'
Altûg da zanîn ku di sala1994'an ji ber şerê qirêj yê li Kudistanê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û li Îzmîrê bi cih bibin. Altog anî ziman ku ji ber ku ew kurd bûn rastî gelek zorî û zehmetiyan hatine û ev tişt got: "Heya demek dirêj em neçar man li Îzmirê bijîn. Em bi hevalên xwe yên birêxistinê re diçûn gelek dawetan û li dawetan fêrî govendê bûn. Pişt re me Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) nas kir û em derbasî wê bûn. Di 1996'an de li MKM'ê me dest bi dersên govendê kir û di sala 1998'an cara yekem em weke koma govendê derketin ser dikê. Ji sala 98'an û şûnde hemû kar û barê govendê ket li ser milê me. Bi salan e wek govendgereke profesyonel wanêya govendê didim ciwanên kurd."
'Bi govend û reqsê ramanên xwe dianîn ziman'
Mamosteyê Govendê Altûg da destnîşan kir ku di her govendekê de çirokek xwe heye û wiha dirêjî da axaftinê xwe:" Di dîrokê de ji beriya ziman pêş bikeve mirovan bi şêwazê hereketan fikir û ramanê xwe dianîn ziman. Piştre ev rêbaza ragihandinê vegeriya lîstika reqsê û govendê. Mirovan bi demê re bi govend û reqsê bahsa kar û daxwazên xwe dikir. Gelek caran jî hestên xwe bi govend û reqsê di anî ziman. Ji ber ku gelê kurd xwedî dîrokek kevnar e, di hemû civaka kurd de bi govendê hestên xwe dianîn ziman. Minak; Şer, şîn û şahî tev bi lîstik û govendan hestên xwe di anîn ziman. Dema ku bûkê ji mal derdixin. Govendê dilîzin ji bo kurdan cureyeke ziman e şahiya dilê xwe bi govendê tînin ziman. Dîsa di heman demê de dema ku keçek ji xortekî hezdike hest û evîna xwe bi govendê tîne ziman."
'Her lîstikek govendê çîroke'
Altûg bilêv kir ku di dîrokê de mirovan govend wek ziman bi kar aniye û anî ziman ku di her lîstikek govendê de çîrokek civakî heye û xwedî mijareke girîng e. Altûg destnîşan kir ku di nava çanda govendan de jî çirokên ku gel nikaribe bêje û şereke mezin dikin, gelek caran ji bi texlîdê ajalan xwe îfade kirine.
'Govend zanîsteke ku bi gel tê naskirin'
Altûg bal kişand li ser asta govendê di çanda kurd de û ev tişt got: "Govend zanîsteke ku bi gel tê naskirin. Gelên ku di welatê xwe de dijî berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman lêkolîn dikin. Her wiha hemû pirsgirêkên di nava xwe de bi aliyê çandê lêkolin û çareser dike. Gelê kurd jî hest û fikrên xwe bi zimanê govendê aniye ziman. Di saya govend, şano û dengbêjiya kurdî de çanda kurdî xwe li ser piya girtiye û gihaye vê astê."
'Xebatên Akademiya Cigerxwîn'
Mamosteyê Govendê Altûg der barê xebatên Govendê yên li Akademiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwînê de jî axivî û wiha got: "Perwerdehiya me ya li akademiyê ji bi awayek serkeftî dewam dike. Ji derveyî waneyên akademiyê, dewreyên me jî hene. Ji dewreyên zarok û ciwan jî em li akademiyê didin. Her kes dikare tevlî me bibe û serî li perwerdehiya me bide. Dîsa em pewerdehiyên govendê hemû herêmên Kurdistanê didin. Bi taybet jî Amed, Dîlok, Colemerk, Şirnex, Semsûr, Mêrdin didin."
(oî)
