1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. GOÇ-DER dê balê bikşîne ser koçberiya bi zorê
GOÇ-DER dê balê bikşîne ser koçberiya bi zorê,goç,der,dê,balê,bikşîne,ser,koçberiya,bi,zorê

GOÇ-DER dê balê bikşîne ser koçberiya bi zorê

A+ A-

Li Tirkiyeyê piştî salên 1990'an ji ber operasyonên leşkerî nêzî 4 hezar gund vala bûn û zêdeyî 4 milyon kurd neçar man ku koçberî rojava bibin. Ji ber zilm û zordariya artêşê û dewletê li herême "Koçberiya zorê" dest pê kir. Çalakiyên Hefteta Koçberiyê ku ji sala 2006'an û heta niha her sal di 3'emîn hefteya hezîranê de tê li darxistin îsal jî di pêşengiya GOÇ-DER'ê de dê di navbera 18-25'ên Hezîranê de panel, semîner û konferans bên lidarxistin. Her wiha dê encamên "Projeyên der barê kesên di nava welat de ji cihê xwe koçber bûne" bên aşkerekirin.

Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de li gorî daneyên fermî yên dewletê nêzî 4 hezar gund hatin valakirin. Nêzî 4 milyon kurd jî ji cih û warê xwe koçber bûn. Her çend rayedarên dewletê bêjin welatiyan bi zora PKK'ê cih û warê xwe terk kiriye jî, welatiyên ku cih û warê xwe ji neçarî koçber bûne jî diyar dikin ku leşkeran malên wan û gundê wan hatin şewitandin û koçber bûn. GOÇ-DER, bi boneya balê bikşîne ser "Koçberiya Zorê" piştî sala 2006'an her sal di navbera 18-25'ên Hezîranê di çarçoveya hefteya "Koçberiya bi zorê" de bernameyên cuda pêk tîne. GOÇ-DER, bi boneya balê bikşîne ser pirsgirêkên koçberên bi zorê û li çareseriya pirsgirêkên wan bigere dê îsal jî dîsa bi gelek bername, panel û şahiyan pirsgirêkên koçberan bînin ziman.

GOÇ-DER dê îro piştî nîvro bi daxwuyaniyekê li ber Lîseya Galatasarê starta xebatên hefteyê bide despêkirin. GOÇ-DER, dê bernameyên hefteya koçberiyê di 19'ê hezîranê de dê li Ayazmayê koçberên bi zorê ziyaret bike û dest bi bernameyê bikin. Platforma Koçberiyê dê di 20'ê hezîranê de li Restorasyona Cezayirê civîna çapemeniyê pêk bîne û bi rewşenbir û akademîsyenan re encama "Projeyên der barê kesên di nava welat de ji cihê xwe koçber bûne" ji cemaweriyê re aşkere bike. GOÇ-DER, dê di 22 -24'ê heziranê de malbatên mexdûrên koçberên bi zorê ziyaret bike. Komele de bi vê pirojeyê hewl bide ku di qada aborî, civakî, çandî, derûnî û qadên din de bibe alîkariya malbatên mexdûrên koçberiya bi zorê.

'Meclîsê şewitandina gundan xwezayî dît'

TESEV û GOÇ-DER'ê di sala 2010'an de der barê rewşa koçberiya bizorê ya herêmê de raporek berfireh amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Di raporê de hate gotin ku piştî salên 1990'an 3 hezar û 438 gund ji aliyê leşkeran ve hatin valakirin û şewitandin. Her wiha hate diyarkirin ku 4 û 4,5 milyon welatî neçar man ku ji cih û warê xwe koçber bibin û hemû mal û milkên xwe li pey xwe bihêlin. Di lêkolîna Komîsyona Lêkolîna Melîsê de jî hate gotin ku 3 hezar û 428 gund hatine valakirin û 500 hezar bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûne. Balkêş e ku komîsyona meclîsê koçberiya 3 milyon mirovan wekî koçberiyek asayî dît.

Li gorî rapora GOÇ-DER'ê jî hate diyarkirin ku welatiyên pişti koçber bûne, di warê fêrbûn û lihevhatina cih û warê nû de gelek zor û zahmetî kişandine û her wiha di aliyê civakî, derûnî û aborî de rastî pirsgirêkên gelek mezin hatine. GOÇ-DER'ê di rapora xwe de anî ziman ku kesên koçber kirine li Amedê ji sedî 28.5, li Êlihê ji sedî 1, li Stenbolê ji sedî 35, li Wanê ji sedî 21 li Îzmirê ji sedî 46.4, li Mêrsînê ji sedî 30.3 piştî koçber bûne rastî pirsgirêkên civakî, aborî û derûnî hatine û bi derdorê re nikarin li hev bikin.

Dîsa di raporêde hate destnîşan kirin ku ji ber cudatiya ziman û çandê li Amedê ji sedî 21,6, li Êlihê ji sedî 2,6, li Stenbolê 32.3, li Wanê ji sedî 20.7, li Îzmirê ji sedî 48.4 û li Mêrsînê jî ji sedî 27.2 pirsgirêkan dijî. Her wiha hate zanîn ku ji ber kar bi destnaxin gelek ji wan betal in.

Li gorî lêkolînê kesên ku koçber bûne û li Ttenbolê bi cih bûn ji sedî 22.7 li Kuçukçekmece, ji sedî 22.7 li Bagcilarê, ji sedî 9.7 li Esenlerê, ji sedî 6.3 li Umraniyeyê, ji sedî 4.7 li Tuzlayê, ji sedî 4.7 li Sultanbeylî, ji sedî 8.0 li Fatihê, ji sedî 5.3 li Gaziosmanpaşa, ji sedî 5.7 li Beyoglu, ji sedî 3.0 li Bahçelievlerê, ji sedî 1.0 li Zeytinburnuyê, ji sedî 4.3 li Kadikoyê, ji sedî 0.7 li Sultangazi û ji sedî 1.0 jî li Uskudarê Uskudarê bi cih bûn. Kenên koçber kirine bi taybetî ji Semsûr, Agirî, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mêrdîn Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha Wan, Êlih û Şirnexê hatine bi cih bûne û li taxên xizan bi cih bûne. DÎHA (mae)