1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. "Greva birçîbûnê dikare bi banga Ocalan bi dawî bibe"
"Greva birçîbûnê dikare bi banga Ocalan bi dawî bibe",greva,birçîbûnê,dikare,bi,banga,ocalan,bi,dawî,bibe

"Greva birçîbûnê dikare bi banga Ocalan bi dawî bibe"

Amed - Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka KCK’ê Aysel Tûglûk di 38’emîn roja greva birçîbûnê de civîenk çapemeniyê li dar xistin.

A+ A-

Demîrtaş diyar kir ku grevên birçîbûnê tenê dikarin bi banga Ocalan bi dawî bibin.

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk ji ber grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveneger ên di girtîgehên lI Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistnaê hatine destpêkirin, li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Demîrtaş da zanîn ku ew li ber mijareke wijdanî diaxivin û diyar kir ku mirovên di girtîgehna de ne ji bo sênîkek zêde ya xwarinê, beteniye, balîf, germkirina qawşê, astengkirina hevdîtin û nameyan, ev mirov ji bo mirovên li derve bikarin di nava aşitiyê de bijîn û çareseriyeke hevpar were dîtin dest bi greva birçîbûnê kirine.

DIVÊ SEROKKOMAR XEMSAR NEMÎNE

Demîrtaş ji bo civaka ku li hemberî meseleyê xemsar e, ji bo gel bedena xwe ji bo mirinê danîne holê û wiha axivî:

"Sedema girtina van mirovan pirsgirêka Kurd e, ev yek ji çaresernekirina pirsgirêka Kurd tê. Ji ber ku çareserî bi diyalog û muzakereyan pêk tê. Girtiyên di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirine, ji bo mirovên li derve di nava aşitiyê de bijîn, dest bi grevê kirine. Bêdengî û xemsariya li hemberî vê yekê tê wateya ‘Êz li vî welatî şer dixwzim, dixwazim xwîn birije’. Bi taybet rayedarên hukûmetê, Wezîrê Dadê, êdî nikarin bêjin em dengê wiha wijdanî, mirovahî, siyasî û exlaqî yên kesên ku gihiştine ber mirinê, nabihîsin. Em ji Wezîrê Dadê li benda daxuyanî û helwestekê ne. Divê bi taybet Birêz Serokomar li hemberî vê yekê xemsar nemîne."

TIŞTÊN BAŞ DÊ DESTPÊKÊ JI JI NÊZÎBÛNA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DIYAR BIBE

Demîrtaş got; “Kî behsa çaresriyê dike û dibêje ‘dê tiştên baş biqewimin’, wezîfeyan wan a destpêkê nêzîkatiyawan divê li hemberî greva birçbûnê ye. Ev yek dê ji nêzîkatiya li hemberî greva birçîbûnê diyar bibe” û wiha got; “Ger hûn dibêjin dê tiştên baş çêbibin, dê kerem bikin, daxwazên yên di girtîgehan de diyar in. Nêzîkatiya li hemberî vê yekê ji bo me pîvana samimiyet û cidiyetê ye.”

GER EV MIROV JIYANA XWE JI DEST BIDIN...

Demîrtaş da zanîn ku ger dixwazin pirsgirêka Kurd ya 100 salî bi rêya Ocalan çareser bikin, divê pêngavên cidî bên avêtin û diyar kir ku ew li benda vê yekê ne. Demîrtaş wiha axivî:

"Ger divê mijarê de hukûmet, Birêz Serokkomar jî nêzîkatiyek cidî nîşan bidin, di vê mijarê de dê guhertin çêbibin. Dibe ku helwesta grevên birçîbûnê bên guhertin. Ji bilî wê, bi taybet ger Birêz Ocalan bang neke û şert û mercên tecrîdê neyên guhertin, em qet bawer nakin ku ev helwesta greva birçîbûnê biguhere. Ev mirin êdî li ber mirinê ne. Ev grevên birçîbûnê dikarin li Tirkiyeyê rê li ber muzakere û aşitiyê veibke û helwestek pir girîng e. Ger em dibêjin bila şer bi dawî bibe û em dixwazin muzakere dest pê bikin, ger çapemenî dixwaze piştgirî bide muzakereyan, divê grevên birçîbûnê û daxwazên wan derxînin pêş, divê destek bidin ku daxwazên wan bigihin raya giştî. Piştî ku ev mirov jiyana xwe ji dest dan êdî kes nikare vî gelî bi gotinên “tiştên baş dê biqewimin.” Daxwazên azadiya Birêz Ocalan, perwerdeya bi zimanê zikmakî û parastinê, daxwazên bi milyonan gelê Kurd e. "

BI VAN POLÎTÎKAYAN HEZAR SALAN RAYAGIŞTÎ YA TIRKIYEYÊ AMADE NABE

Demîrtaş ku bersiva pirsên rojnamevana da û got, çalakvanên greva birçîbûnê dê bi daxuyaniyên Serokwezîr û Serokkomar bidawî nekir, dê li ser banga Ocalan dawî li çalakiyên xwe bînin. Li ser pirsa daxwazên ji bo Ocalan tên xwestin rayagiştî ya Tirkiyeyê amade ye yan na, Demîrtaş ev tişt anîn ziman:

TENÊ YEK KES HEYE MIRINA BIDE RAWESTANDIN

“Rayagiştî ya Tirkiyeyê ji vê re amade ye yan na? Ez difikirim ku rayagiştî ya Tirkiyeyê hezarsalên din jî bi van polîtîkayan dê amade nebe. Ger ev gotinên militarist, netewperestî û nîjadperestî bidomin hezar salên din jî dibe amade nebe. Li ser rûyê erdê kesê ku mirinan bide rawestandin, ez ji bo pirsgirêka Kurd dibêjim tenê mirovê ku li ser rûyê erdê mirinan bide rawestandin birêz Ocalene. Tu kesekî din nikare van mirinan bide rawestandin. Hêza tu kesekî din nine. Tu artêş nikare PKK’ê bide rawestandin. Dibêjin êdî bi artêşê bi şer ev nayê rawestandin. Tenê kesek heye bide rawestandin, tenê gotinekê bi hevokekê li ser rûyê erdê tenê kesek heye, ew jî li giravekê ye. Ger hikumetê xistibe çalekî 12 metreyî de, wê demê li wir xeletiyek heye. Ev daxwaz ev qas zelal, rewa û raste. Ji ber vê sedemê ger Serokwezîr û Serokkomar di mijara çareseriyê de dixwazin pêngavek cidî bi avêjin pêwîste em vê cidiyeta wan bibînin. Me bi hevdîtina li gel Serokkomar, Serokê Meclîsê û koma AKP’ê re ev nîqaş kirin. Ger bixwazin dê nêzîkatiyên xwe aşkera bikin. Em bi hev re li pêşveçûnan mêze dikin.”

Hevseroka KCD Aysel Tûglûkê jî da diyarkirin ku, Ocalan hikumxwariyekê ne ji rêzê ye û rayedarên dewletê jî weke serokê serhildana Kurdan ya dawî binav kiriye û wiha axivî: “Nêzîkbûna li hemberî Ocalan tê wateya nêzîkbûna hemberî Kurdan. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiyê ye. Çalakiya birçîbûnê manîfestoyekî radîkale. Qêrîna û rawestgeha dawî ya bangkirina wijdanane. Ev çalakiya birçîbûnê li Tirkiyeyê weke kaxeza turnusol ya pîvana wijdanê ye. Dê demokrasiya li Tirkiyeyê bipîve.”

ANF NEWS AGENCY