1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Gronland berî niha bi 19 hezar salan germ bûye
Gronland berî niha bi 19 hezar salan germ bûye,gronland,berî,niha,bi,19,hezar,salan,germ,bûye

Gronland berî niha bi 19 hezar salan germ bûye

A+ A-

WASHINGTON 06.09.2014 07:15:18 Gronland, ne 12 hezar berî niha bi 19 hezar sal germ bûye. Li gor lêkolînên nû yên li Gronland, berevajî tiştên heta îro tên zanîn, tê diyarkirin ku Gronland berî niha 19 hezar sal dest bi helandinê kiriye.

Li gor kovara Science ya li DYA derdikeve, zanyarên lêkolînên nû kirine diyar kirine ku Gronland a li bakurê Okyanusa Atlantîk berî niha bi 19 salan heliyaye.

Bi helandina Gronlandê re guhertina awhewayan jî destpê kiriye.

Di serdemên dawî yên berî niha 20 hezar salan a serdema herî dawî ya qeşayê de beşek mezin a Bakurê Amerîka û Bakurê Ewropa qeşa bû. Germa hewayê ya wê demê jî ji Germa beriya serdema sanayiyê 4 pileyan kêmtir bû.

Tê gotin ku guhertinên berî niha bi 19 hezar salan di rêgeha cîhanê de çêbûn bû sedem ku hê zêdetir enerjiya rojê bê, karbondîoksît jî ku pêre zêde bû Germa cîhanê bandor kir.

Ji bo bê zanîn ka Germa cîhanê wê demê çiqas bû ji tebeqeyên berfê sûd tê girtin.

Chrîsto Buîzert ê li Zanîngeha Oregon wezîfedar e diyar kir ku sê tebeqeyên kar di çarçoveya vê lêkolînê de bi rêbazên cuda tên lêkolînkirin. Di encama vê lêkolînê de bi asta karbondîoksîta di berfê de merheleya Germa cîhanê tê tespîtkirin.

Li gor lêkolînên dawî tê diyarkirin ku Gronland di navbera 19 000 û 12 000’an de 5 pile germ bû.