1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Guhertina Avhewayê wê salane rê li ber mirina 250 hezar mirovan veke
Guhertina Avhewayê wê salane rê li ber mirina 250 hezar mirovan veke,guhertina,avhewayê,wê,salane,rê,li,ber,mirina,250,hezar,mirovan,veke

Guhertina Avhewayê wê salane rê li ber mirina 250 hezar mirovan veke

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) a beriya Civîna Bilind a COP21 hat aşkerakirin, ji ber guhertina avhewayê, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin wê gelekî zêde bibe

A+ A-

CENEVRE - ANF Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) a beriya Civîna Bilind a COP21 hat aşkerakirin, ji ber guhertina avhewayê, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin wê gelekî zêde bibe. Di raporê de bi taybetî bal tê kişandin ser germaya zêde, belavbûna kelmêşan ji ber vê germê û rûdana hin nexweşiyan ji ber belavbûna kelmêşan.

Li gorî raporê, ji ber guhertina avhewayê, di navbera salên 2030-2050'î de wê salane bi qasî 250 hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin. WHO diyar kir ku ji ber germa zêde wê 38 hezar extiyar, ji ber emelê ya şewbê 48 hezar, ji ber tayê jî 60 hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha tê destnîşankirin ku ji ber xwedînekirina bi têrkerî ya ji ber guhertina av hewayê, wê salane 95 hezar zarok jiyana xwe ji dest bidin.

Tê gotin ku germaniya global yekser rê li ber nexweşiyên şewbê yên mîna kolera venake, lê belê pêşî li belavbûna wan vedike. Bi taybetî tê ragihandin ku germa zêde, di belavbûna şewbê de roleke mezin dilîze.

Li gorî WHO, ji ber germahiya global wê heta sala 2030'î salane 2 heta 4 mîlyar dolarên din li lêçûnên tenduristiyê bên bikaranîn.

Nuqteyeke din a ku Rêxistina Tenduristiyê balê dikişîne ser, afetên xwezayî ye. Endîşe heye ku ji ber van karesatan jî salane herî kêm 60 hezar mirov jiyana xwe ji dest bixin.