1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Gundekî ku ji sedî sed ji jinan pêk tê
Gundekî ku ji sedî sed ji jinan pêk tê,gundekî,ku,ji,sedî,sed,ji,jinan,pêk,tê

Gundekî ku ji sedî sed ji jinan pêk tê

Li Brezîlyayê gundek bi giştî di destê jinan de ye. Ev civaka mîkro ku di dîtbarî de dişibe gundên din ji sedî sed ji jinan pêk tê

A+ A-

Navenda nûçeyan - Anf

Li Brezîlyayê gundek bi giştî di destê jinan de ye. Ev civaka mîkro ku di dîtbarî de dişibe gundên din ji sedî sed ji jinan pêk tê.

Nifûsa gund 300’î derbas dike. Jinên dirûnker, profesor, muhasebevan û zîraatvan yên li gundê Noiva do Cordeiro civakê bi rêve dibin.

Dîmenên gund di kanala France 2 de hat weşandin.

Marcîa Fernando got: “Hejmara me zêde ye. Mêr ji bo kar çûn paytextê. Li vir tiştekî em pêşkêşî wan bikin tune. Ji ber vê jî em jin her tiştî dikin. Ger hewce be emê rêyan jî çêbikin.”

Marcîa ku paşerojeke wê ya demdirêj heye û ji xeta jinên serbixwe tê û xwişkên xwe li vî gundî hatine dinê. Pîra wan ya ku bi hinceta li gund zîna kiriye hatiye lanetkirin û civaka dayiksalarî ya biçûk a sedsala 19’an ava kiriye.

Ji wê rojê û şûnde li vî gundî jinan kreş û restoran vekirine. Pereyên ku jinan qezenc kirine, ji bo xizmeta hemû civaka gund tê pêşkêşkirin.

Ji jiyanan yekê diyar kir ku ew li vir dikarin qedera xwe bi xwe tayîn bikin û got: “Ji ber vê yekê ev der dîtbariyeke femînîst ava dike. Lê ez nizanim vê gotinê jî vebêjim.”

Jinek din got: “Di esasê de em jinên xurt û afrînerin. Em şervanin. Ez me wisa dibînim.”

Dona Delîna jî diyar kir ku demek berê nêz li Brezîlyaya ku gelek muhafazakar bû, vî gundî şoreş kiriye.