Gundê Keştear hate rizgarkirin
A+
A-
EZAZ – Hêzên Ceyş El-Suwar (Artêşa Şoreşgeran) gundê Keştear ku çeteyan wekî navenda êrîşên li ser Kantona Efrînê bikar di anîn, rizgar kir.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ji gundê Keştear ê ku 12 km dikeve başûr rojavayê Ezazê êrîşî gundê Tinib ê di bin kontrola Ceyş El-Suwar de ye kirin.
Li ser vê yekê hêzên Ceyş El-Suwar bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnên ku heta serê sibehê dom kirin de gundê Keştear ku çeteyan wekî navenda êrîşên li ser Kantona Efrînê bikar di anî, hate rizgarkirin.
EFRIN-REZGARKIRENA-GUNDE-KESTIYR-2
Hate ragihandin çeteyên ku windahiyên mezin dane, gund mayin kiriye. Li gund xebatên lêgerînê didomin.
(ekip/a)
ANHA
Bêjeyên Miftehî gundê,keştear,hate,rizgarkirin