1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Gundên Geverê jî di bin dorpêçê de ne
Gundên Geverê jî di bin dorpêçê de ne,gundên,geverê,jî,di,bin,dorpêçê,de,ne

Gundên Geverê jî di bin dorpêçê de ne

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê ku êrîşên qirkirinê di roja 21'emîn de ye li hin gund û mezrayan rêveberiya awarte bi awayeke fiîlî hate destpêkirin. Li gundên nêzî navenda navçeyê dorpêça leşkeran heye li gundên ku di bin dorpêçê de ne dema ku tevgerek çêbû jî bi gotina "Belav bibin, qerebalix nebin" û "ji malên xwe dernekevin em ê bikujin" tên tehdîdkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku 21 roj in êrîş berdewam dike û li hemberî êrîşan jî berxwedan bênavber didome. Hêzên dewletê li gelek gund û mezrayên derûdora navçeyê jî bi awayeke fiîlî rêveberiya awarte xistin dewreyê. Li gundê Vezîrava û Çîmenlî ya 2 kîlometre dûrî navçeyê ye qedexe kete roja 3'yemîn û gundên Mexsudava, Elver, Peylan, Darê, Pirzala, Sekran, Navdiyan û navenda navçeyê veguherandina biryargehê û li gundê Bajêrge ya li pişt Naxweşxaneya Dewletê ya Geverê û Xalaneyê jî rêveberiya awarte ya fîlî pêk tê.

Li gundên ku nêzîkî rê ye dema ku 5-6 kes kom dibin wesayîtên zirxî anonsên "belav bibin, qerebalix nebin" dikin dîsa gundê Mexsudava jî ji wesayîtên zirxî anonsên "ji malên xwe dernekivin em ê bikujin" dikin. Di saetên êvarê de jî ji ber gulebarana rasterast gundî li malên xwe tên hepskirin.

'Leşkeran dorpêç kirine'

Welatiyên ku li hemberî pêkûtiyan nerazîbûn nîşandan û ji bo giliyê çûn Noqteya Kontrolê ya Cendirmeyan a Yoncalikê li vir jî bi gotina "heke hûn ji malên xwe derkevin dê wisa be" hatin tehdîdkirin. Ji gundê Mexsudavayê welatiyê bi navê Nusret Kzan diyar kir bi rojan e nikarin sewalên xwe jî derxînin derve û leşker wan tehdîd dikin, bi heqaretê wan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Leşkeran em dorpêç kirine, desturê natin ku kes ji malên xwe derkevin derve."

Ewlehiya can tuneye

Kazan bilêv kir ku ewlehiya canê wan tuneye û wiha berdewam kir: "Li dora gundê me bênavber hewan tên avêtin. Li derûdorê hewanên neteqiyane hene. Heta niha bi tesadufî kesek nemiriye yan jî birîndar nebûne. Gule li diwarên malên dikevin. Hawan li baxçeyên malan dikevin. Em nizanin çi bikin."

'Divê gelê me dorpêçê bişikîne'

Kazan destnişan kir ku divê gel li dijî êrîş û dorpêçan bikeve nava tevgerê û wiha got: "Divê gelê me vî dorpêçê bişikênine. Ev êrîş tenê ji ber nasnameya me ye. Tiştên ku li vir tên kirin li dijî gelê kurd tê kirin. Ev êrîş ancax dikare bi yetîkiya gelê me ve bi dawî bibe."

(sa)