Gurê Mişkan,gurê,mişkan

Gurê Mişkan

Cara yekem li gundê Xerabreşkê yê bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ve, min navê "gurê mişkan" bihîst. Hêk û çêlikên mirîşkan dixwar, çêlikên elokan (şamî) dixwar û heta mirîşk û elok jî dixwarin.

A+ A-

Li ser vê yekê bi çifteyan nêçîra "gurê mişkan" hate kirin, lê yek bi tenê jî nehat kuştin. Ji ber ku kesî ew bi saxî nedît. Di encamê de gundiyan qebûl kir ku "gurê mişkan" ajalekî jîr e, lezgîn e û xwe nade dest.

Ji sala 1986'an ve min jî meraqa "gurê mişkan" dikir, bê tiştekî çawa ye.

Roja 10'ê avrêla 2012'an, li buroya dirankêşekî, li Amedê, min "gurê mişkan" dît, lê eyarê wî hatibû tijîkirin. Van wêneyên jêrîn, min ji bo we kişandin.

Heke li cem we wêneyên "gurê mişkan" hebe, hûn ji Amîda Kurd re bişînin, em ê pir kêfxweş bibin.
Heke li cem we, navê vî ajalî cuda be, an jî der barê wî de agahiyên cuda li cem we hebe, hûn li jêr binivîsin dê her kes hîn bibe.



Bêjeyên Miftehî