1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Haniye û Demîrtaş çi ji hev re gotin?
Haniye û Demîrtaş çi ji hev re gotin?,haniye,û,demîrtaş,çi,ji,hev,re,gotin

Haniye û Demîrtaş çi ji hev re gotin?

A+ A-

Serokwezîrê rêveberiya Fililîstînê ya li Xezzeyê Îsmaîl Haniye di hevdîtina bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re pêk anî de, ji ber şibandina navê Demîrtaş û Selehedînê Eyûbî got; “Selahadînî el Kurdî. Qudis li benda Selehedînê xwe yê nû ye” û Demîratş vexwend Qudisê.

Duh Serokwezîrê Rêveberiya Filistînê Îsmaîl Haniye bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin BDP’ê di hevdîtinê de got; “Hikûmet zilmê li Kurdan dike. Mafên wan ên mirovahî nade. Her çendî em li hemberî vê helwesta hikûmetê têbikoşin jî, lê belê em her tim piştgirî didin tekoşîna gelê Filistînê ya li hemberî Îsraîlê. Em piştgirî didin hemû alîkariyên ku hikûmet dide gelê Filistînê.”

Hate zanîn ku Haniye got; “Em hêvîdar in ku hûn ê hemû mafên xwe bi dest bixin.” Di hevdîtinê de Haniye Demîrtaş vexwende Qudisê û Demîrtaş jî Haniye vexwende Amedê.

Hate diyarkirin ku Haniye di hevdîtinê de ji ber şibandina navê Demîrtaş û Selehedînê Eyûbî got; “Selahadînî el Kurdî. Qudis li benda Selehedînê xwe yê nû ye.” Demîrtaş jî got; “Em hêvîdar in ku dê Qudis azad bibe” û Haniye jî got; “Em jî hêvîdar in ku dê Amed rizgar bibe.”

ANF NEWS AGENCY