1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. 'Hawar helwesteke antî-kolonyal e'
'Hawar helwesteke antî-kolonyal e',hawar,helwesteke,antî,kolonyal,e

'Hawar helwesteke antî-kolonyal e'

A+ A-

RÊDÛR DÎJLE /AYŞE SURME

AMED(DÎHA)- Ji 15'ê Gulana 1932'yan heta niha di warê civakî, çandinî û siyasiyî de gelek tişt qewimîn. Hin ji wan guherînan jî guherînin di warê ziman û wêjeya kurdî de ne. Boneya 15'ê Gulanê rojbûna Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî, di çarçoveyeke dîrokî de derbareyê mîrateya ji Hawarê mayî em bi nivîskar û rewşenbîr Dilawer Zeraq re axivîn.

Beriya niha bi 84 salan, di 15'ê Gulanê de di pêşengiya Celdaet Alî Bedirxan de bi navê Hawarê, li hemberî hemû pergalên serdestiyî di nav rûpelan de, bi deng û rengê civaka kurdî dibistaneke neteweyî hat avakirin û bi vê dibistanê re, lêgerîna tiştên winda, şikestî û nedîtî destpêkir û gelek guherîn bi xwe re anîn. Hin ji wan guherînan jî guherînin di warê ziman û wêjeya kurdî de ne. Boneya 15'ê Gulanê rojbûna Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî, di çarçoveyeke dîrokî de derbareyê mîrateya ji Hawarê mayî em bi nivîskar û rewşenbîr Dilawer Zeraq re axivîn.

*Di çarçoveyeke dîrokî de şert û mercên beriya Hawarê çi bûn? Bi raya te fikra derçûna Hawarê çawa xwe da der?

Jêderkên derçûna Hawarê digihîje heta fikra Xanî jî, lê fikra Xanî ya ku daniye wek fikreke her tim li hêlekê maye ji ber ku iktîdareke siyasî a kurdan tûne bûye. Her wiha ev fikir di Serhildana Mîr Bedirxan de bi awayekî civakî, bi awayekî derbliketina li civakê diyar dibe, windarê çavan dibe. Serhildan her çendî ku li ser tiştên din li dar ketibe jî têk çûbe jî, piştî têkçûnê fikrên civakê, civaka kurdan guheriye.

*Guherîneke çawa?

Cara yekem di wê wextê de, şaş neyê bîra mîn 7 eşîran li hev kiriye ku, li ser mafê kurdan a ku Dewleta Osmanî bi armanca navendîkirinê dixwaze hin mafên kurdan ji destê wan bistîne, hatine cem hev û li hev kirine serê pêşîn. Têkçûn ji aliyekî din ve dibe ku wekî têkçûna şer be, lê ji aliyê sosyolojîk ve derbeke nû li kurdbûnê xistiye ku kurd li xwe hay bûn, ku di nav Dewleta Osmanî de çendî ku hetanî wê çaxê sîstemeke bi mebest an jî armanceke an jî bi fikrekî ummetî mane. Bi wan re ev fikir çêbûye ku ew jî wekî gelên din, gelekî ne û divê mafê xwe yî neteweyî jî bi dest bixin. Piştre serhildana ku di 1840'î de pêk tê, Şêx Ubeydullah. Piştî wî dîsa têkçûnek di şer de çêdibe, lê em bala xwe didinê, li wê derê armancek heye, armanca danîna sînoreke terîtoryal, wek bi navê Kurdistan ku di nav Dewleta Osmanî de jî bi vî navê tê bi lêv kirin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin ku piştî têkçûna wî jî, îjar şerê Mîr Bedirxan derezînek pêk aniye. Derezîneke ku di nav civaka kurdan de fikreke nû a lihevkirinê.

*Ew derizîn, bi awayekî tesîrî çawa xwe li civakê dide der? Sazî û dezgêhên ku dê şûnde bên avakirin ji bermayiyên wê çi wergirtin û çawa tevgeriyan?

Piştî têkçûna Şêx Ubeydullah ew derizîn li civaka kurdan bûye şikestinek. Ji ber ku kurd li hember du desthilatdariyan şikestine û her du desthilatdarî ji neteweyên, ji gelên dîtir û ji îktîdarê dîtir in. Loma jî ew serhildan bûye sedem ku ramaneke kurdbûnê ku ji Xanî wekî mîrasek maye, hêdî hêdî ava bibe. Piştre em dikarin bêjin ku ew tevgerên Cemiyeta Terrakî û Teavun a Kurd datîne û tevî reweşenbîrên ku li dora wê dicivin û gelek rewşenbîrên kurd ên wekî Abdullah Cevdet ku di nav Îttihat Terakkiya tirkan de cî digirin, ji bo avakirina pergaleke dîtir û nûtir. Her wiha ev Cemiyeta Terakkî û Teavun a Kurd bi derxistina rojanameyan rê li ber kar û barê bîrewerî û rewşenbîrî jî vedike. Tevî ku em dizanin heta wê çaxê kurd li Stenbolê henin, lê ne wekî xebateke rewşanbîrî, bêhtir an karker in an karmend in an jî bêtirê wê jî hemal in. Ev rê, ev yek dibe sedem ku xwendavenên kurd ên wê çaxê bigihîjin hev û xwe bigihînin Rojî Kurdê. Rojî Kurd(1913), her wisa em dizanin kovareke çar hêjmar derketiye û di kovarê de fikra danîna elfabeyake kurdî a di nav elfabeya aramî de yanî erebî de derdikeve pêş. Her wiha di gel wê yekê jî fikra neteweparêziya kurd derdikeve pêş, lê ev fikir disa jî di nav ramana ummetî ya a Osmanî de, wekî di nav Dewletê Osmanî de wekî ummetî, lê wekî gelekî kurd ku gihîştiye heqê xwe, raman li ser vê bingehê tê danîn û di wê kovarê de jî gelek nivîsên li ser vê yekê henin. Piştre piştî Rojî Kurd disekine, wek em dizanin Cemiyeta Hêvî ji aliye xwendevanên kurd ve tê avakirin, gelek rewşanbîr û xwendevanên kurd digihîjin hev Cemiyeta Hêviyê ava dikin. Cemiyeta Hêvî di destpêkê de em dikarin bêjin ku hema wekî di rengê Rojî Kurd de û Cemiyeta Terakkî û Teavun a Kurd û rojnameya wê de, tevdigere. Lê belê di wê gavê de berî ku Cemiyeta Hêvî bigihîje armanca xwe yan jî xebatên xwe bide destpêkirin, Şerê Cihanê ê Yekemîn derdikeve. Lê em dikarin bêjin ku di nav wan projeyên Cemiyeta Hêvî de, danîn û avakirina dibistaneke kurdî jî heye. Dibistaneke ku perwerdehiya kurdî dike. Piştî wê, ew avakar û xwendevan, rewşenbîrên kurd ên wê çaxê di nav artêşa Osmanî de dikevin şer. Gelekî ji jî wan piştî şer vedigerin Stenbolê. Piştî şer cardî Cemiyeta Hêvî a konaxa heyama dûyem ava dikin. Piştî avakirinê xebatên xwe xurtir dikin û di nav wan xebatan de çawa ku em dizanin pêşî ji aliyê cemiyetê ve pirtûkçeyeke bi navê Hînker derdikeve, ku ev Hînker bes ji bo wan kesan e ku bi kurdî nizanin, lê di ser tirkiya Osmanî re hînî kurdî bibin. Pirtûkçe wekî kurdiya rojane, hevokên, gotinên an jî qalibên kurdî yên rojane û berginda wan jî bi tirkiya osmanîkî derdikeve û her wiha di nava wê de kurmanciya jorîn û kurmanciya jêrîn heye. Pê re jî cemiyet dest pê dike, Kovara Jînê(1918-1919) derdixîne. Di Kovara Jînê de jî her wekî Rojnameya Kurdistan, Rojanameya Terakkî Teavun û her wiha Rojnameya Kurdistan a kû Mîqdad Bedirxan der xistiye, Rojî Kurd tirkî û kurdî derdikeve. Lê di nava wê de dîsa heman, eynî fikirên ku di Rojî Kurd de henin, disa tên bi lêv kirin. Lê di Jînê de ramana ku ji Xanî maye û bi şikestinên, derbxwarinên civakî ên kurdan, ên bi şerê Mîr Bedirxan û Şêx Ubeydullah bêtir cî digire. Ew cîgirtin çî ye? Ji ber ku serê pêşîn û cara yekem di warê çand û folklorên hêman û berhemên foklorîk de, di kovarê de hem tê berhevkirin û hem tê weşandin. Her wiha li ser mafê kurdan bi taybetî ên gelbûnê, ên ziman û ên çand û folklorî û hebûnî zêdetir, nivîsên ramanî tên weşandin û tên nivisandin. Ev yek nîşanê me dide ku Jîn qonaxa yekem a netewebûnê hêdî hêdî temam dike.

*Ev qonax çima qonaxa yekem e, çawa û ji aliyê kîj kesimê ve pêk hatiye?

Netewbûna kurdan bi Kovara Jînê hêdî hêdî temam dibe. Ew qonax çima konaxa yekem e? Ji ber ku tenê di derdora rewşanbîran de ev fikir tê nîqaş kirin, ev fikir belav dibe, xwenda û rewşanbîr di nav hev de vê fikrê belav dikin û xwe bi nivîsên xwe digihînin desthilatdaran an jî dinyayê. Loma jî gel ji ber ku nexwendewar e, xwendin û nivisînê bi tipên erebî, çi bi tîpên dîtir nizane, bêtir xwendavan, xwende, bîrewer û rewşenbîrên kurd vê yekê pêk tînin. Em dikarin bêjin ku Kovara Jînê qonaxa yekem a netewebûna kurdan temam dike, bi wê temam dibe.

*Piştî qonaxa yekem temam dibe, em dibînin ku dubare serîhildan xwe didin der. Ev serîhildan ji aliyê rewşenbîrî ango bîreweriyî li qonaxa yekem tiştekî zêde dikin? Heke lêzêdekirinek hebe, ew lêzêdekirin bi çi rengî ye?

Piştre her wekî em dizanin berî ku Komara Tirkiyeyê ava bibe, serhildaneke dîtir, Serhildana Koçgiriyê li dar dikeve. Di Serhildana Koçgiriyê de ew ramana ku me qal kir hinekî din jî, gavekî din jî pêş de diçe û ew gav mixabin dîsa jî di demeke kurt de tê qûtkirin û derb dixwe. Serhildan an jî şer dîsa têk diçe. Piştî têkçûna wî şerî, hizra min li ser wê yekê ew e ku Serhildana Koçgirî dibe sedem ku ramaneke hê berfirehtir ava bibe, ramaneke hê berfirehtir li dar bikeve, ramaneke hê berfirehtir û xurtir bê danîn, da ku ramana kurdbûnê xwe bigihîne gel. Loma jî bi Rêxistina Azadî, Serhildana Şêx Saîd re em dizanin li dar dikeve.

'Serhildana Şêx Saîd li ser ramanekê û rêxistineke mordern hatiye lidarxistin'

Em dîsan aliyê şer, têkçûn û zehmetiyê û her tiştê dîtir ê tundî, şîdet û xedariyê deynin aliyekî, piştî têkçûna şerê Şêx Saîd em dikarin bêjin ku civaka kurd dîsa yekem car li xwe hay dibe. Di nav axa xwe de, li ser axa xwe dikare şerekî bike û kesên ku an jî derdorên ku an jî eşîrên ku an jî giregir û pêşengên gel ên ku alîgirî neteweya kurd in ên ku bi xwe jî kurd in, lê di vê têkoşerê de alîgiriya kurdbûna xwe nakin hê xweştir diyar dibe, beloq dibe. Ev jî cara yekem e ku ewqasî beloq dibe ku Serhildana Şêx Saîd bi temamî li ser ramaneke, li ser rêxistineke mordern hatiye lidarxistin û dest pê kiriye. Piştî wê du sal di ser re diçe,em wekî dizanin Rêxistina Xoybûnê tê avakirin û bi Rêxistina Xoybûnê re Serhildana Agîrî li dar dikeve û ew jî têk diçe. Dîsa li aliyê din wexta em bala xwe bidin Xoybûnê, ew kesên ku Xoybûn ava kirine, bêtir ew kesên ku di wexta Cemiyeta Hêvî de li Stenbolê xwendevan bûne. Lê ji xerîbiyê, ji dûrbûnê berê xwe dane axa xwe û li ser axa xwe rêxistinek ava kirine. Her wekî em dizanin serokê vê rêxistinê yê yekem jî Celadet Berdixan e.

*Ew pêngava rewşenbîriyî ango modernbûyînî ya beriya Hawarê, bi raya te çiqasî xwegihand civakê?

Rewşenbîriya di dema Rojî Kurd û Rojnameya Terakî Teavun û Kurdistan, Kovara Jînê de, zêde xwe negihand gelê kurd. Dîsa xwe gihand xwendayên wê hingê ku bêtirî wê an di dibistanên Dewleta Osmanî de xwendine an jî entelîjensiya kurd in, melayên kurd in, dikarin bi tîpên erebî bixwînin. Xwe gihand beşeke pir biçûk û teng a civaka kurdan. Ji ber wê yekê jî em nikarin xweşikî bêjin xwe gihand gel. Em wan rewşenbîran jî di qonaxa yekem a netewebûyînê de tevlî rewşenbîran dikin. Yanî qonaxa yekem a netewebûnê, ew e ku di nav rewşenbîran de ev netewebûn tê nîqaşkirin, di nav rewşenbîran de ramaneke wê tê danîn û piştî ew raman kêm zêde dikemile, kêm zêde xemla xwe jî digire û kêm zêde stûnên wê ên esasî jî ava dibin, pişt re jî dikare xwe bigihîne gel. Loma jî têkçûna Serhildana Şêx Seîd, gel dîsan du şerên dîtir de jî derb xwariye, lê dîsan piştî heta Serhildana Şêx Seîd gel ji vê yekê zêde ne haydar e. Dîsa gel xwe wekî di nav Dewleta Osmanî de, wekî ji ummeta îslamê dizane û Dewleta Osmanî jî wekî dewleteke ku dewleta xwe ye, lê di nava xwe de dikare weke eşîrtî yan jî mîrtî yan wekî begtî xwe bi rê ve bibe, xwe wisa qebûl dike. Lê em nikarin bêjin rewşenbîriya kurd heta Serhildana Şêx Seîd xwe guhandibû gel, na. Xwe gihandibû çend bîrewer û rewşenbîrên ku di nav gel de dijîn. Ne li Stenbolê, lê di nav gel de dijîn.

*Piştî wan qewimîn û geşedenên dîrokî yên beriya Hawarê, em niha werin avakirina wê bi xwe. Em ji dîrokê jî dizanin di wê heyamê de hişmendiya netew-dewletî li ser asasên "tekbûyînê" tevdigere û bi vê re mêtinkarî hêdî hêdî hemû hicrikên xwemalî pasîfîze dike. Lew polîtîkayên tehekumiyê li dar in. Tehekumî jî kesimên li ber xwe didin bêyî hincet wan daduqurtîne. Gelo li sirgûnê, di nêv pençeyên feraseteke dabeşker de, di warê netewebûyînê de liv û tevgera Hawarê çawa bû û cihêtiyeke çawa avakir?

Heta Serhildana Şêx Seîd qonaxa yekem a netewebûna kurdan temam dibe, qonaxa A'yê. Ku zanyarê rûs Broch diyar kiriye; qonaxa A'yê, qonaxa B'yê, qonaxa C'yê. Di qonaxa B'yê de, rewşenbîrên kurd ramana netewebûnê ava dikin, datînin. Vêca vê ramanê digihînin gel. Di nava gel de belav dikin û bi gel didin bawer kirin ku ew li ser navê gel vê ramanê diparêzin û divê gel jî alîkariya wan bike, piştgiriyê bide wan da ev raman bigihîje serî û bigihîje armanca xwe. Loma jî têkçûna Serhildana Şêx Seîd di nava gel de şikestineke pir mezin çêdike ku ev şikestin dibe sedem ku ev raman aj bide, di nava gel de, ne di nava rewşenbîran de. Piştî ajdana vê ramana bi du sal şûnde Rêxistina Xoybûnê ava dibe û Serhildana Agiriyê dest pê dike. Em bala xwe didinê yekem car di Serhildana Agiriyê de doza neteweyeke, doza sînoreke terîtoryal û coxrafîk tê bi lêv kirin ku navê wê Kurdistan e û li ser navê wê tê şerkirin. Ne ku em neyîn nakin ku em bêjin ên din jî ji bo mafên kurdan şernekirin, na. Li vê derê em bala xwe didinê cara pêşî alek tê diyarkirin. Al çî ye sembola sereke a neteweyekê ye. Ê hemû neteweyan alên wan henin. Alaya kurd cara pêşî di Serhildana Agiriyê de tê diyarkirin û nexşa wê jî her wiha dirûvê wê jî tê danîn. Ê ku aniha kêm zêde tên bikaranîn keskesor e û di nava wan de spî heye, xeteke spî û li ser xeta spî jî rojek heye. Ev nîşane, nîşaneya sereke a xurt e ku meriv dikare bêje qonaxa B'yê a netewbûna kurdan bi Rêxistina Xoybûnê û bi Serhildana Agiriyê dest pê kiriye.

*Tam di vir de Hawar xwe dide der. Gelo di vê qonaxa B'yê a netewebûnê de, barê Hawarê barekî çawa ye?

Serhildana Şêx Seîd bûye sedem ku şikestineke pir mezin, pir xuya aşkera çêbibe ku civaka kurd kêm zêde, digel rewşenbîr û xwenda, nexwenda û gundiyên xwe bêtir hişyar bibin û bi vê hişyariyê û hayjêbûnê xwe tevlî vê tekoşînê bikin. Vêca piştî têkçûnê xebata Celadet Bedirxan a ku bi Hawarê destpêkiriye, 15'ê Gulanê 1932'yan, ne xebateke wisa şûnde, xwe şûndedanê ye an jî piştî têkçûna ji bo ku hêviya xwe winda neke xebatên biçûk, na. Ev xebat jî di nav wê qonaxa B'yê de ye ku netewbûna xwe temam bike. Sedem çî ye? Di vê qonaxê de, di vê xebatê de gelek tiştên nû û avangard hatine kirin. Yek ji wan tişta ew e ku em hemû pê dizanin alfabeyeke bi tîpên latînî hatiye danîn, ji bo kurdî. A duyem em bala xwe didin Kovara Jînê de, di Rojnameya Kurdistan, Rojnameya Terakî Teavun a Kurd û Rojî Kurd, kesên ku nivîsîne hemû wek min got entelîsensiyane, xwenda, bîrewer û rewşenbîrê kurdan ên li derveyî welat û ên çend kesên li welêt in.

'Cara pêşî Axayek di kovarekê de bi kurdî nivîsekê dinivîse'

Lê Hawar kêm zêde hîma xwe li ser axa xwe datîne. Hem jî kesên têde nivîsîne, kesên wekî Haco Axa, cara pêşî Axayek di kovarekê de bi kurdî nivîsekê dinivîse, hînî bi nivîsandina kurdî dibe. Ji entelîjensiyayê Cegerxwîn wekî meleyekî dinivîse, Qedrîcan wekî mamsoteyekî ku perwerdehiya pergalê girtiye cara pêşîn dinivîse. Em bêjin Ekrem Cemîl Paşa, ji cemîlpaşayan kes nivîs dinivîsîn. Kamûran Bedirxan û Celadet Bedirxan nivîs dinivîsin. Osman Sebrî wekî em bêjin ji eşîra Mêrdêsya seroktiya wê jê re wek mîrateyekê maye, lê wê mîrateyê datîne û dide dû vê bîrewerî û karê rewşenbîriya kurd, têde xebatê dike. Gelek çînên civakê kes tên cem hev û di vê Kovarê de dinivîsin.

'Ji aliyê avakirina fikreke rewşenbîrî a nivîskariyê de Hawar pêngaveke avangard e'

Ev yek cara pêşîn diqewime. Loma jî ev ne xwedan alî ye, ku bêtir xwedan pêş e ku di qonaxa B'yê ramana netewebûnê hatiye danîn . Sembola sereke a netewebûnê hatiye diyarkirin, ez behsa alayê dikim û pê re jî ji bo ku ev raman di nava gel de belav bibe. Gavake dîtir, gaveke cihêtir, gaveke rengîntir hatiye avêtin ku navê wê Hawar e û di nav Hawarê de jî ji civakên, ji çînên civakê ên cihê cihê kes nivîs nivîsîne û xwedîtî lê kirine kêm zêde, bi qasî ku dil dixwaze, bi qasî ku hewceye na. Lê bi qasî ku ji milê wan were, ji destê wan were xwedîtî lê kirine û her wiha em dizanin ji vî aliyî ve jî, ji aliyê danîna alfabeya latînî a kurd ve jî û ji aliyê meşîn û derxistina kovarê û avakirina fikreke rewşenbîrî a nivîskariyê de jî Hawar pêngaveke avangar de jî.

*Em dibînin ku lez û bezeke heye. Di nav rûpelên xwe de gelek tiştan bi awayekî hemwext dihebîne. Bi vê re dixwaze civakê daxil bike an jî daxilî civakê bibe û bi her awayî modernbûyînekê ava bike, yanî ne bi awayekî otonom, lê bigiştî. Lê bereksê vê em dibînin ku di berhemên kovarê de cirreke bi dewleta tirk re heye. Ji bo meriv daxilî civakê bibe an jî civakê daxil bike pêleke sivîlane, yanî daketinek divê. Bi raya te li gel vê şêweya polîtîk şêweyeke sivîlane çiqas xwe da der an jî sivilbûneke çawa zevt kir?

Niha ji xwe Hawar piştî têgihiştina hemû trajedî û karesatên ku li kurdan qewimîne û bi ser kurdan hatine derdikeve. Ev têgihîştin ji xwe dibe sedem ku têgihiştineke dîtir jî ava bibe. Çî ye ew? Derketina Hawarê bi xwe, helwesteke antî-kolonyal e. Ev helwesta antî-kolonyal, helwesteke ne bi temamî leşkerî û ne jî bi temamî sivîl e. Di qadeke û wareke sivîl de bi nivîs, çîrok, naverokên helbestan an jî pêkanînan, wê helwesta xwe yî antî-kolonyal dixwaze xurtir bike. Ev xurtbûn çî ye? Em behsa modernîzmê dikin, bi raya min modernîzma kurd bi Xanî dest pê dike û ji wir şûn de jî tê. Lê ev modernîzma em qal dikin ne modernîzmeke roja îroyîn e. Di nav rûpelên Hawarê de her cure nivîsên ku xwe digihîne kurdan heye. Celadet Bedirxan di hejmara yekemîn de di 11 xalbendan de manîfestoya Hawarê daniye. Di nava wan de dibêje ku ji bilî ziman hemû nirx û bermayiyên kurdan ên çand û folklorîk dibên bên berhevkirin.

'Danheva kelepûrê bi xwe helwesteke antî-kolonyal e'

Yanî behsa kelepûrê dike, berhevkirin û anîna ba hev. Danheva kelepûrê bi xwe helwesteke antî-kolonyal e. Sedem, ji ber ku kolonyalîzm dixwaze kelepûrên gelekî an jî gelekî etnîsît an jî neteweyekê bi xwe ji holê rabike. Ji ber wê yekê Celadet Bedirxan gava ku vê yekê datîne, hemû nivîskar û derdorên ku tevlî rûpelên Hawarê dibin çîrokan berhev dikin, gotinên pêşiyan, biwêj, meselok, bîr û baweriyên dînî û bîr û baweriyên batil ên bê bingeh, hemû hema çi bêjî dişînin û di têde hene. Ev ji aliyekî ve dibe kewarek jî. Ev kewar, dibe kewara kelepûra kurdî. Beriya wê em lê dinêrin di weşanên din de nivîsên siyasî henin, ji xeynî Jînê ku di 2-3 hejmaran de gotinên pêşiyan hatine berhevkirin. Ji xeynî wê, tu berhemeke kelepûrî tune ye. Serê pêşîn bi Hawarê ev yek dest pê dike. Ev helwest bi xwe antî-kolonyal e. Ev helwest bi xwe, wê hem ji sivîlbûna civakî dûr dike, hem jî wê bi temamî dike helwesteke civakî a sivîl. Ji ber ku pêkanîn û sepandinên ku tên kirin bê çek e, sîleh tune ye, çekteqandin tune ye, mirin û kuştin tune ye. Bes raman û nivîs û rûpel û kaxiz hene.

* Wê demê helwesteke Sovyetê yanî modeleke lenînîst a 'Mafê her gelî heye ku çarenûsa xwe diyar bike' li dar e yanî di rewacê de ye. Dema em li helwesta Hawarê dinerin û noqî nav rûpelên wê dibin, wekî we got kewareke kelepora kurdî di xwe de dihebîne. Bi raya we meriv dikare bibêje di vê kewarê de Celadet ev model esas girtiye yan jî li gor wê tevgeriyaye? Yan na?

Em karin bêjin ku Hawar ew weşan e ku di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de belav bûye û li Kurdistanê derketiye. Em nivîsên ji mecbûrî ên fransî deynin aliyekî, têde nivîsên erebî û tirkî tune ne. Farisî jî tune ye. Yanî em dikarin bêjin ku yekem kovareke ku xwerû bi kurdî derdikeve. Ev xwerûkurdîbûna Hawarê rengeke nûtir û dîtire ji bo kurdan, ku em dikarin bêjin ev helwest bi xwe, bi tena serê xwe amaje bi coxrafyayekê, amaje bi gelekî etnîst dike, amaje bi neteweyekê dike ku li ser Prensîbên Wîlsonê ramana xwe daniye, li ser vê ramanê jî dimeşe. Her wiha em dikarin bêjin Prensîbên Wilsonê di Rojî Kurdê, Kovara Jînê de jî behsa wê hatiye kirin. Dîsa jî ev raman ji ummetbûna îslamî a di nav osmanî de dûr neketiye, jê derneketiye. Di wexta Hawarê de ev raman bi temamî bûye, ramaneke ku li ser netewebûna kurdan tê avakirin û hewil dide ku qonaxa B'yê temam bike.

*Belê. Gelo Hawar piştî xwe bi awayekî dumahîkî yanî berdewamiyeke yan jî di warê xelef-seleftiyê de xetek çawa ava kir û ev çawa bi rê ve çû?

Hawar 57 hejmar şûnde ji ber sedemên aborî weşana xwe dide sekinandin. Lê piştî demek kin şûnde Celadet Bedirxan bi kovareke bi navê Ronahî xebatên xwe, bi derdorên ku pê re ne didomîne. Di wê navberê de Kamûran Bedirxan li Şamê kovarekê derdixîne, lê piştî Ronahiyê bi taybetî em berê xwe bidin alî Komara Tirkiyeyê û li xebatên kurdan binêrin, sekinandinek heye, şikestinek heye. Piştî Kovara Ronahiyê xebat tên sekinandin heta salên 70'yî, xebatên ku bi kurdî tên kirin disekinin. Şikestinek heye lê dîsa jî ew bingeha ku li wê derê, bingeha nivîskarî, rewşenbîrî û ramanî hatiye danîn. Her û her xwe di nava gel de, em nikarin bêjin bi temamî, lê di nav rewşenbîrên ku di nava gel de dijîn xwe her tim nûkiriye û bûye sedem ku rewşenbîriya kurd cara yekem karibe di nava civaka xwe de rabe. Em bala xwe bidinê gelek caran hinek jê li Ewropayê, hinek jê li Stenbolê bi giştî gelek jê li Stenbolê rabûne, loma jî heta salên 1970'yî ev disekine û ji 1970'yî şûnde jî ev xebat bi awayekî dîtir dîsa dest pê dike. Lê Hawar dîsa bingeheke sereke ye.

'Sosyolojiya civaka kurd di hundurê xwe de guherîn bi xwe re aniye'

Yanî em dikarin bêjin ku Rojnameya Kurdistan, Rojnameya Terakkî Teavun a Kurd, Rojî Kurd, Jîn û Hînker ev hemû sitûnên cihê cihê ên avahiyekê bûn, lê ban û parastin û danîn û hemû alavên di nav vê avahiyê de, ji aliyê Hawarê ve hatine avakirin. Ji ber ku di qonaxeke wisa de bûye ku êdî gel, gelê kurd çar şikestin, tevî Koçgirî 5 şikestin xwarine. Derbên ên ku di her duyên dawî de xwarine, di Serhildana Şêx Seîd û di Serhildana Agirî de û ew her du derb bûne sedem ku sosyolojiya civaka kurd jî ji derveyî desthilatdarên xwe biguhere. Sedema esasî ev e. Sosyolojiya civaka kurd, bi wan derban re ji derveyî desthildarên xwe di hundurê xwe de guherîn bi xwe re aniye û ew guherîn her ku çûye rengên dîtir pê re çêbûye û vê guherînê rengên dîtir daye xwe.

*Bi raya te, pêngavên bi vî rengî ew asta Hawarê zevt kirine yan jî pêşdetir çûne yan na?

Asta Hawarê li gorî wê çaxê asteke ne hindik e, lê ku em ji îro de li Hawarê binêrin asta Hawara di gelek waran de, di wê gavê de maye. Hemû nivîskarî û rewşenbîrî, tevî ziman jî, tevî têgihiştina ji ziman jî, têgihiştina ji civakê, têgihiştina ji neteweyê helbet ta bi ta em bêjin tewq bi tewq, car bi car, gelek caran bi ser Hawarê ketiye û gelekî pêş ketiye. Loma jî Hawar li wê derê maye, ji bo nivîskariya niha, ji bo nivîskariya îroyîn wekî kelepûreke, wekî mîrateyeke xurt a kurda ne, ku ez dikarim bêjim heke di warê afirandin û avakirin û danîna ramanê de Xanî û Mem û Zîn wekî berhema yekem û sereke tê zanîn. Bi ya min Hawar bi xwe û fikra wê û Celadet û hemû nivîskarên têde nivîsîne, ew jî wekî berhema duyemîn e ku ji alî du dehayên kurdan ve li civaka kurd hatine diyar kirin. Du dehayên ramanî û nivîskarî ên neteweya kurd Xanî û Celadet in.

*Wekî xulase, bi kurt û kurmancî heke meriv pênaseyekê bike, bo kurdan Hawar çî ye?

Gava ku em ji îro de li Hawarê binêrin, ez dikarim vê bêjim ku Hawar êdî ne kovar e ji bo kurdan. Hawar hevalbendeke Mem û Zînê ye û mirov dikare wê wekî di nav kelepûrên esasî ên kurdan de qebûl bike û di warê ziman, bi giştî ziman, di warê bingeha wêjeya kurd a nûjen de wê wekî berhemeke sereke û esasî qebûl bike û bêje Hawar bi xwe Hawara kurda ne, wekî ku Celadet gotî.

(as/sa)