HDK: hêza we têra me nake
HDK: Em hêza gelan in, hêza we têra me nake
Meclîsa Kongreya Demkoratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê ji bo nuçeyên li dijî wan hatine weşandina şermezar bike, li Qada Galatasarayê daxuyaniyê da çapemeniyê û meşê pêk anîn. HDK'ê li Îzmir, Enqere û Mêrsînê jî civîn pêk anîn û pêkanînên li ser xwe şermezar kirin. HDK'ê diyar kir ku ew hêza xwe ji gelan digirin û heza kesî têra wan nake. Endamên HDK'e diyar kirin ku kesên tû rojê bikin dê tû wecê xwe bikin. Li Enqereyê Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî anî ziman ku berpirsiyarê neheqiyan kesên bêdeng in.
STENBOL
Meclîsa Kongreya Demkoratîk a Gelan a Stenbolê ji bo nuçeyên li dijî wan hatine weşandina şermezar bikin, li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên HDK'ê yên Stenbolê nûçeya "Li şûna KCK'ê ku deşîfre bû HDK tê avakirin" şermezar kir û ji Galatasarayê heta Taksimê meş pêk anîn. Di meşê de pankarta "HDK; Kongreya Gelan a Demokratîk e, HDK; dê têkoşîna ked, demokrasî û azadiyê berdewam bike" vekirin û dowîzên "Em li hemberî zulmê serî natewînin", "Em dê perteya derewan biçirînin" û "Ji rojnameya Polisan re na" hildan. Komê bê navber dirûşmeyên "Guhdar bike AKP, vay HDK tê.", "Em jie derewên we natirsin" û "Komplo vala derekin dê vala derkevin" berz kirin. Pişt re li ser navê HDK'ê Endamê Koordinasyona Stenbolê Erdal Demîrhan, daxuyani da û nûceyên der barê HDK'ê derketin şermezar kir.
Demîrhan, anî ziman ku nûçeyê raste rast HDK kiriye hedefa xwe û wiha got: "Hûn tû rojê bikin tûka we dê li we vegere. Hûn ji bîr nekin ku ev kongre hêza xwe ji gelan digire. Dê tu carî hêza we têra wê neke."
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku HDK têkoşîna welatiyan a mafê azadiya fikr, raman, bawerî, jinê û ciwanan dimeşîne û wiha got: "Me bi berxwedanê bi dest xist, em dê bi berxwedanê biparêzin."
ÎZMÎR
Li Îzmirê jî Meclîsa HDK'ê bi heman armancê bertekên xwe anî ziman û çalakî pêk anî. HDK'ê li avahiya EDP'ê ya Îzmirê daxuyanî da û nûçeyên der barê wan de derketine şermezar kirin. Endamê HDK'ê yê bajar Hasan Huseyin Evîn, daxuyanî xwend û êrîş şermezar kir
ENQERE
Meclîsa HDK'ê ya Enqere di çarçoveya kampanyaya "Tu jî dengekî derbixe" li Kolana Sakaryayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîda li girtîgehan bilindikin ra na azadî, operasyon na diyalo û dengê xwe tevlî dengê me yê muzakereyê bikin" hate vekirin û sloganên "Ji girtiyan re azadî", "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" û "Şer na muzakere" hatin berzkirin. Endamê Lijeneya Rêveber a HDK'ê Huseyîn Gevher daxuyanî xwend û diyar kir ku gelek siyasetmedar, sendîkavan, rojnameger û jin dîl hatine girtin û wiha got: "Gelê kurd bi komkirina 3 milyon û 500 hezar îmzayan Abullah Ocalan ji xwe re rêber diyar kir û niha li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd heye. Niha li girtîgeha ji bo şermezarkirina vê tecrîd greva birçîbûnê ya dorvenger berdewam dike. Li gel vê yekê girtî dixwazin bi riyên siyasî û diyalogê çareserî bê destpêkirin û operasyon bi dawî bibin."
'Bila nûçegihanên DÎHA'yê serbest bên berdan'
Gevher bal kişand ser pêkutiyên li Girtîgeha Pozantiyê hatin jiyîn û geşadanên piştî bûyerê hatin jiyîn û wiha axivî: "Em iro hîn dibin ku kesên berpirsiyar wekî hatin xelatkirin li ciheke din hatine peywirdarkirin. Nûçegihanên DÎHA'yê yên sûcdar deşîfre kirin Ozlem Aguş û Alî Buluş hatin binçavkirin û Aguş hate girtin. Zarokê bi avê T.T. carek din hate girtin. Em dixwazin der heqê kesên berpirsiyar da lêpirsîn bê vekirin û zarok û nûçegihanên DÎHA'yê serbest bên berdan."
Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder jî axaftineke kin kir û diyar kir ku dema TMK amadekirin li dijî wê derketin û wiha got: "Dema ku em digot ev yek dê wisa bi encam bibe gelek demokratên civakî nedizanin ka deng didin kê. Îro li girtîgean bi sedan zarokên kurda rastî muameleyên xerab tên. Ez li hemû girtîgehên vî bajarî raketim. Di darbeya 12'ê Îlonê de hejmara kesên temenê wan di bin 18 saliyê de li Girtîgeha Mamakê 4 an 5 kes bûn. Lê niha pêkutiyên li dijî zarokan pêktên em hemû dibînin."
MERSÎN
Meclisa HDK'ê ya Mêrsînê li ber avahiya BDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek kes tevli daxuyniyê bûn û lis er navê girseyê Muslum Tang axivî û diyar kir ku nûçeya ku di manşetên rojnameyan de cih girtine çavkaniya wan ne diyare û nûçe ji çavkaniyên polîsan hatiye çêkirin. Tang wiha pê de çû: "HDK bi senaryoyên bêbingeh tên reşkirin. Lê ev yek dê me bi hêztir bike. Dê şopdarên 34 ciwanên hatin qetilkirin be."
(bd/aw/mae)
