1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. HDP dê li dervayê Meclisê bê hiştin?
HDP dê li dervayê Meclisê bê hiştin?,hdp,dê,li,dervayê,meclisê,bê,hiştin

HDP dê li dervayê Meclisê bê hiştin?

A+ A-

HAYRÎ DEMİR

ENQERE (DÎHA) - Der barê parlementerên HDP'ê de hema bêje her roj fezleke tên amedekirin û pêşkeşî meclisê tên kirin. Di nava 429 fezlekeyên ku hatine meclisê 240 fezleke yên parlementerên HDP'ê ne. Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel destnîşan kir ku AKP û Qesr dixwazin HDP'ê li dervayê meclisê bihêlin û got, "Ne hedê Serokomar Erdogan e ku bangî Meclisê bike û bêje "pêwira xwe bi cih bînin" Ev yek pêwira wî nîne."

AKP ku şerê li hemberî kurdan li her qadî belav kiriye, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî xistiye hedefa xwe. Serokomar Erdogan ku di fersendê de HDP'ê hedef nîşan dide, di rojên borî de bi keyayan re civînek li dar xistibû û di civînê de ji bo fezlekeyên der barê parlementerên HDP'ê de gotibû "Divê ev fezlekeyan di refên mecliyê de nerizin." Ev axaftina Erdogan carek din destnedayina parlementeran anî rojevê.

Di nava du mehên dawî de her roj fezleke anîn meclisê

Di nava çend mehên dawî de ku AKP'ê şer kûr kir, felzlekeyên der barê parlementerên HDP'ê de jî hatin rojevê. Tenê di meha yekemîn a sala 2016'an de der barê HDP'î yan de hejmara fezlekeyên ku 182 bûn, di meha sibatê de bû 240.

Der barê Demîrtaş de 60 fezleke hene

Di nava heman demê de tenê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de 11 fezleke rê kirin Meclisê. Bi 49 fezlekeyên ku di demên dawî de hatin amadekirin, herî dawî hejmara fezlekeyên der barê Demîrtaş de gihîşt 60'an. Piştî Demîrtaş, fezlekeyên herî zêde der barê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken, Nursel Aydogan û Selma Irmak de hatine amedekirin.

Dixwazin HDP'ê li dervayê meclisê bihêlin

Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel da zanîn ku di Meclisê de partiya ku tenê muxalefetiyê dike HDP ye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê û Qesir bi krîmînalîzekirina HDP'ê dixwazin HDP'ê li dervayê meclisê bihêlin. Ji bo padîşahiya xwe dixwazin vê yekê pêk bînin."

'Serokomar nikare fermanê bide Meclîsê'

Demîrel daxuyaniya Erdogan a der barê felzekeyan de bi bîr xist û ev tişt got: "Ev pêwira Serokomar nîne. Serokomar nikare mudaxaleyê parlementoyê bike. Ev kar û hedê Serokomar nîne. Serokomar nikare talîmat bide Meslisê."

'Ên AKP'ê dizî, nelêrêtiye û yê me jî nêrînin'

Demîrel herî dawî wiha got: "Wekî HDP'ê me berê jî daxuyaniyê dabû; me daxwazname da parlementoyê û me xwest hemû destnedayinên parlementeran bên rakirin. Yê Serokomar jî tê de bila destnedayîna her kesî rabe. Der barê AKP'ê de bi dehan fezleke hene. Hemû jî der barê dizî û nelêritiya wan de ye. Yên me jî ji ber fikrên me hatine amedekirin."

'Em tu car paşve gav neavêjin'

Demîrel anî ziman ku dê ew ê tu car ji sekna xwe tavîz nedin û wiha bi dawî kir: "Em partiyek ku ji destnedanan bitirsin nîn in. Em li dijî pêkanînên bêhiqûqî têkoşînê didin meşandin."

(go/sy)