1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'HDP wê bi gavên mezintir vê meşa xwe xurttir bike'
'HDP wê bi gavên mezintir vê meşa xwe xurttir bike',hdp,wê,bi,gavên,mezintir,vê,meşa,xwe,xurttir,bike

'HDP wê bi gavên mezintir vê meşa xwe xurttir bike'

Alî Haydar Kaytan: Di van hilbijartinan de armanca sereke ya HDP'ê, pêşîgirtina li armancên avakirina hegemonya AKP'ê bû. HDP'ê derbek giran li van armancan xist û ji bo careke din neyê bilêvkirin, ya dikeve ser milê xwe bicih anî

A+ A-

BEHDÎNAN / ANF - BÊRÎTAN SERYA / SÎNAN DENÎZ

Endamê konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan destnîşan kir ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nîşaneya şênber a têkçûna netewe dewletê ye û got, "Erdogan her tim bi dîsgotinekê re hewl da netewe dewletê biparêze. Yanî hegemonya nû ya xwe dispêre senteza Tirk-Îslam, yek tîpiyê ferz dikir. Dîsgotina yek dewlet-yek netewe-yek ziman-yek lîder dubare kir. Li ser vê bingehê xwest ji qirkirina çandî re deng were dayîn. Lewma qirkirina çandî derbeke giran xwar."

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Alî Haydar Kaytan, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand.

'SERKETINA HDP'Ê NÎŞANÎ CÎHANÊ DA KU TIRKIYE NE TEK TÎP E'

Kaytan anî ziman ku tabloya nû ya derketiye holê tabloyeke cuda ye û diyar kir ku ev yek têkçûna netewe dewletê ye.

Kaytan da zanîn ku Erdogan bi dubarekirina heman dîsgotinê re hewl da netewe dewletê biparêze û got, "Yanî hegemonya nû ya xwe dispêre senteza Tirk-Îslam, yek tîpiyê ferz dikir. Dîsgotina yek dewlet-yek netewe-yek ziman-yek lîder dubare kir. Li ser vê bingehê xwest ji qirkirina çandî re deng were dayîn. Lewma qirkirina çandî derbeke giran xwar. Yanî hebûna nasname û çandên cuda ne tenê li meydanan hat bilêvkirin. Vaye wê li kursiya Meclîsê ji hemû gelên Tirkiyeyê û cîhanê re ev rastî were vegotin. Lewma tabloya derketiye holê bi xwe nîşan dide ku Tirkiye tek tîp nîne."

Kaytan anî ziman ku her çiqas bê înkarkirin jî nasnameya Ermenî, Kurd, Îslama demokratîk, Elewî, Mehlmî li parlamentê heye û got, "Nasnameya Tirkmen, nasnameya Naferî jî heye. Ji niha û pê ve ev nasname wê hîn bêhtir hebin. Ev nasname wê xwe bi awayekî vekirî bilêv bikin. Yekîtiya li Kurdistanê pêk hatiye, yekîtiyeke teng a bi tenê di nava Kurdan de nîne. Ji vê wêdetir li Kurdistanê pêkhateyên cuda yên etnîkî hene."

Kaytan ragihand ku piraniya van nasnameyan deng dane HDP'ê û got, "Yanî hemû civatan nîşan dan ku ew dixwazin bi Kurdan re li ser bingeha wekhev û azad, bi hev re bijîn. Tabloya derketiye holê bi vî rengî ye."

Kaytan bal kişand ser hewldanên AKP û Erdogan ên hewl didin serketina HDP'ê binixumîne, rewatiya wê ji holê rake û ev nirxndin kir:

"Dibe ku niyetên wan bi vî rengî be, lê belê ti kes nikare ser vê serketinê binixumîne. Ka digotin 'dengên emanet'. Ev hemû çîrok bûn. Projeya HDP'ê projeya desthilatdarkirina gel e. Yanî bûyîna desthilatdar a gel e. Lewma potansiyela dengan a HDP'ê ji sedî 70-80 ye. Girîng e bi vî rengî were nirxandin. Hûnê bi vî rengî dest bi meşekê bikin, 20 hezar kîlometre bimeşin û her tim gav bi gav ber bi armanca xwe ve bimeşin. Lê belê gava di vir de hatiye avêtin, gaveke mezin e. Wê gavên mîna vê yên mezin hînê werin avêtin. Li gorî vê sînerjiya derketiye holê, zêdebûna dengên HDP'ê wê ne bi şêweyê matematîkî be, zêdebûneke geometrîk be, yanî wê qat bi qat zêde bibe. Pêwîste di vê çarçoveyê de xebat were meşandin. Îro ji sedî 13 be, sibe ji sedî 26 e. Eger armanc ne ev be û li gorî vê xebat neyê meşandin, projeya HDP'ê bi ser nakeve. Yanî projeyeke dikare çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Projeyeke dikare çarenûsa gelên me yên Kurdistanê diyar bike. Divê li ser vê bingehê were nirxandin. Ev projeya gelan û civaka demokratîk e. Civak jî eger rêxistinbûyî be, civak e. Ji civaka ne rêxistinî re civak nayê gotin. Ji bo gelan jî heman tişt dikare were gotin. Yanî van gotinên giştî ne. Lê ya girîng rêxistinbûyîne, ji ber vê yekê divê her kes li ser vê bingehê bixebite. Rêxistinkirina civakê wezîfeya herî bingehîn e. Encama derketiye holê ev e. Di vê hilbijartinê de armanca sereke ya HDP'ê pêşîgirtina li armancên avakirina hegemonya AKP'ê bû û derbeke girîng li vê armancê hat xistin. Ji bo careke din neyê bilêvkirin, ya dikeve ser milê xwe bicih anî. Ji niha û pê ve jî armanceke mezintir heye. Rêxistinkirina neteweya demokratîk a li Tirkiyeyê ye."

Kaytan anî ziman ku ev encama ji hilbijartinê derket wê bandoreke erênî li xebatên ji nû ve avakirinê bike û got, "Ez ji vê bawer im. Niha pratîkeke bi vî rengî wê were nîşandan. Em bêjin nebû desthilatdar, lê wê mûxalefetê nîşan bide. Ev mûxalefet wê xwedî li pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêkên gelên me derkeve. Wê li gorî hêza xwe çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkan wê ne li hêviya dewletê be."