1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP’ê Chomsky dawetî Kurdistanê kir
HDP’ê Chomsky dawetî Kurdistanê kir,hdp,ê,chomsky,dawetî,kurdistanê,kir

HDP’ê Chomsky dawetî Kurdistanê kir

HDP’ê ji Chomsky yê ku daweta Erdogan red kir û got ‘Kurd û muxalîf min dawet bikin ez ê werim’ re name şand

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYA - ANF HDP’ê ji Chomsky yê ku daweta Erdogan red kir û got ‘Kurd û muxalîf min dawet bikin ez ê werim’ re name şand. Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz nivîskarê li cîhanê tê naskirin dawet kir, wiha dest bi nameyê kir: “Ez vê peyamê ji Cizîrê ya ku di bin navê ‘qedexeya kolanan’ a ev 32 roj in spartekên wê yên hiqûqî û makezagonî tineye, di bin dorpêça bi hezaran polîs û leşkeran de ye dinivîsînim.” Sariyildiz wiha xîtap kir: “Eger bi zîyareta we re Birêz Erdogan û Davûtoglû jî bi were werin Kurdistanê ew ê jî rastiyan bikaribin bi çavên xwe bibînin.”

Danezana li dijî êrîşên AKP’ê yên li hember Kurdan tevî nêzî sed akademîsyenên ji zanîngehên Tirkiyeyê, Prof. Noam Chomsky jî îmze kiribû. Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan akademîsyen û Chomsky kir hedef wiha gotibû: “Bila Sefaretxaneya DYA Chomsky dawet bike, em mahzûbantiya wî bikin.” Chomsky jî ji Erdogan re wiha gotibû: “Eger ez biryarê bidim biçim Tirkiyeyê, ev yek wê ne li ser daxwaz û vexwendina wî pêk were. Eger Kurdên ku bi salane rastî êrîşên cidî tên jî di nav de mûxalîfên wêrek min vexwendînin, ez ê bi wî rengî biçim."