1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û hesabên operasyonê
Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û hesabên operasyonê,hebûna,leşkerên,tirk,li,başûrê,kurdistanê,û,hesabên,operasyonê

Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û hesabên operasyonê

Hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, bi krîza Başîka re ji nû ve ket rojevê. Mijara ku di navbera dewletên Iraq û Tirkiyeyê ve veguherî krîzê, di Kanûna par de çû ber destê NY û Lîga Ereb. NY û Lîga Ereb helwestek li dijî Tirkiyeyê nîşan dan

A+ A-

HEWLÊR - CÎHAN OZGUR Hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, bi krîza Başîka re ji nû ve bû mijara nîqaşê. Mijara ku di navbera dewletên Iraq û Tirkiyeyê ve veguherî krîzê, di Kanûna par de çû ber destê NY û Lîga Ereb. NY û Yekîtiya Ereb helwestek li dijî Tirkiyeyê nîşan dan. DYA, Rûsya, Îran û Kurd ji hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nerazî ne. Krîza Başîka hemûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ji nû ve xist rojevê.

Dewleta Tirk çima leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê radigire? Li kîjan bajarên Başûrê Kurdistanê baregehên xwe hene? Li van baregehan çiqas leşker hene? Li van baregehan xebatên bi çi rengî tên meşandin? Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê li qanûnan tê yan na? Di encama kÎjan peymanan de dewleta Tirk li Başûr baregehên leşkerî ava kir? Tevî nerazîbûna tê nîşandan jî çima dewleta Tirk ewçend bi israr e? Ev baregeh li dijî PKK'ê gefeke rasteqîn e? Hebûna hêzên biyanî ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê tê çi qateyê?

KURTE DÎROKA MIJARÊ

Beriya nirxandina van hemû mijaran, wê kêrhatî be ku kurte dîroka hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê were vegotin.

Hebûna artêşa Tirk a li bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniye yên li bakurê Paralela 36'an, digihêje 12'ê Tîrmeha 1991'ê ya serdema 'herêma ewle', ku parastina wê ji aliyê 'Çekîç Guç' ve dihat kirin.

Di destpêka salên 1990'î de bi erêkirina Iraqê re, 1300 leşkerên Tirk li qereqolên çavdêriyê yên 'demkî' yên li Bamernî û Şeladizê yên Duhokê û hin bajarokên din hatin bicihkirin.

JI HÊZA DEMKÎ BER BI HÊZA MAYÎNDE VE

Mayîndebûna baregehên Tirk li Başûrê Kurdistanê, di sala 1994'an de di encama peymana 'devkî' ya navbera Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û rayedarên dewleta Tirk de ketin pozîsyoneke 'de-facto'. Di çarçoveya vê peymanê de li bajarên Duhok, Zaxo, Hewlêr û Selahaddînê qadên leşkerî hatin avakirin. Hebûna leşkerên Tirk li herêmên Batûfa, Barmernî, Begova û Kanîmasî xwe dispêre vê demê. Di sala 1997'an de, di encama peymana navbera artêşa Tirk û PDK'ê de, hebûna leşkerên Tirk a li herêmê fermî bû. Li Kanîmasî, Deralok û Sîrsî yên li bakurrojhilatê Duhokê, çar baregehên leşkerî hatin avakirin.

Ji wê rojê û vir ve, derketina ji herêmê li aliyekî, dewleta Tirk hejmara leşkerên xwe yên li van baregehan her zêde kir û tank û maşînên zirxî şand ji van deran.

LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK LI KU HENE?

Hebûna leşkerên Tirk, ku piraniya wan li bajarên 60 kîlometre li başûrê Qilabanê ne, bi qasî 5000 leşker, 150 tank, bi dehan maşînên zrixî û helîkopterên bi tîpa êrîşê ne. Di nava van maşînên zirxî de tankên bi tîpa Leopard 1 ên Elman jî hene. Balkêş e ku yekîneyên tankan bi taybetî li Batûfa û Kanîmasî yên li nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ne, hatine bicihkirin.

Her wiha li bakurê navenda bajarê Amediyeyê jî biryargeheke Tirkan heye. Li vê biryargeha ku tank jî lê hene, bi giranî xebatên îstîxbaratê tên meşandin. Li Şeladizê û Deralûk ên navbera herêma Zapê û Çiyayê Garê ne, zêdeyî 10 tank, hezar leşker û geglek maşînên leşkerî hene.

Tê zanîn ku li Bamernê, Bêqulkê, Qadişê û Begova, tank, top û helîkopterên artêşa Tirk hene. Her wiha li Amediye, Zaxo, Hewlêr û Duhokê, Hêzên Taybet ên Tirk ên ji Tûgayên Komando yên Çiyê yên Bolû û Kayseriyê (kumik sor) û endamên MÎT'ê hene.

MÎT'Ê XEBATÊN XWE BERFIREH KIR

Tevî veguhastina leşkerî ku ji sala 2011'an û vir ve herdemî bûye, MÎT û îstîxbarata PDK'ê ya jê re dibêjin Parastin, xebatên xwe yên hevpar zêde kirin.

Artêşa Tirk di demên dawî de li nuqtya dawî ya rêgeha Kerkûkê ya PDK'ê Altûnkopru, li Başîka ya li bakurrojhilatê Mûsilê, li gundê Galî Zardik ê li başûrê bajarê Êzidiyan Şêxan, li Xaneqîn ê bajarê Kurdên Şîa, li bajarê Êzidiyan Şengalê, li Diyana ya 40 kîlometre dûrî Qendîlê û li bajarokê Sideka yê nêzî Xinêrê, baregehên nû yên leşkerî çêkiriye.

Organîzasyon û koordînasyona xebatên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Navenda Rêveberiya Operasyonê ya li Konsolosxaneya Dewleta Tirk a li Hewlêrê ve tê meşandin.

Gelo kî dixwaze artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê be? Sparteyeke qanûnî ya hebûna leşkeran li derveyî sînor heye?

PARLAMENTA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI SALA 2008'AN DE GOT 'BILA LEŞKERÊN TIRK DERKEVIN'

Êrîşên leşkerî yên artêşa Tirk di 26'ê Sibata 2008'an de li xaka Kurdistanê kir, li Parlamenta Başûrê Kurdistanê hatin nîqaşkirin û biryar hat dayîn ku baregehên artêşa Tirk werin girtin. Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê Parlamenta Kurdistanê de hat gotin, "Divê Hikûmeta Kurdistanê, ji bo rakirina baregehên leşkerî yên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, bi lez û bez bikeve nava hewldanan." Serokwezîr Nêçirvan Bazanî hefteyek piştî vê daxuaniyê di 3'ê Adara 2008'an de li Hewlêrê civînek çapemeniyê lidar xist û got, "Hikûmeta Kurdistanê, ji bo valakirina baregehên leşkerî yên Tirk ên li herêma Kurdistanê, di nava hewldanan de ye." Barzanî anîbû ziman ku ew ê li ser vê bingehê bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re hevdîtinan bike.

HIKÛMETA IRAQÊ DI SALA 2012'AN DE GOT: DIVÊ ARTÊŞA TIRK DERKEVE

Di sala 2012'an de jî Hikûmeta Bexdayê ya Navendî biryar da ku baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê werin girtin û hatina hêzên biyanî li xaka Iraqê bê qedexekirin. Berdevkê Hikûmeta Iraqê yê wê demê Alî Debbag got, "Desteya Wezîran biryar da ku baregehên biyanî yên li xaka Iraqê bên rakirin, yekîneyên biyanî werin derxistin û hatina hêzên biyanî qedexe kir."

Di çarçoveya vê biryarê de NATO û DYA hêzên xwe yên ji sala 2003'an û pê ve li Iraqê ragirti, vekişand. Lê belê artêşa Tirk ji bo vekişandina hêzên xwe yên leşkerî gavek jî neavêt.

Ne Rêveberiya Kurd a Herêmî û parlamenta wê, ne jî Iraqê ji bo bicihanîna biryara xwe gavek avêt. Serokwezîrê herêmê yê ji PDK'ê, ku wezîrên Tevgera Goran ji wzîfeyê girt û pêkhatina hilbijartina serokatiyê red kir, hewldana ji bo vekişandina leşkerên Tirk li aliyekî, hîn bêhtir leşker ji Enqereyê xwest.

Di krîza li Başîka de yekane hêza ku destekê dide dewleta Tirk PDK ye. Ev rewş jî radixe pêş çavan ku kî pişta xwe li Başûrê Kurdistanê dispêre arteşa Tirk.

GEL LEŞKERÊN TIRK NAXWAZE

Gel û hin partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi salane ji vê rewşê nerazî ne. Di sala 2011'an de Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, ji bo bicihhatina biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê dest bi kampanya îmzeyan kir. 470 hezar îmzeyên ji bo rakirina baregehên leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hatin komkirin, radestî Parlamenta Başûrê Kurdistanê û Serokatiya Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Lê belê ev daxwaza gel bêbersiv ma; ne hikûmet ne jî Serokatiya Başûrê Kurdistanê di vî warî de ketin nava tevgerê."

Bi heman armancê di sala 2015'an de vê carê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Başûrê Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadî kampanya hat destpêkirin û bi qasî 1 mîlyon îmze hatin berhevkirin. Ev îmze jî radestî parlamentê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê hatin kirin, lê hikûmeta PDK'ê ev daxwaz ji nedîtî ve hat. Tevî vê yekê, hebûn û hejmara leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê zêdetir kir.

LEŞKEREN TIRK ÇIMA LI BAŞÛR IN?

Ev rewşa heyî ji aliyê derdorên siyasî û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê weke hewldaneke dagirkeriyê tê dîtin. Tê destnîşankirin, ku çar xalên bingehîn ên sedema hatina artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hene.

1- Di encama peymanên bi PDK'ê re, artêşa Tirk ji bo nîşan bide ku ew li cem PDK'ê ye, leşkerên xwe şandiye Başûrê Kurdistanê. Bi vê yekê re dewleta Tirk a di nava krîzeke mezin a aboriyê de ye, dixwaze hewl bide bi hatineyên ji petrola Başûrê Kurdistanê vê krîza xwe çareser bike.

2- Bi bikaranîna karta Sûnî û Tirkmen re li Iraqê bandora xwe zêde bike û xeyala Mûsil-Kerkûkê ya di Lozanê de winda kir, ji ber xwe ve bi cih bîne.

3- Dixwaze êrîşên xwe yên li hemberî Rojava, ji Başûrê Kurdistanê organîze bike.

4- Xala bingehîn a ku rewşenbîr, zanyarên siyasetê û pisporên leşkerî li ser xwedî heman nêrînê ne; dewleta Tirk dixwaze li dijî PKK'ê, li Başûrê Kurdistanê qereqolekê li eniya pêş û hêzeke operasyonê ava bike.

Rayedarên Tirk vê xusûsê red nakin, berevajî bi awayekî vekirî bilêv dikin.

Di çarçoveya peymanên navbera artêşa Tirk û PDK'ê de beriya niha gelek caran li dijî PKK'ê oeprasyonên hevpar hatin kirin. Di ti ji van êrîş û operasyonan de dewleta Tirk negihaşt armancên xwe. Herî dawî di operasyona 2008'an a li hemberî Zapê de windahiyên gelekî mezin da û neçar ma xwe vekişîne.

HEM LI BAKUR, HEM JÎ LI BAŞÛR PLANA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ PKK'Ê

Li gorî agahiyên di demên dawî de hatin bidestxistin, li gelek gund û navçeyên sivîlan ên li nêzî herêmên gerîla, endamên MÎT'ê hatine bicihkirin. Li deriyê sînor ê Xabûrê jî ku bi rojane girtî ye, tevgera leşkerî zêde bûye. Dema ev liv û tevger bi nîqaşên medya Tirk ên li ser modela Srî Lankayê werin nrixandin, dikare were gotin ku li hemberî PKK'ê operasyoneke derveyî sînor a mezin dikare bê destpêkirin. Li aliyekî tevgera leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê, li aliyê din zêdekirina leşker û alavên eşkerî li Şirnex-Silopiya-Qilaban, Colemêrg-Şemzînan-Çelê-Gever, nîşan dide ku amadekariya operasyoneke ji ya sala 2008'an a Zapê berfirehtir, tê kirin.

TRAFÎKA NAVBERA ENQERE-HEWLÊRÊ ZÊDE BÛ

Dema li vê tevgera leşkerî were temaşekirin, wê bê dîtin ku Heftanîn, Metîna, Zap-Avaşîn an jî Xakurkê-Xinêre dibe ku hedef werin girtin.

Aliyekî din ê balkêş jî ew e, ku mîna her carê PDK desteka herî mezin dide plana nû ya êrîşê ya dewleta Tirk. Piştî ku di destpêka meha Kanûnê de Hikûmeta Navendî ya Iraqê nerazîbûneke tund nîşanî hebûna leşkerên Tirk a li Başîka da, Barzanî bi lez û bez çûn Enqereyê û bi danûstandinên li MÎT'ê re dest bi hevdîtinên xwe yên li Enqereyê kir. Barzanî ku li vê derê Hêzên Taybet ên Tirk ziyaret kir, di sibeha piştî rojekê de bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Îsmet Yilmaz re hevdîtin kiribû.

Piştî vê hevdîtinê, dewleta Tirk beşek ji leşkerên xwe yên li Başîka di 14'ê Kanûnê ve kişand Bamernê. Daxuyaniyên tund ên rêveberiya PDK'ê piştî danûstandinên xwe yên li Enqereyê li hemberî PKK'ê û hebûna PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê da, tansiyona di navbera PKK û PDK'ê de bilind kir. Di demeke bi vî rengî de vê carê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Enqereyê dest bi danûstandinan kir. Nêçirvan Barzanî ji ber 'desteka leşkerî' spasiyên xwe pêşkêşî Erdogan kir. Ev serdan weke dewama ziyareta Mesûd Barzanî ya li Enqereyê hat şîrovekirin. Çavdêrên siyasî vê hevdîtinê weke amadekariya operasyonek li dijî PKK'ê dibînin.