1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Hedefa esas Îmrail ye"
"Hedefa esas Îmrail ye",hedefa,esas,îmrail,ye

"Hedefa esas Îmrail ye"

Karayilan: Hedefa esas a şerê topyekun Îmrail ye

A+ A-

Karayilan: Hedefa esas a şerê topyekun Îmrail ye ANF09:55 / 08 Çile 2012 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Konseya Rêber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku hedefa esas a şerê topyekun Ocalan e û got; “Armanca îkenceya li Îmrali û Komkujiya Roboskiyê yek e.” Karayilan diyar kir ku divê di her saziyên dewletê de bi kurdî bê axafitin û got; “. Madem, em dixwazin bi çand û zimanê xwe ve bijîn, divê em ji niha û pêve dest bi hin tiştan bikin.” Karayilan greva birçîbûnê ya li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin silav û got; “Zîndan dîsa dixwazin xeta berxwedanê ya Mazlum Dogan, Kemal Pir, Hayri Durmuş, Akif Yılmaz, Ali Çiçek, Ferhat Kurtayan xurt bikin. Ev helwesteke pir girîng e û dê hêz bide tekoşînê.”

Serokê Konseya Rêber a KCK’ê ji Radyoya Dengê Mezopotamyayê re axivî û peyamên girîng der barê tecrîda li ser Ocalan, komkujiya Roboskî û gireva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin de da. Karayilan got; “Armanca wan ew e ku Rêbertiya me gavan ber bi paş ve biavêje, lê belê ev yek ne mimkun e. Tiştek wiha pêk nehat û pêk nayê jî. Ev yek ji bo gelê me jî wiha ye. Gelê me li hemberî tecrîda Îmralî û komkujiya Roboskiyê li ser piyan e.” Karayilan diyar kir ku li hemberî mêtîngeriyê axaftina bi Kurdî helwesteke neteweyî û bang li kurdan kir ku di saziyên dewletê de bi Kurdî biaxivin.”

“HEDEFA ESAS ŞERÊ TOPYEKUN ÎMRALI YE!”

“Dewleta Tirk li hemberî Rêbertî, tevger û gelê me şerê topyekun daye destpêkirin. Di navenda vî şerî de jî Rêber Apo heye. Ev êriş herî zêde li ser Îmraliyê têne meşandin. Ev şer û êrişên têne meşandin, bi armanca teslîmgirina gel û tevgera me têne kirin. Ji ber wê jî armanca û hedefa wê ya sereke Îmrali ye. Rêbertiya me li hemberî tecrîda li Îmraliyê di nava berxwedaneke xurt de ye. Lê dijmin dixwaza ku rêbertiya me gavan ber bi paş ve biavêje. Ji bo nermkirina helwesta Rêrbertiya me êriş li ser êrişê pêk bînte. Ger em bala xwe bidin ser, beriya 2 salan jî cezayê hucreyê yê 20 rojan dabûn Rêbertiyê. Wê demê hevdîtin hebûn, ceza dabûn rawestandin. Wî cezayî niha pêk tînin. Dîsa cezayên ku berê li hevalên li cem Rêbertiya me ne, hatibûn birîn, nû têne pêkanîn. Ew hevalên me jî di nava berxwedanê de ne. Dewleta Tirk li vir negihiştiye armanca xwe. Li hemberî Rêbertiya êrişek heye, lê rêbertiya em jî berxwenadeke xurt nîşanî vê yekê dike.”

Karayilan bal kişand ser çarçoveya êrişên nû yên dewleta Tirk jî û diyar kir ku dixwazin gelê Kurd biçewisînin, bê deng bikin û bi vî awayî teslîm bigirin. Karayilan destnîşan kir ku li hemberî gelê Kurd zilm û îşkenceyeke dijwar tê meşandin û wiha berdewamkir ;

“ARMACA ÎŞKENCEYA LI ÎMRALI Û KOMKUJIYA ROBOSKÎYÊ YEK E”

“Çıma li Roboskiyê 35 ciwanên me şehîd kirin? Xwestin di şexsê Roboskî, Qilaban û Botanê de peyamek bidin hemû gelê Kurd . Yanê xwestin bibêjin, ger hûn gavan ber bi paş ve neavêjin, em ê we her awa û rêbazê tune bikin. Ji ber wê jî ew komkujî di heman plan û koordînasyonê de pêk hatiye. Helbet em xwîna van ciwanên xwe li erdê nahêlin, bila her kes vê yekê baş bizane. Ango komkujiya Roboskî û îşkeneceya li Îmraliyê yek e. Armanca her duyan heman e. Bo mînak, ger Rêbertiya me li Îmraliyê ber bi paş ve gavan biavêje, dê êrişên li ser gelê me zêdetir bibin. Ger gelê me bê deng bimîne û ber bi paş ve gavan biavêje, dê Rêbertiya me dorpêç bikin û destkeftiyên me bikin hedef. Armanca wan ew e ku Rêbertiya me gavan ber bi paş ve biavêje, lê belê ev yek ne mimkun e. Tiştek wiha pêk nehat û pêk nayê jî. Ev yek ji bo gelê me jî wiha ye. Gelê me li hemberî tecrîda Îmralî û komkujiya Roboskiyê li ser piyan ne. Gelê Kurd lewaz nebûye û li ser lingan e. Heta di astek herî jor de li şehîdên Roboskiyê xwedî derdikeve. Dîsa aşkere bû yekitiya neteweyî pir xurt bûye û her ku diçe xurtir dibe. Berxwedan û helwesta gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nîşan daye, nîşan dide ku giyanê neteweyî hatiye afirandin. Ew jî negihiştin armanca xwe. Xwestin siyaseta Kurdan jî parçe bikin û teslîm bikin, lê bi ser neketin. Yên di girtîgehê de û yên li derve de li ser lingan in û siyaseteke azad dimeşînin.”

GERÎLAYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANEK XURT NÎŞAN DAN

Karayilan bal kişand ku êrişên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsan li hemberî gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê, pergala rêbertiyê ji xwe re dike hedef û diyar kir ku gerîlayên Kurdistanê berxwedanke bêhempa nîşan dane û kêmasî û şaşitiyên gerîlayan nirxand. Karayilan got:

“Yek ji armancên sereke yên dewleta Tirk jî gerîla ne. Ew baş dizanin ku sekna Rêbertî û gerîlayên me hemû hewldan û planên pûç dikin. Ji ber wê jî di van demên dawiyê de li hemberî gerîlayan êriş û operasyonên berfireh pêk hatin. Xwestin ku gerîlayan di sala 2011 de tune bikin. Plana Tamîlê anîn rojevê û li gorî wê tevgeriyan. Lê dîsa jî bi ser neketin. Hin kêmasiyên gerîlayan jî çêbûn. Lê bi awayeke giştî gerîlayan berxwedaneke pir xurt nîşan dan. Me divê berxwedanê de şehîd Rûstem, Çiçek, Elîşêr, Rozerîn, Baz, Simko, Rûken, Brûsk û gelek şehîdên din ên me yên hêja û nirxdar da. Gava em ji 14’ê tîrmehê ve lê dinêrin, em dibînin ku pêngavên serkeftî hatine avêtin. Konsept hate pûçkirin. Çalakiyên xurt hatin lidarxistin û berxwedaneke xurt hate nîşandan. Vê yekê hêviyek xurt da me. Lê di pratîkê de dîsa hin kêmasî û xeletî jî çê bûn.”

Karayilan bal kişand ku artêşa Tirk di sala 2011 de xwest bi teknolojiya xurt û pêşketî gerîlayan tune bike û got; “ Artêşa Tirk teknolojiyek xurt, agahiyên sîxûrî û şerek psîkolojîk dibmeşîne û bi vê yekê dixwaze bigihe hin armancan. Şereke berfireh ê psîkolojîk dimeşîne. Şerê psîkolojîk li ser esasê derewan pêk tê û tu bingeha wê tune ye. Bo mînak, ger li cihekê kesek teslîm bûbe, wisa dikin ku tu dibêjî qey gelek kes teslîm bûne. Ji bo vê yekê televîzyon û rojnameyan dixin dewrê û vana dixin bin kontrolê. Vana hemû di çarçoveya şerê psîkolojîk de pêk tînin. Li hemberî vana hemûyan, li hin deveran, gerîlayan me bi awayeke tam qûralên gerîlatiyê bi kar neanîne. Weke ku Rêbertiya me gotibû “Gerîlatiya 24 demjimêran” bi temamî pêk neanîne. Yanî dijimin li gelek cihan, ji ber hin lewaziyan êriş kirine. Bo mînak, li Çelê çalakiyek pir serkefetî hate pêkanîn, lê belê piştî wê qûralên gerîlatiyê hatin piştguhkirin, ji ber wê jî dijmin bi awayeke hêsan tekolojiyek xurt bi kar anî û ew wendahî çêbûn. Ji ber wê jî divê gerîla bi pratîka xwe teknolojiya dijmin tune bikin. Em armanc dikin ku kêmasiyên vê zivistanê bi awayek baş binirxînin û ji holê rakin. Biryardariya em ya ji bo vê yekê mezin e.”

Karayilan gireva birçîbûnê ya di girtîgehan de jî nirxand û got; “Ez hemû girtî û dîlên şoreşger ku bi biryar û înîsiyatîfa xwe dest bi greva birçîbûnê kirine, silav dikim. Rêzdarî nîşanî vê biryara greva birçîbûnê didim. Weke, çalakiyên ne ji bo şermezarkirina komployan navnetewî tenê, ji bo pûçkirina wê, divê ev pêngavên civakî ne netenê ji bo rakirina tecrîdê, ji bo azadkirina Rêber Apo bêne pêşxistin. Azadiya Rêber Apo tê wateya hemû girtî, zîndanî û gelê Kurd. Zîndan dîsa dixwazin xeta berxwedanê ya Mazlum Dogan, Kemal Pir, Hayri Durmuş, Akif Yılmaz, Ali Çiçek, Ferhat Kurtayan xurt bikin. Ev helwesteke pir girîng e û dê hêz bide tekoşînê.”

LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ AXAFTINA BI KURDÎ HELWESTEKE WELATPARÊZIYÊ YE

Karayilan diyar kir ku divê di dadgekirina doza KCK’ê de û li her saziyên dewletê bi kurdî bê axaftin û got; “Divê êdî di navbera me û dewleta tirk a mêtînger de hin tişt zelal bibin. Madem, em dixwazin bi çand û zimanê xwe ve bijîn, divê em ji niha û pêve dest bi hin tiştan bikin. Divê hevalên me yên di girtîgehan de pêşengiya vê yekê bikin. Mînak, diçin dadgehê û bi dewletê re rû bi rû dibin. Her tim bi êrişên dewleta tirk re rû bi rû dimînin. Helwesta ku tê nîşandan pir girîng e. Ji bo pêşxistina helwesteke neteweyî jî, divê êdî bi tirkî neyê axaftin. Em ne li dijî zimanê tirkî ne, helbet em bi tirkî bi gelê tirk re diaxivin. Lê madem em têne bişaftin, bi zorê tirkî didin axaftin, ji ber wê jî divê em di çarçoveya helwesteke neteweyî de bi dewletê re kurdî biaxvin. Ev helwest divê beriya her tiştê li dadgehan pêk bê. Divê ne tenê kadro, yên welatparêz jî. Divê ne tenê li dadgehan, li her saziyê dewletê ev helwest bê nîşandan. Ev helwesteke neteweyî ye. Divê ligel kadroyê me, hemû dost û welatparêzên me jî beşdarî vê helwestê bibin.”

Karayilan ji bo sala 2012’yê jî peyamên girîng da û diyar kir ku sala 2012 ji bo wana salek stratejîk, girîng û çarenûsê ye. Karayilan ragihand ku dê di vê salê de çarenûsa tevger, gel û Ocalan diyar bibe û got; “Sala 2012 ji bo me salek girîng û strajîke û sala çarenûsê ye. Em dixwazin di sala 2012 de dest bi hemleyek nû bikin. Em sala 2012 bikin sala yekitiya neteweyî, azadiya rêbertî, gel û hemû girtiyan, ji bo vê yekê tişta ji destê me bê em ê wê bikin.`

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî