1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hediya Yûsif: Komkujiya Pirsûsê êrşîa li dijî pêvajoya aşîtiyê ye
Hediya Yûsif: Komkujiya Pirsûsê êrşîa li dijî pêvajoya aşîtiyê ye,hediya,yûsif,komkujiya,pirsûsê,êrşîa,li,dijî,pêvajoya,aşîtiyê,ye

Hediya Yûsif: Komkujiya Pirsûsê êrşîa li dijî pêvajoya aşîtiyê ye

A+ A-

AHÎN BEREKAT

GIRKÊ LEGÊ – Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif diyar kirin ku komkujiya Pirsûsê û ciwanênkurd û Tirk hedef girt êrîşa li dijî pêvajoya aştî, demokrasî û biratiya gelan e û got: “Pêwîste kujer û hemû aliyên piştgiriya wan kirin bêne darizandin.̎

Hevseroka Katnona Cizîrê Hediye Yûsif têkildarî komkujiya Pirsûsê ku di encamê de bi dehan ciwanên kurd û tirk jiyana xwe ji dest dan ji ANHA’yê re axivî.

Yûsif sersaxiyê ji hemû şehîdên Pirsûsê yên berxwedê re xwest û Yûsif wiha got: “Ez bejna xwe li ber ciwanên ku ji bo nirxên mirovahiyê tekoşîn kirin wan ditewînin. Ez şifayê ji birîndaran re dixwazim, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê kurd û Tirk re dixwazim.”

Komkujiya Pirsûs êrîşa li dijî pêvajoya aşîtiyê ye

Hediye Yûsif destnîşan kir ku komkujiya li Pirsûsê êrşa li dijî pêvajoya çareseriyê ye û wiha dom kir: ̎Di encama komkujiyê de ciwanên kurd û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan, ev êrîşa hovane di vê qonaxa behsa pêvajoya aştî û demokrasiyê tê kirin êrîşa li dijî vîna biratiya gelan e. Berpirsyarê sereke ji êrşê himûmeta AKP’yê.̎

Yûsif, da zanîn ku komkujiya Pirsûsê nîşana têkçûna çeteyên DIAŞ’ê li beramberî şervanên YPG/YPJ’ê ye û wiha pêde çû: “Bi vê yekê tolê têkçûna xwe ji vîna gelê herêmê û biratiya gelan hiltînin.̎

Ji bo gelê Tirik û Kurd nameya

Yûsif, da zanîn ku ev komkujî peyamek ji bo gelê kurd û Tirk re ye û wiha got: “ Ev komkujî nameyeke ji gelê kurd û gelê Tirk re ye. bi vê yekê ji gel re dibêjin ku hêzên tarî dê li pêşiya vîna gelan rawestin, dê yekîtiya gelan û biratiya di navbera wan de bidin rawestandin. Bi vê êrîşê dibêjin em rê nadin ku finda azdiyê li Rojhilata Navîn pêkeve. Pêwîste beramberî van plan û êrîşan gelê Tirk, gelê kurd û hemû pêkhateyên din hişyar bikin û baş bizanin ku ev êrîş dê nikarin ciwanan bidin rawestandin.̎

Her wiha Yûsif da zanînku êrîşa wan li dijî projeya Neteweya Demokratîk û civaka azad e ku hemû gelan dike xwedî vîneke azad e.

Yûsif, destnîşan kirin ku piştî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê, Til Berek, Til Hemîs, Rawiya, Eyn Îsa û deverên din rastî têkçûnan hat xwest tola xwe ya têkçûnan hilîne û wiha dom kir: “Çeteyan bi vê yekê xwestin tola têkçûnên xwe yên li Rojav hilînin, destpêkê di 25’ê hizêranê êrîşî Kobanê kirin û ser sivîlan komkujî pêk anîn, armanca wan ji wê yekê koçberkirina gelê herêmê û tirsandina wan bûn, êrîşa Pirsûsê jî bi armanca tirsê bixin dilê ciwanên kurd û tirk ên dixwestin di jinûve avakirina Kobanê de cihê xwe bigirin. Ji ber serkeftinên li Rojava îsbat kirin ku ne tenê serkeftinên gelê kurd e, lê belê serkeftinên hemû pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîne. Armanca wan a din jî sivikirina zexta li çeteyên DIAŞ’ê yên li herêmên Rojava û bi taybet li Hesekê şer dikin ye.̎

Berxwedana ciwanan plan vala derxist

Hediya Yûsif, anî ziman vîna û berxwedana ciwanan hemû plan vala derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsrara ciwanan û mana wan li Kobanê, piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ya bi berxwedana Kobanê, her wiha tekoşîna ciwanên kurd û tirk a bi rihê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên piştigiriya wan dikin isbat kir ku ew ê nirxên mirovahiyê biparêzin û xeta wê tu carî bernedin. Em ji ber vê yekê jî bejna xwe li ber hemû ciwanên kurd û tirk ên li ser xeta azadiyê meşiyan ditewînim, em soza didin wan ciwanan ku em ê heta dawî ji bo yekîtiya gelan li ser xeta wan bimeşin da ku pirojeya civaka demokratîk pêk were.̎

Pêwîste kujer bêne darizandin

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif destnîşan kir ku pêwîste hemû alî û hêzên ji komkujiyê berpirsyarin û di serî de hikûmeta AKP’ê bêne darizandin û wıha domand: “Bi navê gelê Rojava em careke din hikûmet AKP’ê şermezar dikin em ji civaka Tirkiyê dixwazin ku li dijî siyasetên wan ên piştgiriya DAIŞ’ê dikin derkevin. Ez ji vir jî bang li gelê kurd û Tirkiyê û bi taybet ciwan û jinan dikim ku bi israr xeta xwe ya berxwedanê bidomînin da ku projeya demokratîk û biratiya gelan ser bikeve. Pêwste kujer bêne darizandin û bi taybet dewleta Tirkiyê ya di rêza yekemîn de piştgiriya çeteyan dike. Pêwîste ciwan û jin yekîtiya xwe xurt bikin û komkujiyên li dijî projeya aşîtiyê ya li Tirkiyê ye şermezar û nelet bikin.̎

(dc/ra)

ANHA