1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmar Kovara Golik a duyemin derket
Hejmar Kovara Golik a duyemin derket,hejmar,kovara,golik,a,duyemin,derket

Hejmar Kovara Golik a duyemin derket

Kovara qerfî ya bi kurdî ku ji hêla girtiyan ve ji girtîgehê tê derxistin hejmara duyemîn derket

A+ A-

Kovara qerfî ya bi kurdî ku ji hêla girtiyan ve ji girtîgehê tê derxistin hejmara duyemîn derket. Di berga kovarê ya hejmara duyemîn de, karîkatûren ku derbeya 12'ê Îlonê vedibêjin hatin neqijandin.

Hêjmara 2'emîn a Kovara Golik a ji aliyê girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Boluyê û gelek girtîgehên din ve tê derxistin, derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara qerfî ya bi kurdî, di naveroka xwe de çîrok, karîkatûr û gotinên pêşiyan dihewîne. Taybetmendiya kovarê jî ew e ku ji girtîgehê derdikeve. Kovara Golik di berga hejmara duyemîn de, cih daye karîkatûrên li ser derbeya 12'ê Îlonê. Kovara Golik a ku Gerînendayê wê yê Giştî Ferat Bogatekîn dike, hemû nivîs û karîkatûrên wê li girtîgehê tên xêzkirin û hemû jî di lêkolîna dozgeriyê re derbas dibin. Kovarê ev rewş bi awayekî qerfî di berga dawiyê de mohra wekî 'HAT DÎTIN' cihê xwe digire.

(aw/mae)