1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket
Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket,hejmara,11,emîn,a,kovara,rozayê,derket

Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket

Hejmara 11'emîn a Rozayê gihîşt ber destê xwendevanan

A+ A-

ENQERE - Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket. Di hejmara dawîn a Rozayê de hevpeyvîna bi nivîskar Fatma Savci ya "Di civakeke dagirkirî de çalakiya nivîsandinê" balê dikêşe. Kovara Rozayê ya di sala 2014'an de bi du zimanî; kurdî û tirkî dest bi weşana xwe kir û 3 mehan carekê wek kovareke çand-huner û wêjeyê tê weşandin, bi hejmara xwe ya 11'emîn dubare xwe gihand ber destê xwendevanan. Kovar a ji bo bibe dengê girtiyên siyasyajî li Enqereyê ji aliyê komek xwendekarên kurd ve bi şîara "Huner lêgerîna heqîqetê ye" dest bi weşana xwe kir, bi piranî cih helbest, gotar û berhemên wêjeyî yên girtiyên siyasî diweşîne. Di hejmara dawîn a kovarê de jî bi piranî nivîsên girtiyan cih digirin. Di hejmara dawîn a kovarê de bi taybetî hevpeyvîna bi nivîskar Fatma Savci ya bi saln di girtîgehê de maye balê dikêşe. Di berga hejmara 11'emîn de berhema Luqman Ahmad ê Rojavayî ya di sala 2010'an de bi têmaya "Êzdayetiyê" afirand cih digire. Nivîsên di hejmara 11'emîn de cih digirin ev in: *Sado/Narindi Elleri ama *Murat Turk/O Sessiz Adamlara *Rizperî/Tu ê Me yî *Rabia Çelik/Kendini Doğuran Kadınlar *Rizgar Patnos/121. Havan Mermisiyle Kuantuma *Komuna Ro-Za/Bi Fatma Savci re Hevpeyvîn *Ulaş Ozaykan/Kurdo û Qedexe *Îskan Amed/Dibêjim Amara *Ahmet Ozkan/Bedo *Kemal Zengin/Şoperê *Ezîzê Cewo/Awireke Giştî Li Ser Wêje û Weşangeriya Kurdî *Hogir Berbir/Destana Lehengên Bênav *Zeydin Gullu/Barê Şevê *Hecî Nehsan/Erka Hunerê *M. Sait Uçlu/Kırmızı Kurdeleli Kız *H. Ali Başturk/ Son Bakış *Ramazan Çeper/Marksist Edebiyat ile Apocu Edebiyat *Tahir Taninha/Pisîka Zer *İbrahim Çiçek/Deq *Roger Sozdar/Saklambaç *Sara Erol/Merheba Jiyan *Roj Agir/Çîroka Jiyanê *Vedat Bingol/Bir Ben Bilirim