1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara dawî ya kovara Ronahî derket
Hejmara dawî ya kovara Ronahî derket,hejmara,dawî,ya,kovara,ronahî,derket

Hejmara dawî ya kovara Ronahî derket

A+ A-

BERLÎN 19.09.2013 08:02:54 Li Elmanyayê hejmara dawî ya kovara Ronahî ku bi piştgirya xwendekarên Kurdistanî tê amadekirin, derket. Di kovarê de li gel dîroka tevgera xwendekarên Kurd a li Ewropayê, nivîsên li ser pirsgirêkên xwendekarên Kurd jî cih digirin.

Hejmara 38. a navgîna çapemeniyê ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Ronahî derket. Di kovara bi zimanên Elmanî û Kurdî de, cihekî berfireh ji nûçeyên der barê Xwendekarên Kurd ên li Elmanyayê tê veqetandin. Di hejmara vê mehê de nivîsa Ercan Ayboga a bi ser navê "Di salên 90 de YXK", danezana damezrandinê ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê li Ewropayê, nivîsa Sebîh Hoser a bi ser navê "Di kûrahiya dîrokê de yekitiya Kurd û Tirkan" û nirxandina Elmar Mîllîch a pirtûka "Nexşeya Rê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi zimanê Elmanî hatiye weşandin, balê dikşîne.

Kovara ku çend roj berê hat çapkirin, dê di 21'ê Îlonê roja Şemiyê de li bajarê Elmanya Dortmûndê di standa YXK'ê ya li 21. Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî de karibe bê peydakirin.