1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. HEJMARA DUYEM YA KOVARA FELSEFEVAN DERKET
HEJMARA DUYEM YA KOVARA FELSEFEVAN DERKET,hejmara,duyem,ya,kovara,felsefevan,derket

HEJMARA DUYEM YA KOVARA FELSEFEVAN DERKET

A+ A-

Kovara Felsefevan, a ku ji hêla Mamoste Alî Gurdilî ve tê amadekirin û weşandin, bi hejmara xwe a duyem gihîşte xwendevanên kurdî;

DAXUYANIYA HEJMARA DUYEM YA KOVARA FELSEFEVAN Bi hejmara xwe ya duyem, em dîsa li pêşbêrî we ne. Di serî de, li ser navê xebatkarên kovarê; ji bo xwendin, piştgirî û xwedîlêderketina we, ez gelekî spasiya we dikim û dibêjim ku hûn her hebin. Bi rastî jî, derketina Kovara Felsefevan, di bîr û raya kurd de dengekî mezin da û rastî eleqeyek mezin hat. Ji gelek deverên dinyayê, bi riya peyam û telefonê, derketina kovarê hate pîrozkirin. Ji bo belavkirin û firotina kovarê jî, gelek dost û hevalan piştgiriyê dane me û rê li ber me vekirin. Ez spasî û destxweşiya wan hêjayan jî dikim, ku bi dilsoziyeke mezin bûne alîkarê me.

Divê ez li xwe mikur werim û bibêjim beriya ku kovar biweşe, di dilê min de tirsek hebû û helbet, kelecaneke mezin jî. Lê a niha, dikarim bibêjim ku tirsê cihê xwe daye dilxweşiyê û kelecana me jî, her berdewam dike. Wekî zanîna we ye, mixabin di hejmara yekem de hinek kêmasiyên me yên çapê hebûn. Min wiha dizanibû ku hinek guhêrtinên dawî, dê çapxane wan pêk bîne û me sêwirandina rûpelan jî, ji wan re hiştibû. Mixabin, divabû wan jî me bikira û piştî ku kovar derçû, ez têgihiştim çewtiya xwe. Ji bo wan kêmasiyan jî, ez ji we lêborînê dixwazim û hêvî dikim, dê em ê êdî rê nedin çewtiyên bi wî rengî.

Di vê hejmarê de, me berê gotibû ku em dê bi awayekî taybet li ser felsefeya sê fîlozofan rawestin: Nietzsche, Ehmedê Xanî û Schopenhauer. Lê belê, mixabin hejmara rûpelan, herçuqas me qasî 30 rûpelan zêde jî kir, têra tevahiya gotarên me nekirin û lewma, me hinek gotarên xwe, bi taybetî yên ku derbarê jiyan û felsefeya Ehmedê Xanî de ne, hişte hejmareke din ya kovarê. Di vê hejmarê de, bi kurtasî me cih da felsefeya çend fîlozofên rojavayî yên girîng. Weke hejmara yekem, di vê hejmarê de jî me cih da psîkolojî û sosyolojiyê. Dîsa Ferhengoka Felsefeyê, dê her berdewam bike.

Li ser navê kovarê, me bi nivîskar Jan Dost re hevpeyvînek pêk anî. Bi taybetî jî, li ser hinek mijarên ku di rojevê de ne û li ser xebat û felsefeya wî. Ez bawer dikim ku dê keyfa we ji wê hevpeyvînê re were. Mesele çi dibe bila be, ji bo me a girîng, wêjekarî û berhemdariya Jan Dost e û em xwediyê helwesteke bi vî rengî ne.

Bi hêviya xwendin, têgihiştin û nirxandinên baş û serkeftî.

Heta hejmareke din bimînin di xêr û xweşiyê de…

Ali Gurdilî

[email protected] Çavkanî: http://www.mezopotamya.gen.tr/felsefe/hejmara-duyem-ya-kovara-felsefevan-derket-h2245.html