1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara heftemîn ya Kovara Rozayê derket
Hejmara heftemîn ya Kovara Rozayê derket,hejmara,heftemîn,ya,kovara,rozayê,derket

Hejmara heftemîn ya Kovara Rozayê derket

A+ A-

ENQERE (DÎHA)- Hejmara Tebax-Îlon a kovara Rozayê ya ku ji aliyê girtiyên siyasî, ciwan û xwendekarên zaningehan ve tê derxistin, derket. Di vê hejmarê de gotarên li ser çand û wêjeya Kurdî, helbest û çîrokên li ser gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, wekî rexne û danasîna pirtûkan mijarên cûr bi cûr cih digirin.

Kovara Rozayê ya ku ji aliyê xwendekarên zanîngehan, ciwanan û girtiyên siyasî ve tê derxistin bi hejmara xwe ya heftemîn derket hemberî xwînêrên xwe. Xwendekar, ciwan û girtiyên li dor Komuna Rozayê gihîştine hevdu, nivîsên xwe li vir berhev dikin û vediguherînin kovaran û ev kovar digihîje gelek bajar û bajarokên Kurdistan û Tirkiyeyê. Her wiha kovar di heman demê de jî ji Şirnexê heta Edîrneyê digihîje gelek zindanan jî. Di hejmara heftemîn ya kovarê de ku di bergê de wêneyekî li Qendîla ku bi rojan e ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin hatiye kişandin cih digire û tê de bextewariya keçeke piçûk ya di kêliya ku bi gerilayekî re silavê didine hev hatiye nîşankirin, hatiye bikaranîn. Di vê hejmarê de gotarên li ser çand û wêjeya Kurdî, helbest û çîrokên li ser gerîllayên jiyana xwe ji dest dane û wekî rexne û danasîna pirtûkan mijarên cûr bi cûr cih digirin.

'Peyama gerîllayê ku di wêneyê de ye û ya kovarê heman peyam e'

Gerinendeyê Karên Nivîsan yê kovara Rozayê M. Salih Erşarî li ser kovarê axivî û di derbarê wêneyê ku di bergê bi kar anîne de wiha got: "Li hemberî bombebarankirina çiyayên welatê me, şewitandina daristanan, qetilkirina mirovan, hêvi şikestina di vê pêvajoya dawîn de pêk hat, rasthatina ken û germahiyeke bi vî awayî mirovan hêvidar dike. Gerîlla ji bo hemû gelên ku li ser vê axê dijîn şewqa hêviyan e û navê parastina jiyanê ye. Me jî xwest ku bi kenê gerîllayekî em bibin bersiva vê kaos û taritiya ku dixwaze bê afirandin" û da destnîşankirin ku peyama wan a kovarê û ya gerîlla heman peyam e.

'Bi felsefeyeke ku ji aliyê bîrdoziyê tê ferzkirin me Komuna Rozayê ava kir'

Erşarî daxuyand ku kovar bi awayekî komunalî tê amadekirin û berdewam kir: "Piştî ku fikra derxistina kovarekê derket holê, me bi hevalan re li ser rê û rêbazên ku wê kovar pê bê derxistin niqaş kirin. Ev hevalên me bi hev re niqaş dikirin hemû jî hevalên dilxwazên bîrdozî û paradigmaya tevgera azadiyê bûn û hemû hevalên bi vê yekê bawerkirî bûn. Lewre di xala ku 'divê ev berhem ji bîrdoziyê re xizmetekê bike' de em gihîştin heman biryarê. Ji ber vê jî divê di destpêkê de em li gorî vê tespîtê tevbigeriyana."

'Em dixwazin di vê riyê de bi hişmendiya wêje û hunera Apoyî bimeşin'

Erşarî wateya polîtik ya kovarê destnîşan kir û da zanîn ku ew gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya "Huner lêgerîneke heqîqetê ye" ji xwe re wekî nexşeyê qebûl dikin û wiha berdewam kir: "Em wêje û hunerê li derveyî qada polîtîk nabînin. Huner jî wêje jî polîtîk in. Pergal di çarçoveya bîrdoziya xwe de û li gorî berjewendiyên xwe wêje û hunerê li hemberî civakê wekî çekekê bi kar tîne. Lê wêje û huner yên civakê ne. Ev qada ku ji destê civakê hatiye girtin û li hemberî civakê tên bikaranîn, divê dîsa berê wan ber bi civakê ve bên zivirandin. Ji bo vê jî lêgerîneke heqîqetê ya demdirêj pêwîst e. Em jî heta ji me tê hewl didin ku bi hişmendiyeke wêje û hunereke civakî, bi taybetî huner û wêjeyeke Apoyî di ve riyê de bimeşin. Weke me berê jî got; em xwe wek parçeyeke tevgera azadiyê dibînin û em xeta tevgera azadiyê ya Kurd û feraseta wê ya hûner û çandê ji xwe re esas digirin."

'Di ava kirin û belav kirina kovarê de bi dehan kes bi dildarî dixebitin'

Gerînendeyê Weşana Giştî Dinya Yaman jî got ku ew hewl didin xwe bigihînin her derî û wiha pê de çû: "Di belav kirina kovarê de hin pirsgirêk derdikevin. Lê em van pirsgirêkan bi rihê piştgiriyê derbas dikin. Ji dehan bajarên cûda heval bi dil ji bo belav kirinê alikariya me dikin û ev piştgirî bi xwe bersiva xwesteka me ya jiyandina rihê komunê ye." Yaman, axaftina xwe wiha domand; "Ji gelek derdorên cûda, ji wêneyê bergê heta naveroka kovarê gelek rexneyên erênî ji me re hatin. Piştî her hejmarê xwînerên kovarê zêdetir dibin. Û ev jî ji bo me kêfxweşiyek e."

'Em bangî hemû hevalan dikin ku xwedî li Roza yê derbikevin'

Yaman, di dawiyê de girîngiya kovarê ya ji bo Kurdî anî ziman û got: "Hemû hevalên ku bi nivîsê re eleqadar divê bi Kurdî binivîsînin. Em pêşerojê encax dikarin jî îro ve ava bikin. Em zimanekî jî encax dikarin jî îro ve bikişînin pêşerojê. Em tenê nabejin deriyê me ji hemû hevalên ku bi Kurdî dinivîsin re vekiriye, em dibêjin ev kovar ya wan e, ev der mala wan e. Em bawerin ku, encax em bi hev re dikarin bedewîtiyekê ava bikin. Roza ya me hemûyan e. Em bang li hemû hevalan jî dikin ku bila li Rozayê xwedî derbikevin û bila bibin parçeyekî vê xebatê. Me ev xebata bedew bi giyana komunê aniye vê astê û divê em bi hev re lê xwedî derbikevin."

(fb/sy)