1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Hejmara miriyan gihişte 300'î
Hejmara miriyan gihişte 300'î,hejmara,miriyan,gihişte,300,î

Hejmara miriyan gihişte 300'î

Hejmara miriyan a keştiya penaberan a noqî avê bû gihişte 300'î

A+ A-

11:41 04.10.2013 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li nêzî Girava Conîglî ya Îtalyayê di encama keştiya penaberan a noqî avê bû de gihiştin cendekê 103 penaberan, rayedaran diyar kirin ku hejmara mirî û windayan gihiştiye nêzî 300 kesî.

Li nêzî Girava Conîglî ya Lampedusa ya Îtalyayê di encama keştiya ya penaberan dibir noqî avê bû di encamê de 103 cendekên penaberan hat dîtin. Rayedaran diyar kirin ku hejmara mirî û windayan bi tevahî 300 kes in. Îtalya, piştî mirina 500 penaberên Afrîqayî ya di keştiya noqî avê bibûn de xeniqîn şîna netewî îlan kir. Li cihê kîlometreyek dûr ji qeraxê dûr tê xwe bigihijîn in gelek cendekên di bin keştiya noqî bûye de ne. Ji keştiya 20 metre dirêje de 150 penaber sax hatin xilaskirin, Neteweya Yekbûyî (NY) diyar kir ku piraniya wan Somalî û Erîtrelî ne.

Wezîrê Karê Hûndir a Îtalyayê Angelîno Alfano, di serdana Lampedusayê de daxûyaniyê da çapemeniyê û diyar kir ku Qaptanê 35 salî ya keştiyê ku Tunusiye hat girtin. Wezîr Alfano, da zanîn ku qaptanê Tunusî di meha nîsanê de ji Îtalyayê avêtine derveyê welat. Alfano, wiha got: "Ev ne trajediya Îtalî ye, trajediya Ewropayê ye. Divê mirov Girava Lampedusa ne sînorê Îtalyayê ya Ewropayê bifikir e. Keştiya ku ji Qeraxa Mîsrata ya Lîbyayê rabû sibeha pêncşemê gihişte Lampedusayê ew dem motora wî sekinî û av kete nava keştiyê."

Hat ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de bi hindikayî 3 zarok û 2 jinên ducanî jî hebûn e. Netewiya Yekbûyî, destnîşan kir ku ji serê vê salî heta dawiya îlonê hejmara penaberên bi riya behrê hatine Îtalyayê 30 hezar kes in. Yên hatine jî piraniya wan kesên ji ber pêvçûnên welatê xwe yên wekî Suriye, Erître û Somaliyê reviyan e.

(ea/mae)


Bêjeyên Miftehî