1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hejmara nû ya kovara girtiyan Şopa Rojê derket
Hejmara nû ya kovara girtiyan Şopa Rojê derket,hejmara,nû,ya,kovara,girtiyan,şopa,rojê,derket

Hejmara nû ya kovara girtiyan Şopa Rojê derket

A+ A-

11:19 17.11.2013

REMEZAN OLÇEN

AMED (DÎHA) - Kovara siyasî, çand û hunerê ya ku ji aliyê girtiyên siyasî ve tê derxistin bi hejmara xwe ya nû ji bo berfirehkirina asoya fikr û ramanê û her wiha wêjeyê alternatîfên cuda û balkêş pêşkêş dike.

Kovarên wêjeyî û ramanî ji bo gihandina nivîskaran, ji bi gihandina edîban bêguman amûrên gelek qedirbilind in, nemaze jî ji bo zimanekî wekî kurdî ku kok û şaxên wî heta hezaran salan diçe. Kovarên ku bi kurdî jî dertên ku bi kedeke gelek mezin tên amadekirin ji bo pêşketina ziman amûrên herî bi kêr hatîne. Di nava kovarekê de ku em li vir behsa yên wêjeyê dikin; her celeb nivîsên wêjeyî hene ji pexşanan bigire, heta helbestan, ji cerebeyan bigire heta bi çîrokan gelek nivîsên ku asoya kesên ku dixwînin fireh dikin hene. Hejmara nû ya Şopa Rojê ango hejmara 6'an jî yek ji wan kovaran e ku di warê pêşxistina nivîskariyê de qadeke alternatîf pêşkêşî dîlên azadiyê dike. Xwendekarên kovarê bi saya kovarê ji hilberînên pişt çar dîwaran û deriyên hesinî haydar dibin.

Di heqiqetê de cihê ziman

Kovara Şopa Rojê ji aliyê TUHAD-FED'ê ve tê amadekirin ji nivîsên dîlên azadiyê yên ku li zindanên Tirkiye û Kurdistanê girtî ne tê amadekirin. Kovara ku du mehan carekê dertê ji pexşanan bigire heta helbestan, ji bîranîn û serpêhatiyan heta cerebeyan, ji krîtîkan bigire heta çîrokan gelek nivîs têde hene. Kovar di her hejmarê de mijareke ji bo dosyayê digire dest ku di vê hejmara xwe de jî mijara 'Di heqîqetê de cihê ziman' hatiye niqandin. Di kovara ku ji 44 rûpelan pêk tê de di gelek mijaran de nivîsên ku ew ê bala xwendekaran bikişînin jî cih digirin. Di vê hejmarê de nivîsên bi zaravayên kurdî dîsa kêm in.

Nivîsên Kurdî

Di kovarê de Mazlum Tunç ji girtîheha Tîpa F a Kiriklarê bi nivîsa xwe ya 'Rê û xeyal', Sebahattîn Sumelî ji i Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bi nivîsa xwe ya bi sernavê 'Li ser Rojeva Hund', Şiyar Pepûle ji Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê bi nivîsa xw eya 'Demokrasiya gelan', Tarik Mercan ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê bi nivîsa xwe ya bi navê 'Jiyana li YÎBO'yan', Tuncay Ok ji girtîgeha Tîpa D a Amedê bi nivîsa xwe ya '33 Guleya CHP'ê û Roboskiya AKP'ê' û Cebraîl Vural ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê bi nivîsa xwe ya bi sernavê 'Ez bi qurbana axa bin lingên wê dayika kurd bim!' cih girtine. Ji bilî van nivîsan gelek nivîsên bi tirkî jî di kovarê de hene.

'Ji ber nivîs dereng digêjin etîtor kovar dereng tê çapkirin'

Di nivîsa edîtoriya kovarê de tê gotin ku ji ber pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn gelek caran nivîs dereng digihîjin ber destê edîtoryayê ji ber vê sedemê jî kovar bi derengî dertê. Vê hejmara ku bi dosya û nivîsên gelek balkêş dagirtî ye bi piştevaniya dîlên azadiyê yên jin ên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê girtî ne hatiye amadekirin. Kesên ku bixwazin kovarê bi dest bixin dikarin ji navnîşana Kurt Îsmaîl Paşa 8. Sok. Mem u Zîn Apt. Kat: 2/3 Yenîşehîr Amed yan jî ji ser e-maîla: [email protected]'ê kovarê bixwazin.

(mae)