1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Hejmara windayan 10 hezar e
Hejmara windayan 10 hezar e,hejmara,windayan,10,hezar,e

Hejmara windayan 10 hezar e

A+ A-

SWÊD (Amîda Kurd) - Li gor daxuyaniyên dawî yên fermî, li Japonya piştî erdhej û stsûnamiyê hejmara miriyan derket 6 hezar û 450 kesî, hejmara windayan jî ji 10 hezaran zêdetir e.

Piştî erdhej û tsûnamiyê di 11'ê adarê de li bakura Japonya tofan rakir, hate ragihandin ku hejmara mirî û windayan 16 hezar û 600 e.

Polîsê Japonya îro ragihand ku li gor encama fermî, di tofana mezintirîn a vê sedsalê de 6 hezar û 450 kes mirine. Her iwsa 2 hezar û 409 kes birîndar in û 10 hezar û 259 kes jî winda ne.

Di encama borî de polîs ragihandibû ku hejmara miriyan derketiye 5 hezar û 178 kesan û winda jî 8 hezar û 606 kes in. Her wisa polîs ragihandibû ku hejmara birîndaran jî 2 hezar û 285 in.

Piştî daxuyaniya herî dawî ya polîsan jî, rayedarên japonî radigihînin ku hejmara miriyan dikare bilindtir be.

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî