1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Heke berxwedana kurdan têk biçe dê hemû gel têk biçin'
'Heke berxwedana kurdan têk biçe dê hemû gel têk biçin',heke,berxwedana,kurdan,têk,biçe,dê,hemû,gel,têk,biçin

'Heke berxwedana kurdan têk biçe dê hemû gel têk biçin'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Elewiyên ku li dijî qatlîmên li Kurdistanê çalakiya greva birçîbûnê didomînin diyar kirin ku divê elewî li dijî şer li cem kurdan cih bigirin. Elewiyan li dijî qatlîaman banga "Îro heke em li cem gelê kurd cih negirin, bi hêza xwe piştgiriyê nedin têkoşîna wan, sibehê berxwedana kurdan têk biçe dê hemû gel têk biçin" kirin.

Li Kurdistanê bi destê dewletê ve li dijî gelê kurd qatlîam berdewam dike, elewî ji bo dorpêça dewletê ya li Kurdistanê bi dawî bibe bi blogana "Bila zarok nemirin, ji şer re na, aştî niha" greva birçîbûnê dan destpêkirin û çalakiya xwe didomînin. Elewiyên ku di roja sêyemîn a greva ku li Komeleya Pîr Sultan Abdal a Sarigaziyê dane destpêkirin banga piştevaniya gelê kurd kirin.

'Ên li rojava bila ji bo jiyanê têbikoşin'

Dîlek Şeker a di qatlîama Pirsûsê de bavê xwe Îsmet Şeker, di berxwedana Kobanê de jî birayê xwe mustafa Şeker winda kir got ku ji bo ku zarok nemirin, dayik negîrin û bav hawarê nekin divê li dijî qatlîman bi hevre têbikoşin. Şeker diyar kir ku êdî divê welatiyên li rojava xwe êdî ji tirsên xwe rizgar bikin û banga "Bila tirsa xwe derbas bikin. Ji bo jiyanê, ji bo mirovahiyê deng bidin û têbikoşin" kir.

'Ên bêdeng bimînin dê bibin hevkarê qatlîamê'

Dîlek Odabaşi jî got ku şerê li Kurdistanê tê wateya ku kevneşopiya qatlîamê di roja îroyîn de careke din zindî bûye û ew wekî elewî ev êş li Sêwas, Gurgum, Çorum û Kerbelayê nas dikin. Odabaşi wiha axivî: "Bi greva birçîbûnê ve em dixwazin bibin denê wan canê xwe û ji qêrîna wan re bibin qêrîn." Odabaşi destnîşan kir ku heta ku ev şer bidawî bibe ew ê greva xwe bidomînin û nirxandina "hemû kesên ku bêdeng bimînin hevkarên vî qatlîamê ne" kir.

'Ev şer dê li me hemûyan bixe'

Songul Yalçin jî got ku weke neviyê Seyîd Riza divê li hemberî vî şerê bê sekinandin. Yalçin wiha got: "Ya girîng hêz û îradeya têkoşînê xistina etvgerê ye. Ev şer dê li me hemûyan bixe. Dê li rojava jî ev şer bê ber deriyê me." Yalçin anî ziman ku divê ev grevên birçîbûnê li her derê Tirkiyeyê belav bibe û banga "Divê deng bidin vê dengî, vî êşê bibînin û sekneke li gorî xwe nîşan bidin" li rêxistinên elewiyan kir.

'Heke gelê kurd têk biçe dê hemû gel têk biçin'

Mehmet Guzel jî diyar kir ku li dijî gelê kurd qirkirin pêk tê û li dijî vê yekê nikarin bêdeng bimînin. Guzel wiha got:"Heke îro em li cem kurdan cih negirin, bi hêza xwe ve piştgiriyê nedin têkoşîna wan sibehê ev berxwedana kurdan têk biçe dê hemû gel têk biçin."

'Dibe ku sibehê dereng be'

Welatiyê bi navê Hakki Aradag jî nirxandina "Li ber serê me birayên me tên qetilkirin, li vir bêdengmayîna me ne pêkan e" kir û got ku divê deng bidin qatlîamên li Kurdistanê. Aradag bi gotina "Dibe ku sibehê pir dereng be" banga wijdana mirovahiyê kir û got ku bila hemû kes li mal û kolanên xwe li dijî qatlîaman bisekinin û dengê xwe bilind bikin.

(sa)