1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Heke tedbîr neyêne girtin dê pirsgirêkên mezin rû bidin'
'Heke tedbîr neyêne girtin dê pirsgirêkên mezin rû bidin',heke,tedbîr,neyêne,girtin,dê,pirsgirêkên,mezin,rû,bidin

'Heke tedbîr neyêne girtin dê pirsgirêkên mezin rû bidin'

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Êrîşên li dijî welatiyên ji Sûriyeyê, ku ji ber şer koçî Tirkiyeyê kirine, didomin. Êrîş pêşî li Gurgumê dest pê kiribû û li Dîlok û Rihayê jî berdewam kir. Endamên Meclîsa HDP'ê Îbrahîm Sînemîllîoglu diyar kir ku polîtîkaya nefretê ya li dijî welatiyên ji Sûriyeyê hatine wekî polîtîkaya beriya komkujiya Mereşê li dijî elewiyan hate destpêkirin e.

Êrîşên li dijî welatiyên ku ji Sûriyeyê ji ber şer reviyane li Dîlok, Mereş û Rihayê zêde bûn. Kesên di tora civakî de bi gotina "Em sûriyeyiyan naxwezin" xwe rêxistin dikin li hemberî pênaberan gotinên nifrînê tînin ziman. Herî dawî jî li Rihayê li dijî pênaberan êrîş pêk hat. Rihayî dibêjin ku piştî penaber hatin aramî nema û îdia dikin ku penaber bi çek û keviran bi ser malan de digirin. Rihayî hinceta gotinên nifrînê jî wiha tînin ziman: "Êdî pêşeroja me nîn e, rojaya hil bê nîn e. Tu caran em nikarin deriyê malên xwe vekirî bihêlin, baweriya me bi kesekî nema ye. Sûriyeyî çavên xwe berdidin namûs û şerefe me."

Penaberên sûriyeyî bi taybetî li navenda bajar wekî hêzekî kar a erzan tên dîtin, li kargeh, otobusan de rastî heqeretan tên. Bi gotina "bila biçin welatê xwe li wir bimirin" re rû bi rû dimînin. Endamê Meclîsa HDP'ê Îbrahîm Sînemîllîoglu polîtîkaya nifrînê ya li dijî penaberan nirxand û diyar kir ku ev bûyer dişibin hincetên ku komkujiya Mereşê ya di 1978'an de hatibû nîşandan. Sînemîllîoglu got ku heke tedbîr neyên girtin dê bûyerên xirab derkevin holê.

Sînemîllîoglu, wiha axivî: " Beriya komkujiya Mereşê li dijî elewiyan polîtîkaya nifrînê hatibû destpêkirin, niha jî li dijî penaberan ev yek heye. Li Mereşê beriya komkujiyê gelek provokasyon hatin derxistin. Bûyerên biçûk bû hinceta êrîşa li dijî kurdan. Herî dawî jî komkujî pêk hat. Ango bûyerên biçûk pêşeroja komkujiyê bû. Di 1978'an de bûyer wiha derket holê. Sedema vê yekê derûdorê nijadperest bû. Niha jî li dijî penaberên Sûriyeyî heman tişt tê kirin."

Sînemîllîoglu, di berdewama axaftina xwe de, da zanîn ku tiştên diqewimin yek armancek wan heye û got ku kesên ji Suriyeyê hatine li Gurgumê bi cih bûne sûnî ne û got ku helwesta li hember sûniyan çi be li hember elewiyan jî ew e.

'Cûdakarî li pêş dikeve'

Serokê Baroy Riha yê Alî Fuat Bucak jî gotinên polîtîkayên cûdakariyê nirxandin kir û wiha got: "Gotinên cûdakariyê her ku diçe li pêş dikeve û bi vê çûyînê jî şer zêde dibe û bûyerên lîncê dive ku biqewimin. Em ê jî wek baroyê têkoşîna hiqûqî bidin û lê encax divê ku tedbîrên cîddî bên girtin." Bucak, diyar kir ku li hember welatiyên Suriyeyê her ku di diçe di nava civakê de gotinên cûdakariyê li hember wan zêde dibe û got ku ev yek jî di nava civakê de li rewşek derûnî li pêş dixe.

'Emniyet dibêje em nikarin tiştek bikin'

Bucak, diyar kir ku ew wek baro di vê mijarê de xebatên xwe didin meşandin û got ku emniyet jî di derbarê vê mijarê de dibêjin "Em nikarin tiştekî bikin" ji wan re tê gotin. Bucak, destnîşan kir ku pêwîste li hember nêzîkatiya gotinên cûdakariyê di nav civakê de histiyarek çê bibe û got ku ji bo Baro alîkariya hiqûqî bide ne hewceye ew welatiyên rastî cûdakariyê tên tirk bin û alîkarî ji bo welatiyek ereb jî hewceye.

(sa/bg/lg)