1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Helbestvanê kurd Xizan çû ser dilovaniya xwe
Helbestvanê kurd Xizan çû ser dilovaniya xwe,helbestvanê,kurd,xizan,çû,ser,dilovaniya,xwe

Helbestvanê kurd Xizan çû ser dilovaniya xwe

A+ A-

AMED (DÎHA) - Helbestvanê kurd Sîpan Xizan (Halîl Bozarslan) ê li Amedê dihat derbankirim, çû ser dilovaniya xwe.

Helbestvanê kurd Halîl Bozarslan ê wekî Sîpan Xizan dihat nasîn, 45 roj bu ji ber kênasiya lebatên laş li Amedê tedawî didît, di 90 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Ji bo Xizan li Goristana Yenîşehîrê merasîm hat li darxistin. Piştî li Mizgefta Şehîtgehê wecibeyên olî anin cih, cenazê Xizan li goristanê hat definkirin.

Keça Bozarslan Hêvîdar Bozarslan di merasîmê de axivî û diyar kir ku bavê wê di sala 1926'an de li gundê Akroya Jorîn a girêdayî navçeya Licê di nava xizaniyê de hatiye dinê û wiha axivî: "Bavê min ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd, çand û zimanê kurdî têkoşîn da."

Bozarlsan da zanîn ku bavê wê gelekî girîngî dina çand û zimanê kurdî û got ku pirtûkên 'Sîpan 1', 'Jana Sîpan', 'Gulistana Sîpan' û 'Pesindarê Sîpan' ji hêla Bozarslan ve hatine nivîsandin. Bozarslan diyar kir ku bavê wê di heman demê de endamê Komeleya Nivîskarên Kurd bû jî.

Piştre Serokê Komeleya Nivîskarê Kurd Omer Dilsoz axivî û got ku wan ji Xizan ruhê zimanê kurdî girtiye û wiha pêde çû: "Me der barê zimanê kurdî de gelek alîkarî ji wî girt. Em dê mîrateya ku wî ji mera hiştiye xwedî derkevin. Em dê bi kurdî bixwînin û bi kurdî binvîsin."

Piştî axaftinê girse derbasî Mala Sersaxiyê ya Bîrsînler a li herêma Yeniyolê ya Peyasê bûn.

(ms)