1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Hem bikujim hem hevditin bikim`
`Hem bikujim hem hevditin bikim`,hem,bikujim,hem,hevditin,bikim

`Hem bikujim hem hevditin bikim`

Demîrtaş: Hikûmet dibêje ez dê hem bikujim hem jî hevditin bikim

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di bernameya Rojnameger Cahît Mervan a Stêrk TV de diyar kir ku hêj bi hikûmetê re tu hevdîtin nekirine û hêj zûde der barê naveroka hevdîtina li Îmraliyê de tiştekî bêjin. Demîrtaş anî ziman ku hevdîtin pêk hatibe jî di hikûmeta AKP'ê Komara Tirkiyeyê de tu guhertin tune. Demîrtaş, anî ziman ku hêj cenaze li Meletiyê ne û 10 hezar girtî li girtîgehan in. Demîrtaş, destnîşan kir ku hikûmet dibeje ez dê hem bikujim hem jî hevdîtin bikim.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn demîrtaş, têkildarî hevdîtina Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata de bi riya telefonê tev li bernameya Rojnameger Cahît Merwan a Stêrk TV bû. Demîrtaş, diyar kir ku ji niha de zûye ku der barê naveroka hevdîtinê de tiştekî bêjin û wiha got: "Em hêj li serê pêvajoyê ne. Brêz Ocalan bi heyetê re hevdîtin dike. Hevalên me çûn çavdêriyên xwe kirin. Heta ku ev pêvajo bi dawî nebe, em daxuyaniyê bidin dibe ku bandorek neyînî li pêvajoyê bike. Hêj hevdîtin Ocalan a bi heyetê re bi dawî nebûbe em daxuyaniyê bidin ne rast e. Bi taybetî hevdîtinek weke ya bi Ocalan ku Rêberê Gelê Kurd e pir girîng e. Niha em aşkerekirina naveroka daxuyaniyê rast nabînin." Demîrtaş, xwest muzakere û diyalogên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên kirin ji her kesî re vekirî bên kirin.

Demîrtaş, diyar kir ku hevdîtin li Îmraliyê bi Ocalan re pêk hatiye girîng e û wiha got: "Em jî wekî partiyê hewl didin bişopînin û fam bikin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em dibêjin çawa tev li vê pêvajoyê bibin. Em niha hewldana vê yekê pêş bixin. Em heta niha li ser esasan ne axaxivîne. Ji ber ku heta niha tu hevdîtin û parvekirina me yabi hikûmetê re tune. Tu parvekirina me ya bi hikûmetê re tune. Heta ku hemû hevdîtin vekirî pêk neyên. Heta ku muzakere aşkere û bi gel ve neyê parvekirin pirsgirêk çareser nebe. Komara Tirkiyeyê berê çibe niha jî ew e. Serokwezîr Erdogan û AKP berê çibe niha jî ew e. Ger ku gav hatibe avêtin jî bi têkoşîna gel pêk hatiye. Divê mirov li heviya ku di nava 2-3 rojan de bê guhertin raneweste. Feraset û pradîgmaya me jî nehatiye guhertin. Em dîsa dixwazin ku pirsgirêk bê xwîn, bi siyaseta demokratîk çareser bibe. Hêj 10 hezar hevalên me girtî ne. Hêj 10 zarokên kurdan li Meletiyê ne. Armanca me ku em rê li pêş vê muzakereyê vekin. Ji bo vê yekê divê em bi bawerî, wêrekî û hişyar nêzî pêvajoyê bibin."

'Dewletê çima operasyon pêk anî û 10 gerîllayê bê çalak qetilkirin?'

Demîrtaş, hikûmet û dewlet ji ber operyona li Lîceyê rexne kir û wiha got: "Çima Serokwezîr li Lîceyê li hemberî gerîla operasyonê pêk tîne. Çima dewlet 10 gerîlayên ku li cihê xwe radiweste îmha dike. Kurd vê yekê qebûl nakin. Cenazeye li morga Meletiyê zarokên vi gelîne. Em vê yekê qebûl nakin. Li hemberî vê yekê bêdeng jî namînin. Cenazeyên ku biçin welatên wan dê bi girseya herî mezin bê pêşwazî kirin. 4 cenaze dê biçin Amedê. Divê bi serhildanê cenaze bên pêşwazîkirin."

Hikûmet dibêje ezê hem bikujim, hem jî hevditinê bikim

Demîrtaş, helwesta AKP'ê ya çareseriyê jî rexne kir û wiha dawî li axaftinê anî: "Divê gelê me di vê pêvajoyê de herî zêde li cenazeyê xwe xwedî derkevin. Divê bi serhildanê û lêxwedîderketina cenazeyan li pêvajoyê xwedî rekeve. Divê gelê me di vê pêvajoya muzakereyan de bêtir tev li pêvajoyê bibe û li cenazean xwedi derkeve. Em hemû ji bo gelê kurd bigêje azadiya xwe û aramiya xwe rol dilîzin. Divê gelê me jî tu carî xwe nedin paş. Divê her kes li kolan, tax û navçeyan li vê pêvajoyê xwedi derekvin. Em ji gerîla re rahma xwedê û malatên wan jî sersaxiyê dixwazin. Kesên ku bi keyf li ser van cenazeyan daxuyanî didin, dê her tim bên nahletkirin. "

(mae)


Bêjeyên Miftehî