1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hem birîndar e hem jî sûcdar
Hem birîndar e hem jî sûcdar,hem,birîndar,e,hem,jî,sûcdar

Hem birîndar e hem jî sûcdar

A+ A-

SEMSÛR (DÎHA) - Li Semsûrê ajokarê parlamanterê AKP'ê li welatiyek qelibî û giran birîndar kir. Lê cenderme ji bo parlamenterê AKP'ê biparêze welatiyê birîndar sûcdar nîşan da.

Li Semsûrê di 12'ê kanûnê de wesayîta Parlamenterê AKP'ê Salîh Firat ku ajokarê wî Îsmaîl Goksu ye, li navçeya Serê Golan a Semsûrê li keviya rê li welatiyê bi navê Arîf Ozer (62) qelibî û Ozer di qezayê de giran birîndar bû. Piştî qezayê, komên cenderme yên hatin cihê bûyerê derbarê qezayê de girtek nivîsîn û welatiyê birîndar wekî "sûcdar" nivîsîn. Di girtegê de ji bo ajokarê parlamenter were parastin, tê diyarkirin ku ajokar Îsmaîl Goksu di qezayê de xwedî tu qisûrê nîne û dema Arîf Ozer ji qezayê re bûye sedem. Lê dîmenên ku DÎHA'yê bidestxist nîşan dide ku dema Ozer li keviya rê ye, wesayît lê diqelibe.

Ozer: Piştî min rê derbas kir wesayît li min qelibî

Tevî ku piştî qezayê mudaxaleyê ewil parlamenterê AKP'yî dike jî, navê wî di qezayê de derbas nabe. Ozer, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Semsûrê bi beşa ortopediyê de di bin tedawiyê de ye. Ozer, da zanîn ku dema wî rê derbas kiriye wesayît lê qelibîye û zavayê wî Alî Kutlu jî diyar dike ku dîmenên qezayê, girtega qezayê pûç dike.

Kutlu got ku yê tê kirin neheqî ye û wiha axivî: "Di dîmenan de xuya dike ku xwezûrê min mafdar e. Wesayît, şerîda ku ji rêwiyên re hatiye veqetandin derbas kiriye û li wî qelibîye."

Hevjîna Ozer, Îmhan Ozer (57) jî bertek nîşanî neheqiyê da û got "Ma ji ber ku em xizan in, mafê me yê jiyanê tune ye?"

(sy)


Bêjeyên Miftehî